Saziya Îmraliyê bêdeng e, hakimê înfazê bê sedem daxwaz red kirin

  • rojane
  • 11:16 7 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Saziyên Înfaza Ceza ya Bursayê û Lijneya Şopandina Girtîgehan, der bare rewşa Îmraliyê de bêdengiya xwe berdewam dikin. Hekîmtiya Înfazê jî hemû serlêdan û dawazên parêzeran be sedem red kir. Parezerê Ocalan Îbrahim Bilmez, diyar kir ku lijne peywira xwe pêk nîne û dadger jî bê sedem biryarê dide û wiha got: "Hin caran CPT li gorî helwesta siyasî tev digere. CPT bixwaze dikare biçe Îmraliyê. Divê saziyên demokratîk û hiqûqê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin." 

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li 1'emîn Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin ku şert û mercên muwekilê wan baş bibe, parêzer û malat, vasî karibin wan ziyaret bikin û girtî dikaribin di nava xwe de hev ziyaret bikin. Dîsa xwestin malbat, parêzer û kesên din karibin nameyan bişinin û rêya ragihandinê bê vekirin. Xwestin ku ragihandina di navbera muwekilê wan û derve de her dem bê kirin. Lê hekîmtiyê mutalaaya dozger li ber çavan girt û biryara 21'e Tîrmeha 2016'an bê sedem û hincet hemû daxwazên parêzeran red kir. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, serî li Saziyên Înfaza Ceza ya Bursayê û Lijneya Şopandina Girtîgehan da. Parêzeran, di serlêdanê de xwestin ku daxwazên "şertên muwekilên wan bên lêkolînkirin, bên raporkirin û li gorî hiqûqê bê amadekirin" yên ku di pivanên lijneyê de ji heye, kirin. Lê lijneyê tu daxwazên parezeran nebersivand. Parêzerên Ocalan, pişt re serî li 1'emîn Hekîmtiya înfazê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di vê serlêdanê de jî xwestin şert û mercên muwekîlê wan bê başkirin. Parêzeran disa xwest muwekilên wan bi parêzer û malbatên wan re karibin hevdîtin bikin. Dîsa xwestin mafê telefon û nameyan ên ragihandinê bên dayîn û parastin. 
 
DOZGER XWEST SERLÊDANAN RED BIKE
 
Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê têkildarî serlêdana parêzeran mutala pêşkêşî 1'emîn Hakîmtiya Înfazê zir û xwest hekîm serlêdana parêzeran red bike. Dozger xwest Hekimtiya Înfazê ya Bûrsayê biryara 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a dîroka 26/07/2016 û hêjmar 2016/1127'an sesas bigire û daxwaza parezeran red bike. Hekîmtîya Înfazê jî îtîraza dozger li ber çavan girt û daxwaza parêzeran red kir. 
 
PARÊZER: LIJNE ERKA XWE PÊK NÎNE
 
Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahim Bilmez, diyar kir ku ji  27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi muwekîlê xwe re hevdîtin nekirine û wiha got: "Malbat di 3 salên dawî de tenê 2 caran hevdîtin kirine. Tenê ev milê tecrîdê li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ev rewş raste rast îhlala mafên mirovan e. Dîsa rewşa îşkence û kêmxistina mirovan e. 
 
Bîlmez, ani ziman ku Saziyên Înfaza Ceza ya Bursayê û Lijneya Şopandina Girtîgehan saziyên taybet in û wiha got: "Divê ev sazî Îmraliye ziyaret bikin û venêrtinê bikin. Divê ji 4 mehan carekê der barê îhlala mafan re raporan amade bike û ji Wezareta Dadê û Komîsyona MAfên Mirovan a Meclîsa Tirkiye re bişîne. Lê heta niha me raporên van saziyan yek jî nedîtiye." 
 
SEDEMA BIRYARÊ TUNE YE
 
Bîlmez, bertek nîşanî biryara Hekîmtiya Înfazê jî da û anî ziman ku tu sedema redkirinê tune û hinceta biryara wan jî tune ye û wiha berdewam kir: "Di hevokekê de diyar dikin ku OHAL didome û Hekîmtiya Înfazê berê der barê vê mijarê de biryar dabû. Berê biryarek li dijî hiqûqê hatiye dayîn. Lê wê biryara li dijî hiqûqê ji bo xwe esas digirin. Li gorî biryara berê ya li dijî hiquqê daxwaza me hatiye redkirin. Em dê serî li Dadgeha Cezayên Giran bidin. Ger ku disa daxwaza me bê redkirin em dê serî li Dadgeha Qanûna Bîngehîn bidin. Niha hiqûq ji bo me bûye wekî girêka kor. Em her serledan dikin dîsa serlêdanên me vedigerin cihê berê û red dikin. 
 
