DÊRAZOR - Bi sedan endamên DAIŞ‘ê û malbatên wan ku li gundê Baxoza Jorên asê mabûn, teslîmî şervanên QSD‘ê bûn.
Li gorî agahiyên Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopîne, diyar kir ku bi sedan endamên DAIŞ‘ê tevî malbatên wan îro ji gundê Boxoza Jorîn derketin û xwe radestî QSD‘ê kirin.
Nûçegihanê ANHA ragihand ku hejmara endamên DAIŞ'ê xwe radest kirine 200 derbas dike û ji nasnameyên erebî û biyanî ne.