Li Girtîgeha Rihayê rewşa girtiyan gihişt asta talûkeyê

  • rojane
  • 09:27 24 Sibat 2019
  • |
img
RIHA - Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Rihayê Parêzer Mûstafa Vefa ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê yên li girtîgehên Rihayê dişopîne, diyar kir ku ji girtiyan 3 jê nikarin derkevin hevdîtin û li gelekan jê jî gêjbûn, bêhalî, bêxewî, zihîfbûn peyda bûye. 
 
Li 62 girtîgehan 317 girtî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê û Girtîgeha Tîpa T a Sîwêrekê girtiyên ku di 5'ê Çile de dest bi greva birçîbûnê kirin, 51 rojin di greva birçîbûnê de ne. Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 Rihayê jî girtiyên di 6'ê Çile de dest bi grevê kirin 50 rojin di grevê de ne. 15 girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne, rewşa tenduristiya wan hatiye asta talûkeyê. Heyeta ku ji parazvanên mafên mirovan (ÎHD) û xizmetkarên tenduristiyê pêk tê hefteya borî li girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn. Endamê MYK'ê ya ÎHD'ê û Endamê Komîsyona Girtîgehan Prz. Mustafa Vefa, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T-2 a Rihayê 6,  li Girtîgeha Tîpa T a Sîwêrekê 4, li Girtîgeha Tîpa T-1 a Rihayê 5 girtî di grevê de ne.
 
‘NIKARIN AVÊ VEXWIN' 
 
Vefa, anî ziman ku piştî girtiyan dest bi çalakiyê kir û şûnde her hefde diçe bi wan re hevdîtin dike û wiha got: "Di destpêka grevê de tu pirsgirêka fîzîkî ya girtiyan tune bû. Lê piştî çalakî dirêj bû êdî sergêşî, serêş, xelandina mahd, bêhalî, ricifîn çêdibin û tîbûnê ji bîr dikin. Bê xew dimînin. Gelek kîlo dane. Girtî demek dirêje nikarin xweşik razên. Rojê 2- 3 saetan dikarin razên. Hinek ji wan dema avê vedixwin verdişin. Ji ber vê yekê êdî hinek girtî nikarin avê vexwin. Girtiyên ku êdî nikarin avê vexwin rewşa wan xera dibe. Hinek girtiyên di grevê de rewşa wan me dixin nava fikaran."  
 
‘DESTÛR NADIN BIJÎŞK WAN BIBÎNIN'
 
Vefa, da zanin ku ji bo rewşa çalakgerên di greva birçîbûnê de bişopîne rêveberiya ÎHD'ê û Odeya Tabîban a Rihayê bi hevre ketine nava tevgerê û wiha got: "Lê rêveberiya girtîgehê destûr nade ku hekîmên girêdayî Odeya Tabîban a Rihayê bi girtiyan re hevdîtin bike. Navenda Giştî ya ÎHD û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) bi hevre vê xebatê dişopînin. Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) piştgiriyê dide me. Rêveberiya girtîgehê destûr nade hekîmen girêdayî odeya tabîban çalakgeran ziyaret bike û kontrol bike. Hekîm tenê bi qasî agahiyên ku em didin wan dibin xwedî agahî.  Divê daxwazên girtiyan esas bên girtin û li gorî wê gav bên avêtin. Li gorî me û navenda ÎHD'ê bi wan re hevditin kir daxwazên wan ên şexsî tune ye. Tenê daxwazek wan heye. Ew jî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e." 
 
Vefa, destnîşan kir ku piştî çalakgeran dest bi greva birçîbûnê kir mafê wan ê civakî, çandî û ragihandinê yek bi yek ji destê wan hat girtin û roj bi roj bêtir mafê wan bi sînor dikin. Vefa, da zanîn ku her diçe lêgerîna kawîşan zêde dikin û êdî gardiyan neheqiyê li girtiyan dike. Vefa, bilêv kir ku dema girti li dijî vê helwesta gardiyanan nerînên xwe tînin ziman, rastî cezayê hucreyê tên. Vefa, da zanîn ku wan li dozgeriya girtîgehê îtîraz kiriye û wiha berdewam kir: "Daxwaznameyên ku girtiyan ji Wezareta Dadê re nevîsandin, ji aliyê reveberiya girtîgehê ve hatin desteserkirin." 
 