‘BILA CPT BIÇE ÎMRALIYÊ'
 
Bîlmez, anî ziman ku ew serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) didin, lê bersîvê serlêdanên wan pir dereng li wan vedigirin û wiha got: CPT û DMME mixabin hin deman li gorî helwesta siyasî tev digerin. Hin caran bi xwe biryarên xwe binpê dikin. CPT, serê qutkirina hevdîtina malbat û parêzeran a 3 mehan qebûl nedikir. Lê niha 7 salin tu parêzer neçûne bi Ocalan re hevditin nekirine. Lê li hemberî vê yekê CPT nakeve nava tevgerê. CPT herî dawî Tirkiye ziyaret kir. Lê Tirkiye destûr neda ku CPT raporê aşkere bike. Kengî CPT bixwaze dikare Îmraliyê ziyaret bike. Di demên dawi de der barê muwekilên xwe de em agahiyên cuda digirin. Ev yek fikara me zêde dike. Me ev yek bi devkî jî ji heyeta CPT’ê re got. Em dixwazen CPT heyete bişîne Îmraliyê. 
 
‘EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN' 
 
Prz. Îbrahîm Bîlmez, herî dawî destnîşan kir ku dema mijar dibe Ocalan hiqûq li ber çavan nayê girtin û wiha got: “Divê milên hiqûqparêz û cemaweriya demokratîk li dijî vê bê hiqûqiyê dengê xwe bilind bike. Divê êdî vê bê hiqûqiyê ji holê rakin û di pergala hiqûqê de guhertinekê ava bikin. Divê her kes berpirsiyariya xwe pek bîne. Divê qanala diçe Îmraliyê bê vekirin. Ger ku ev bê hiqûqiya li Îmraliyê neyê xerakirin ev bê hiqûqî dê li tevahiya welat belav bike." 
 
