Saziya Îmraliyê bêdeng e, hakimê înfazê bê sedem daxwaz red kirin 2017-11-07 11:16:17 STENBOL - Saziyên Înfaza Ceza ya Bursayê û Lijneya Şopandina Girtîgehan, der bare rewşa Îmraliyê de bêdengiya xwe berdewam dikin. Hekîmtiya Înfazê jî hemû serlêdan û dawazên parêzeran be sedem red kir. Parezerê Ocalan Îbrahim Bilmez, diyar kir ku lijne peywira xwe pêk nîne û dadger jî bê sedem biryarê dide û wiha got: "Hin caran CPT li gorî helwesta siyasî tev digere. CPT bixwaze dikare biçe Îmraliyê. Divê saziyên demokratîk û hiqûqê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin."  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li 1'emîn Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin ku şert û mercên muwekilê wan baş bibe, parêzer û malat, vasî karibin wan ziyaret bikin û girtî dikaribin di nava xwe de hev ziyaret bikin. Dîsa xwestin malbat, parêzer û kesên din karibin nameyan bişinin û rêya ragihandinê bê vekirin. Xwestin ku ragihandina di navbera muwekilê wan û derve de her dem bê kirin. Lê hekîmtiyê mutalaaya dozger li ber çavan girt û biryara 21'e Tîrmeha 2016'an bê sedem û hincet hemû daxwazên parêzeran red kir.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, serî li Saziyên Înfaza Ceza ya Bursayê û Lijneya Şopandina Girtîgehan da. Parêzeran, di serlêdanê de xwestin ku daxwazên "şertên muwekilên wan bên lêkolînkirin, bên raporkirin û li gorî hiqûqê bê amadekirin" yên ku di pivanên lijneyê de ji heye, kirin. Lê lijneyê tu daxwazên parezeran nebersivand. Parêzerên Ocalan, pişt re serî li 1'emîn Hekîmtiya înfazê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di vê serlêdanê de jî xwestin şert û mercên muwekîlê wan bê başkirin. Parêzeran disa xwest muwekilên wan bi parêzer û malbatên wan re karibin hevdîtin bikin. Dîsa xwestin mafê telefon û nameyan ên ragihandinê bên dayîn û parastin.    DOZGER XWEST SERLÊDANAN RED BIKE   Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê têkildarî serlêdana parêzeran mutala pêşkêşî 1'emîn Hakîmtiya Înfazê zir û xwest hekîm serlêdana parêzeran red bike. Dozger xwest Hekimtiya Înfazê ya Bûrsayê biryara 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a dîroka 26/07/2016 û hêjmar 2016/1127'an sesas bigire û daxwaza parezeran red bike. Hekîmtîya Înfazê jî îtîraza dozger li ber çavan girt û daxwaza parêzeran red kir.    PARÊZER: LIJNE ERKA XWE PÊK NÎNE   Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahim Bilmez, diyar kir ku ji  27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi muwekîlê xwe re hevdîtin nekirine û wiha got: "Malbat di 3 salên dawî de tenê 2 caran hevdîtin kirine. Tenê ev milê tecrîdê li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ev rewş raste rast îhlala mafên mirovan e. Dîsa rewşa îşkence û kêmxistina mirovan e.    Bîlmez, ani ziman ku Saziyên Înfaza Ceza ya Bursayê û Lijneya Şopandina Girtîgehan saziyên taybet in û wiha got: "Divê ev sazî Îmraliye ziyaret bikin û venêrtinê bikin. Divê ji 4 mehan carekê der barê îhlala mafan re raporan amade bike û ji Wezareta Dadê û Komîsyona MAfên Mirovan a Meclîsa Tirkiye re bişîne. Lê heta niha me raporên van saziyan yek jî nedîtiye."    SEDEMA BIRYARÊ TUNE YE   Bîlmez, bertek nîşanî biryara Hekîmtiya Înfazê jî da û anî ziman ku tu sedema redkirinê tune û hinceta biryara wan jî tune ye û wiha berdewam kir: "Di hevokekê de diyar dikin ku OHAL didome û Hekîmtiya Înfazê berê der barê vê mijarê de biryar dabû. Berê biryarek li dijî hiqûqê hatiye dayîn. Lê wê biryara li dijî hiqûqê ji bo xwe esas digirin. Li gorî biryara berê ya li dijî hiquqê daxwaza me hatiye redkirin. Em dê serî li Dadgeha Cezayên Giran bidin. Ger ku disa daxwaza me bê redkirin em dê serî li Dadgeha Qanûna Bîngehîn bidin. Niha hiqûq ji bo me bûye wekî girêka kor. Em her serledan dikin dîsa serlêdanên me vedigerin cihê berê û red dikin.    ‘BILA CPT BIÇE ÎMRALIYÊ'   Bîlmez, anî ziman ku ew serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) didin, lê bersîvê serlêdanên wan pir dereng li wan vedigirin û wiha got: CPT û DMME mixabin hin deman li gorî helwesta siyasî tev digerin. Hin caran bi xwe biryarên xwe binpê dikin. CPT, serê qutkirina hevdîtina malbat û parêzeran a 3 mehan qebûl nedikir. Lê niha 7 salin tu parêzer neçûne bi Ocalan re hevditin nekirine. Lê li hemberî vê yekê CPT nakeve nava tevgerê. CPT herî dawî Tirkiye ziyaret kir. Lê Tirkiye destûr neda ku CPT raporê aşkere bike. Kengî CPT bixwaze dikare Îmraliyê ziyaret bike. Di demên dawi de der barê muwekilên xwe de em agahiyên cuda digirin. Ev yek fikara me zêde dike. Me ev yek bi devkî jî ji heyeta CPT’ê re got. Em dixwazen CPT heyete bişîne Îmraliyê.    ‘EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'    Prz. Îbrahîm Bîlmez, herî dawî destnîşan kir ku dema mijar dibe Ocalan hiqûq li ber çavan nayê girtin û wiha got: “Divê milên hiqûqparêz û cemaweriya demokratîk li dijî vê bê hiqûqiyê dengê xwe bilind bike. Divê êdî vê bê hiqûqiyê ji holê rakin û di pergala hiqûqê de guhertinekê ava bikin. Divê her kes berpirsiyariya xwe pek bîne. Divê qanala diçe Îmraliyê bê vekirin. Ger ku ev bê hiqûqiya li Îmraliyê neyê xerakirin ev bê hiqûqî dê li tevahiya welat belav bike."    MA / Yasin Kobulan