Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin 2019-02-28 09:42:47   HATAY - Hat hînbûn ku ji Efrînê zêdetirî hezar sivîl bi îdiaya "endamtiya rêxistinê, xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" anîne Hatayê û piştî îşeknecekirinê ew birine Girtîgeha Tîpa T a Hatayê.  Piştî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ketin Efrînê, ji navenda Efrîn û navçeyên wê bi hezaran sivîl hatin revandin û radestî TSK'ê hatin kirin. Tê gotin, ji van sivîlan hin jê hatine kuştin û hin jê jî li girtîgehên Efrînê tên ragirtin. Her wiha hejmara efrîniyên bi îdiaya YPG-YPJ'î ne anîn Tirkiyeyê jî tam nayê zanîn, lê belê tê gotin ewilî wan anîne Hatayê. Pêşî efrîniyan birine qereqolên li ser sînor û piştî çend rojan wan birine Fermandarya Cendirmeyan a Bajêr û Fermandariya Cendirmeyan a Antakyayê. Li vir jî nêzî 15 rojan hatien sekinandin û paşê wan sewqî dadgehê kirine û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê, xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" wan girtine û şandine Girtîgeha Tîpa T a Hatayê.    HATIN ÎŞKENCEKIRIN    Hat diyarkirin ku kesên ji Efrînê anîne hemû sivîl in, lê belê li Hatayê polîs, dozger, leşker û dadger wek sivîlan nêzî wan nebûne û bi îdiaya endamtiay rêxistinê hatine tawanbarkirin. Hat gotin, pêşî li li navendên li bajêr hatine avakirin hatine îşkencekirin û piştî van îşkenceyan radestî TSK'ê hatine kirin. Hat destnîşan kirin piştî radestî TSK'ê hatine kirin, leşkeran tahde li wan kiriye û li qereqolên cendirmeyan ên li Hatay û Antakyayê jî hatine îşkencekirin.    HEMAN KES IN    Hat diyarkirin ku kesên li qereqolan sivîl îşkence kirine heman kes in û ji van kesan navê yekî Ebû Saîd û yê din Ebû Adnan e ku her du jî ebrpirsiyarên OSO'Yê ne. Hat hînbûn ku Ebû Saîd û Ebû Adnan hem li Efrînê hem jî li Tirkiyeyê sivîl îşkence kirine. Ji sivîlên hatin îşkencekirin navê çend kesan wiha ye: "Raşit Maho, Cengiz Mustafa, İdris Mustafa, Mesud Mecid Kilkavi, Firas Kilkavi, Hüseyin Kilkavi, Ahmet Maho, İbiş Maho, Ramadan Hanif Maho, Muhammed Cafer û Rezzan Behcet Ahmet."   LI GIRTÎGEHÊ JÎ HATIN ÎŞKENCEKIRIN    Hat gotin piraniya sivîlan şandine Girtîgeha Tîpa T a Hatayê û li girtîgehê jî hatine îşkencekirin. Pêşî di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û hatine îşkencekirin û ev îşkence bi hefteyan dewam kiriye. Hat gotin, gardiyan û leşkeran li girtîgehê bi awayekî dijwar ew îşkence kirine û li waîşan jî bi awayekî sîstematîk wan îşkence dikin. Piştî ev yek ket rojeva raya giştî îşkence kêm bû. Efrîniyên hatin girtin niha bi zext û zoriyên bi vî rengî re rû bi rû dimînin: "Nedayîna avê, bi şev avêtina ser qawîşan, kelemçekirina bi ranzayan û lêdan, nedayîna xwarinê, bi awayekî kêfî birîna cezayên hucreyê, bi awayekî kêfî birîna cezayên dîsîplînê, nebirina revîrê û muameleya nebaş a gardiyanan."    JI BO EFRÎNIYAN QAWÎŞ HATIN ÇÊKIRIN    Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyên di Girtîgeha Hatayê de û parêzeran hatin girtin niha 200 efrîniyên sivîl di girtîgehê de ne û heta niha zêdetirî hezar sivîlên Efrînî anîne Girtîgeha Tîpa T a Hatayê û ji evan hin jê hatien berdan û gelek jê jî sewqî girtîgehên li Edene, Tarsûs, Îskenderûn, Konya û herêma Behra Reş kirine. Hat hînbûn ku li girtîgehê nahêlin efrînî biçin qawîşên siyasiyan û ji bo wan 5 qawîş hatine çêkirin û kapasîteya her qawîşê 16 kes in, lê belê li he rqawîşê zêdetirî 40 kes dimînin.    ŞERT Û MERCÊN GIRAN    Peywirdarekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku şert û mercên li girtîgeha Hatayê pir dijwar in û her sibeh sirûdên tirkî bi Efrîniyan didin guhdarîkirin û axaftina bir tirkî li wan tê ferzkirin. Peywirdar, destnîşan kir ku heta derengê şevê sirûd tên guhdarîkirin û bi vî awayî nahêlin girtî rakevin. Peywirdar got: "Carekê min ji serkarmend re got 'ji bo çi hûn wisa dikin?', got 'ferman ji jorê hatiye, divê rojeke xweş nebînin.' Her diçe şert û mercên dijwartir dibin û kes li hemberî vê dernakeve."    Li ser vê em li girtîgehê geriyan, lê belê rayedaran got ew nikain tiştekî bibêjin û ji bo vê hûn dikarin li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bigerin.