MA / Yasin Kobulan
 

Sernavên din

09/11/2017
09:06 Li girtîgehê îronî jî qedexe ye
09:05 Qeyûmê Wanê biryara dadgehê nas nekir
09:04 Hevşaredar sal û nîvek şûnde derdikevin pêşberî dadger
09:04 Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê li Minbicê tevlîheviyê dike
09:00 ROJEVA 09'E MIJDARA 2017'AN
08/11/2017
17:41 Sayilgan nehat berdan: Rojnameger tên darizandin
17:13 Bahçelîevler, GOP û Sultanbeylî greva birçîbûnê dewr girtin
17:05 Rojnameger Ahmet Şik piştî 5 salan beraat kir
17:04 Gera HDP'ê îro li Bedlîs û navçeyên wê dewam kir
16:37 Hejmara kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin derket 21 kesan
16:30 Xwendekaran YOK şermezar kir: Em serî danînin
16:29 Jinan ji bo mitînga 11’ê Mijdarê belavok belav kirin
16:18 Li Çelê 4 kes hatin girtin
16:18 ÎHD'ê di Fûara Pirtûkan de cilên yek reng şermezar kir
15:33 Tevgera helikopteran li Şirnexê zêde bû
15:18 Çalakgerên grevê peyama 'Heta tecrîd rabe' dê çalaki bidome
15:17 Cenazeyê 26 jinan di deryayê de hat dîtin
15:17 Puigdemont: Hûn dê kengî dengê Katalan qebûl bikin?
15:07 Di doza Mehmet Aytaş de biryar derket: Ceza daxistin 24 salan
14:51 3 kes li Yukselê hatin binçavkirin.
14:31 Rojnamegerên nûçeya mirinê çekirin ji xala 301’an tên darizandin
12:48 Dewleta kûr li Şemzînanê li ser sûc hat girtin
Seferî Yilmaz: Artêşa 'Zarokên baş' tê avakirin
12:39 5 payebilindên DAIŞ’ê li Dîlokê ne?
12:38 Di fabrîqeyê de teqîn pêk hat 5 karker mirin
12:37 HDP'ê îdiayên sîxûriyê ji serokwezîr pirsî
12:11 'Heya ku tecrît hebe, çalakî dê bidomin'
12:07 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:20 Jinek li Tekîrdagê birîndar bû
10:25 Di zîndana tarî de Şengal welidand û 8 mehan roj nedît
09:57 Wiha biçe dê Meletî bê tem û lezet bimîne
09:42 Nameya ji girtî re şandin bû delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:41 Wêneyên rojnamegeran kişandine kirin sûc
09:40 Kevirên goran kirin kevirên depoyê
09:40 Malên dîrokî ên Çelê tune dibin
09:38 Ecarer: DAIŞ bi destê îktîdardê mezin bû
09:37 ‘Em xwedî li temînatê aştiyê Ocalan derkevin’
09:35 Dêra dîrokî bû goma sewalan
09:34 ‘Wê politîkaya ‘goştê erzan’ tenê karibe krîzê taloq bike’
09:33 Rastiya înfaza Ajokar Ceyhan piştrast dibe
09:32 Zarokan dikin qurbana qezenca zede
09:30 Midûriyeta polîsan kevirê goran ciwanên kurd diguherînin
09:27 Atolyeya Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê dest pê dike
09:25 Parêzer Kaplan: Rakirina krîza siyasî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e
09:24 ‘Di 11’ê Mijdarê de bi ruhê Newrozê em li Qada Îstasyonê bin’
09:00 ROJEVA 08'Ê MIJDARA 2017'AN
07/11/2017
18:25 Stenbol dê sibê çalakiya grevê dewrî komên din bike
17:03 QSD ê li Dêra zorê 17 km nêzî Iraqî bûye
16:01 Du dozên Yuksekdag kirin yek
15:58 Berdevkê HDP'ê: Pergala konfederal a Ocalan pêşdîtina îro ye
15:43 'Heta Ocalan azad nebe gelê kurd û tirk azad nabe'
15:27 Hevjîna Murat Çelîk serbest hat berdan
15:10 4 demsal berxwedan
14:40 Çalakiya Yukselê 3 kes hatin binçavkirin
14:19 Baluken: Mîna her carê dê berxwedêr bi ser bikevin
14:04 Kemalbay: Krîzeke aborî ya sergirtî heye
13:46 Kolberê 13 salî bi îşkencê kuştin
13:45 Di dosyaya Hayatin Sesî de dadgehê mutalaa xwest
13:30 20 salin ji bo Ocalan çalakiyan pêk tînin
13:21 5 xwendekar li Qersê hatin binçavkirin
12:53 Welatiyên Amedê: Ocalan biaxive dê aramî bê welat
12:36 Dervê welêt li Wekîlê HDP'ê Ayhan qedexe kirin
12:30 Hezan li înşeatekê pêk hat
12:30 Polîsên Iraqî ji DAIŞ'ê rizgar kirin bi 20 hezar dolarî firot malbata wê
12:25 Parêzerên Ocalan cara 702'yan serlêdan kirin
12:16 Hekîmên Amedê: Guh bidin qêrîna hawara bijîşkan
11:40 Di 20 mehan de 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Bi pîcemayan sirgûn kirin
11:16 Saziya Îmraliyê bêdeng e, hakimê înfazê bê sedem daxwaz red kirin
10:35 Pêşmergeyên PDK'ê ji Şengalê vekişîn, tevlêbûna YBŞ’ê zêde bû
10:05 Ciwanên Minbicê tevlî Erkê Xweparastinê dibin
10:03 Rûsyayê Kongreya Sotşî ji ber sedemên ne diyar paşve xist
09:31 Gundê 5 caran hat valakirin, li dijî koçberiyê li ber xwe didin
09:30 Trajediye ku nivîskarek nikaribe pirtûka xwe îmze bike
09:29 'Ji ber ku ez ji zarokan qut kirim, ez nikarim binvîsim'
09:28 Bi firandina dewlikan bextewariya vegerê jiyîn
09:27 Sayilgan piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dadgehê
09:27 Qîma xwe bi kalekolan neanî niha dîwarên bi jîlêt ava dikin
09:26 Di kulubeya metreyekê de 17 sal in kedê dide
09:00 ROJEVA 07'Ê MIJDARA 2017'AN
06/11/2017
16:58 Kerestecioglu Hesabên off-shore yên zarokên Yildirim ji Şîmşek pirsî
16:31 Dadger biryara rawestandina darizandina parêzerên Gezî da
16:30 Tuna dê li ser koltuxê Gokçek ê 23 salan rûnê
16:29 Karkerê 18 salî di înşaeta santrala termîkê de ket
15:34 Grevên birçîbûnê yên ji bo Ocalan bajar bi bajar belav dibin
14:14 Di Cotmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:10 Wekîlên HDP'ê yên girtî ji bo Azadiya Ocalan bang kirin
13:44 Barzanî razîye bûdçeyê çavkaniyên Herêma Kurdistanê teslîm bike
13:32 Leşker zarokê 5 salî kuşt
12:32 Îktîdar ket nava tirsa 27'ê Mijdarê
12:31 4 rojin cenazeyê Murat Çelîk nadin malbatê
11:28 'Berxwedana karkerên Akkimê di roja 100'an de ye'
11:22 Ziyaretvanan bi ringê dibin girtîgehê
11:14 'Teqemeniyên ne teqiyayê tevlî kavilan dibin'
11:03 2 piştgiriyên Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
10:54 'Dê Kurdistanê ji Sûriyeyê dest pê bikin'
10:32 Li Baxçeyên Hevselê demsala payîzê
10:20 Bi operasyona Reqqayê 500 Êzidiyên dîl hatin azadkirin
09:51 Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin axivîn
09:50 'Li dijî rejîma tundiyê 'Biqîre'
09:49 Konca: Divê em hêj zêdetir li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin