Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin

  • rojane
  • 09:42 28 Sibat 2019
  • |
img

HATAY - Hat hînbûn ku ji Efrînê zêdetirî hezar sivîl bi îdiaya "endamtiya rêxistinê, xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" anîne Hatayê û piştî îşeknecekirinê ew birine Girtîgeha Tîpa T a Hatayê. 

Piştî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ketin Efrînê, ji navenda Efrîn û navçeyên wê bi hezaran sivîl hatin revandin û radestî TSK'ê hatin kirin. Tê gotin, ji van sivîlan hin jê hatine kuştin û hin jê jî li girtîgehên Efrînê tên ragirtin. Her wiha hejmara efrîniyên bi îdiaya YPG-YPJ'î ne anîn Tirkiyeyê jî tam nayê zanîn, lê belê tê gotin ewilî wan anîne Hatayê. Pêşî efrîniyan birine qereqolên li ser sînor û piştî çend rojan wan birine Fermandarya Cendirmeyan a Bajêr û Fermandariya Cendirmeyan a Antakyayê. Li vir jî nêzî 15 rojan hatien sekinandin û paşê wan sewqî dadgehê kirine û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê, xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" wan girtine û şandine Girtîgeha Tîpa T a Hatayê. 
 
HATIN ÎŞKENCEKIRIN 
 
Hat diyarkirin ku kesên ji Efrînê anîne hemû sivîl in, lê belê li Hatayê polîs, dozger, leşker û dadger wek sivîlan nêzî wan nebûne û bi îdiaya endamtiay rêxistinê hatine tawanbarkirin. Hat gotin, pêşî li li navendên li bajêr hatine avakirin hatine îşkencekirin û piştî van îşkenceyan radestî TSK'ê hatine kirin. Hat destnîşan kirin piştî radestî TSK'ê hatine kirin, leşkeran tahde li wan kiriye û li qereqolên cendirmeyan ên li Hatay û Antakyayê jî hatine îşkencekirin. 
 
HEMAN KES IN 
 
Hat diyarkirin ku kesên li qereqolan sivîl îşkence kirine heman kes in û ji van kesan navê yekî Ebû Saîd û yê din Ebû Adnan e ku her du jî ebrpirsiyarên OSO'Yê ne. Hat hînbûn ku Ebû Saîd û Ebû Adnan hem li Efrînê hem jî li Tirkiyeyê sivîl îşkence kirine. Ji sivîlên hatin îşkencekirin navê çend kesan wiha ye: "Raşit Maho, Cengiz Mustafa, İdris Mustafa, Mesud Mecid Kilkavi, Firas Kilkavi, Hüseyin Kilkavi, Ahmet Maho, İbiş Maho, Ramadan Hanif Maho, Muhammed Cafer û Rezzan Behcet Ahmet."
 
LI GIRTÎGEHÊ JÎ HATIN ÎŞKENCEKIRIN 
 
Hat gotin piraniya sivîlan şandine Girtîgeha Tîpa T a Hatayê û li girtîgehê jî hatine îşkencekirin. Pêşî di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û hatine îşkencekirin û ev îşkence bi hefteyan dewam kiriye. Hat gotin, gardiyan û leşkeran li girtîgehê bi awayekî dijwar ew îşkence kirine û li waîşan jî bi awayekî sîstematîk wan îşkence dikin. Piştî ev yek ket rojeva raya giştî îşkence kêm bû. Efrîniyên hatin girtin niha bi zext û zoriyên bi vî rengî re rû bi rû dimînin: "Nedayîna avê, bi şev avêtina ser qawîşan, kelemçekirina bi ranzayan û lêdan, nedayîna xwarinê, bi awayekî kêfî birîna cezayên hucreyê, bi awayekî kêfî birîna cezayên dîsîplînê, nebirina revîrê û muameleya nebaş a gardiyanan." 
 
JI BO EFRÎNIYAN QAWÎŞ HATIN ÇÊKIRIN 
 
Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyên di Girtîgeha Hatayê de û parêzeran hatin girtin niha 200 efrîniyên sivîl di girtîgehê de ne û heta niha zêdetirî hezar sivîlên Efrînî anîne Girtîgeha Tîpa T a Hatayê û ji evan hin jê hatien berdan û gelek jê jî sewqî girtîgehên li Edene, Tarsûs, Îskenderûn, Konya û herêma Behra Reş kirine. Hat hînbûn ku li girtîgehê nahêlin efrînî biçin qawîşên siyasiyan û ji bo wan 5 qawîş hatine çêkirin û kapasîteya her qawîşê 16 kes in, lê belê li he rqawîşê zêdetirî 40 kes dimînin. 
 
ŞERT Û MERCÊN GIRAN 
 
Peywirdarekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku şert û mercên li girtîgeha Hatayê pir dijwar in û her sibeh sirûdên tirkî bi Efrîniyan didin guhdarîkirin û axaftina bir tirkî li wan tê ferzkirin. Peywirdar, destnîşan kir ku heta derengê şevê sirûd tên guhdarîkirin û bi vî awayî nahêlin girtî rakevin. Peywirdar got: "Carekê min ji serkarmend re got 'ji bo çi hûn wisa dikin?', got 'ferman ji jorê hatiye, divê rojeke xweş nebînin.' Her diçe şert û mercên dijwartir dibin û kes li hemberî vê dernakeve." 
 
Li ser vê em li girtîgehê geriyan, lê belê rayedaran got ew nikain tiştekî bibêjin û ji bo vê hûn dikarin li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bigerin. 

Sernavên din

02/03/2019
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN
01/03/2019
17:03 Buldan: Qeyûmên heqaretê li nirxê gelê kurd kirin em ê bişînin Enqereyê
16:38 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga lezgîn kir: Ya pêwîst bikin
15:57 Sîlopiyan: Emê qezenc bikin
15:39 Soylu li xerakirina Sûrê mikur hat: Hezar û 378 kargerî hatin xerakirin
15:29 Temellî li Dîgorê bû: Em ê qeyûman paqij bikin û biavêjin ser sergoyê faşîzmê
15:28 Jinan ji bo Guven dest bi kampanyeya îmzeyan kirin
Guven: 8'ê Adarê dê bibe mizgîniya azadiyê
15:27 ÇHD: Em bêdeng nabin emê bi ser bikevin
15:09 Pervîn Bûldan li Cizîrê ye: Ciwanan kenê li ser rûyên xwe şandin
14:57 Li Heskîfê bertek nîşanî DMME'yê dan: We çav li talankirina Heskîfê girtiye
14:44 Jinan bi boneya 8'ê Adarê kart ji girtiyan re şandin
14:17 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Qers li HDP’ê tê
14:07 Ji bo maça Amedspor-Sakaryasporê banga aqlê selîm kirin
13:48 ‘743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne'
12:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:55 Dozger ji xebatkarê Ozgur Gundemê Goktaş re ceza xwest
12:46 Alinak: Ne DEP'iyan û ne jî HDP'iyan bêdengiyê qebûl kir
12:34 Li 66 girtîgehan 331 girtî di greva birçîbînê ya bêdem dene
12:31 Sirri Sakik: 25 sal borîn di polîtîkaya dewletê de guhertin çênebû
12:07 Jinên Mêrdînê li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê dan
11:36 Altîn ê sîrgûnî Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê hat kirin, di tecrîdê tê girtin
11:28 DAIŞ'iyên ji Tirkiyeyê li Dêra Zorê rastî xezebê hatin
11:18 Altiparmak: Tecrîd li dijî standartên hiqûqiye
10:54 Rojnameger Zehra Dogan: Nêviyê welat girtî ye
10:53 Bernameya meha adarê ya Şa Performansê diyar bû
10:37 Ahmet Turk bersiv da Erdogan û got: Tayînkirina qeyûman wê ne hêsan be
10:01 Otobusa servîsê li Bayrampaşa qulipî: 9 kes birindar bûn
09:42 'Grevên birçîbûnê dê bandora xwe li 8’ê Adarê bixe'
09:23 Li 8 gundên Pîranê qedexeya derve hat îlankirin
09:21 Dayika ku nikare kurê xwe yê di greva birçîbûnê de bibîne: Êdî bes e
09:20 Bernameya meha Adarê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:19 ‘Îktîdar pêşî mizgeftê çêdike, paşê tesîsan ava dike'
09:19 Serokê Odeya Plansazkarên Bajêr: Ji bo rantê mîmariya bajar diguherînin
09:18 Namzetê HDP'ê yê Cirnê Reş: Gel ji her tiştî hatiye mehrûmkirin, em ê navçeyê veguherînin bihiştê
09:17 OSO îşkence kir û teslîmî Tirkiyeyê kir, dadgehê jî 9 sal ceza birî
09:16 Albuma 'Çira' ya Alî Sîzer derket
09:15 Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît: Çalakiyên greva birçîbûnê nîşan didin ku li welat hiqûq nemaye
09:15 Namzetê HDP'ê yê Manîsayê: Ruhê Fatsayê ji bo pêşerojê vîzyonek e
09:13 Jinên çûn serdana Leylayê: Em ê li her derê qala berxwedana wê bikin
09:12 Qirîzê li bajara jinan xist: Ji 20 kesan man 4 kes
09:12 Wê jin ber bi Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ve biherikin
09:11 Berxwedana Leyla Guven di roja 114'mîn de didome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2019'AN
28/02/2019
19:01 Bi sedan endamên DAIŞ‘ê teslîmî QSD‘ê bûn
16:59 Namzetê Hevşaredariya Êlihê Demîr: Ne kes raman esas e
16:54 Guven: Divê jin bihêz beşdarî 8’ê Adarê bibin
16:37 Temellî: Demokrasiya xwecihî pêdiviya Tirkiyeyê ya lezgîn e
16:34 HDP ‘Rapora Qeyûman’ aşkera kir
16:17 'Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê ye'
16:09 Rojeva jinan a 8’ê Adarê rakirina tecrîdê ye
15:53 Erdogan ê namzetiya wî hat betalkirin: Em dê di 31'ê Adarê de bersîv bidin
15:39 Jin dê 8'ê Adarê bi dirûşmeya 'Ji bo azadiyê berxwedan û grev' dê pêşwazî bikin
15:32 ‘Di 8’ê Adarê de em bi rengên xwe li qadan bin’
15:23 ‘Dîmenên dema gule berdan Kurkut kêlî bi kêlî lêkolîn kirin'
14:55 Li Cizîrê, ji bo hevdîtina Buldan tevlî bibe bang hat kirin
14:54 Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya NY: Li Efrînê sûcê şer hat kirin
14:47 Bîlgen ê HDP’î: Malhebûna xwe eşkere bikin
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan