Bi sedan endamên DAIŞ‘ê teslîmî QSD‘ê bûn 2019-02-28 19:01:31   DÊRAZOR - Bi sedan endamên DAIŞ‘ê û malbatên wan ku li gundê Baxoza Jorên asê mabûn, teslîmî şervanên QSD‘ê  bûn.     Li gorî agahiyên Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopîne, diyar kir ku bi sedan endamên DAIŞ‘ê tevî malbatên wan îro ji gundê Boxoza Jorîn derketin û xwe radestî QSD‘ê kirin. Nûçegihanê ANHA ragihand ku hejmara endamên DAIŞ'ê xwe radest kirine 200 derbas dike û ji nasnameyên erebî û biyanî ne.