OSO îşkence kir û teslîmî Tirkiyeyê kir, dadgehê jî 9 sal ceza birî 2019-03-01 09:17:26 HATAY - OSO'yê, li Efrînê 12 rojan welatiyê sûriyeyî Mûhammed Dîy Şeyzînî îşkence kir û paşê radestî TSK'ê kir. Dadgehê, bêyî ku bihêle parastinê bike 9 sal ceza li Şeyzînî birî. Çawîşê pispor ku wekî şahid hat guhdarîkirin got: "OSO, radestî me dike, em jî dişînin cendirmeya navçeyê. Di dosyeyê de tu delîl tune bûn."  Piştî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ket Efrînê, welatiyên sivîl binçav dike û piştî îşkenceyeke dûr û dirêj wan dişîne Tiirkiyeyê û dadgehên Tirkiyeyê jî wan digirin û dişînin girtîgehê. Ji welatiyên sivîl yek jê jî Mûhammed Dîy Şeyzînê 63 salî ye. OSO, li Efrînê 12 rojan Şeyzîn îşkence kir û paşê di 11'ê Nîsana 2018'an de ew radestî Tirkiyeyê kir. Şeyzîn, li Tirkiyeyê 7 roja di bin çavan de ma û di 18'ê Nîsana 2018'an de hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa T a Hatayê. Piştî Şeyzîn hat girtin, di demeke kurt de îdianame hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Hatayê jî îdianame qebûl kir. Danişîna ewil a Şeyzîn, di 25'ê Tîrmeha 2018'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Hatayê pêk hat û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza lê hat birîn.    ÎFADEYA LI CENDIRMEYA NAVÇEYÊ WEKÎ PARASTINÊ HAT QEBÛLKIRIN    Di dosyeyê de, wêneyekî ku Şeyzîn li mala xwe kişandiye wekî delîl hat hesibandin û hat îdiakirin kir berpirsiyarê YPG'ê yê gundê Êşxana Xerbî yê navçeya Cinderes a Efrînê ye. Di dosyeyê, tu delîlên der barê vê îdiayê de tune ye. Di danişînê de destûr nedan ku Şeyzîn parastna xwe bike û îfadeya wî ya li cendirmeya navçeyê wekî parastin hat qebûlkirin. Şeyzîn, di îfadeya xwe ya li cendirmeya navçeyê diyar dike ku piştî operasyona OSO'yê ew ji Efrînê derketine û çûne Helebê û piştî operasyona li Efrînê qediyaye ew û malbata xwe careke din vegeriyane navçeya Cinderesê. eyzîn, di îfadeya xwe de tîne ziman ku wexta ew hatine Efrînê ew di 5 noqteyên lêgerînê de derbas bûne û di lêgerînê de ew bi tu tiştî re rû bi rû nemane. Şeyzîn, tîne ziman ku wexta ew çûne gundê xwe endamên OSO'yê wesayîta wan sekinandiye û di lêgerîna li vir telefona wî hatiye destgîrkirin û piştî çûye malê 15 deqîqe şûnde endamên OSO'yê avêtine ser mala wî û ew binçav kirine.    ÎŞKENCE NEHAT QEYDKIRIN    Li gorî agahiyên ku xizmên Şeyzîn dan, piştî operasyona Efrînê çûye Helebê û li wir ji dilê xwe emeliyat bûye û piştî endamên OSO'yê ew binçav kirine birine navenda Efrînê û li cihekî 12 rojan hatiye sekinandin û îşkencekirin. Xizmê Şeyzîn, diyar dike ku OSO'yê di 11'ê Nîsana 2018'an de ew radestî Tirkiyeyê kirin, pêşî wî birine navçeya Reyhanli ya Hatayê û paşê wî birine Qereqola Cendirmeyan a Antakyayê. Şeyzîn, li vir jî 3 rojan li ser hev tê îşkecekirin û piştî 7 rojan şûnde tê girtin.    'OSO RADESTÎ ME DIKE, EM JÎ RADESTÎ CENDIRMEYAN DIKIN'    Çawîşê Pispor Serkan Cesûr ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Kûmlûyê peywirdar e, di dozê de wek şahid hat guhdarîkirin. Cesûr di îfadeya xwe de dibêje: "Peywira me; em kesên bi guman terorê li Sûriyeyê tên binçavkirin ji Qereqola Hidûd a Karakayayê radestî Qereqola Cendirmeyan a Antakyayê bikin. Ez di 11'ê Nîsana 2018'an de çûm Qereqola Hidûd a Karakayayê û min bersûc anî. Wexta min bersûc anî, der barê sûcdariyê de tu delîl teslîmî min nekirin. OSO, kesên gumanbar tîne radestî TSK'ê dide. Ew jî radestî qereqolên hidûd dikin."    Ji fermandarên OSO'yê Mûses Tkekh jî, wexta Şeyzîn radestî TSK'ê dike, dibêje Şeyzîn û malbata xwe hatine noqteya lêgerînê, ser wan hatiye sehîkirin lê belê nasnameya wan tune bûye û di telefona wî de wêneyekî wî yê bi kincên YPG'ê kişandiye hebûye. Tkekh, di beyana xwe de dibêje wan ji gundiyan bihîstiye ku Şeyzîn berpirsiyarê YPG'ê yê gund e. Lê dadgehê serî li Tkekh neda.   9 SAL CEZA LÊ HAT BIRÎN    Lê belê, wêneyê navborî di îdianameyê de cih negirt. Dozger, ji bo wêneyê behsa wî tê kirin got: "Her çend bersûc dibêje ez ne endamê rêxistina terorî me jî, lê belê di wêne de hatiye dîtin ku ji ber kincên YPG'ê li xwe kiriye serbilind e û parastina wî ne li gor herikbariya jiyana asayî ye û ji ber vê hatiye fêmkirin ku Şeyzîn endamê rêxistina terorî PKK/PYD'ê ye."    Danişîna doza Şeyzîn di 25'ê Tîrmeha 2018'an de pêk hat û heyeta dadgehê bêyî bihêle Şeyzîn parastina xwe bike di danişîna ewil de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza birî.