'BIJÎŞK BI RÊK Û PÊK GIRTIYAN KONTROL NAKE' 
 
Vefa, da zanîn ku piştî girtî ketin greva birçîbûnê divê bijîşkê revîrê biçe li kawîşan girtiyan kontrol bike û wiha lê zêde kir: "Zorê li girtiyên di grevê de dikin ku ew biçin revîrê. Ji ber girtî naçin revirê bijîşkê revîrê jî bi rêk û pêk naçe girtiyên di grevê de kontrol nake. Li Girtîgeha Tîpa 1 û 2 a Rihayê hekîm nehatiye tayînkirin. Ji ber vê yekê hekîm ji bo demek kurt tên peywirdarkirin. Her hekîmek li gorî xwe nêzîk dibe. Hinek hekîm li dijî girtiyan helwestên xerab nişan didin. Di şertên asayî de divê bejîşk biçe kawişan girtiyan kontrol bike. Lê bijîşk bang li girtiyan dike ku biçin revîrê wan muayine bike. Kontrolên ku divê her roj bên kirin, an ji 3 rojan carekê an jî ji hefteyê carekê tên kirin. Girtiyan diyar kirin ku hekîmê girtîgehê bi girtiyan eleqeder nabe. Hin caran tansiyonê wan jî napîve. Li gorî gotina girtiyan hekîm gotiye 'Ji xwe hûnê bimirin. Min eleqeder nake. Hûn neketibûna grevê' û gerfê xwe bi girtiyan dike." 
 
VÎTAMÎN NADE GIRTIYAN 
 
Vefa, destnîşan kir ku ji ber vîtamîna B1  li Tirkiye tune divê ev vîtamîn ji derve bê û wiha bi dawî kir: "Li şûna vîtamînê B6 û B12, kompleksa Bimexê didin girtiyan. Lê ev nabe bersîva vîtamîna B1. Me bi rêveberiya girtîgehê re hevditin kir û me xwest Vîtamîna B1 bidin girtiyan. Rêveberiya Girtîgehe jî diyar kir ku ji ber vîtamîna B1 li Tirkiye tune nikarin vê daxwazê bibersivînin. Dîsa me xwest rêveberiya girtîgehê hekîmekî tayîn bike. lê wan jî diyar kir ku dê di nava mehekê de hekîmekî tayîn bikin. Dîsa me xwest li hemberî name û daxwaznameyên girtiyan ên ji Wezareta Dadê re dişînin hesas tev bigerin. Lê piştî vê hevdîtina rêveberiya girtigehê re hefteyek din em dîsa çûn me dît ku helwesta rêveberiya girtîgehê nehatiye guhertin. 
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 û 2 a Rihayê di hefteya dawî de Uğur Togyıldız, Selman Buyuktop û Semra Akhan ji ber rewşa wan a tenduristiyê xera bûye nikarîbûn derkevin hevdîtinê. Daxwazên girtiyan heqûqî û rewa ye. Niha 317 girtî di greva bêdem û bêdorveger de ne. Ger ku daxwazên wan pêk neyê dê bi sedan girtî jiyana xwe ji dest bidin. 
 
MA / Erdogan Alayumat 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/02/2019
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe
09:24 Rojnamevan Oktay der barê hevala xwe ya di greva birçîbûnê de nivîsî: Tu min dibînî?
09:23 'Em ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin Bedlîsê bi dest bixin'
09:20 Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê helbestek nivîsand
09:20 ‘Divê jin li dijî 'efûya zewicê' zemînên rêxistinbûyînê biafirînin'
09:19 Girtiyên dirûşme berz kirin cezayê hucreyê li wan hat birîn
09:18 'Tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e'
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN
25/02/2019
17:44 Jinên Şaredariya Rojava û Bakurê Sûriye ji Guven re name şandin
17:25 Li salona dadgehê dirûşmeya 'Bijî berxwedana zindanan' berz kirin
16:47 'Qeyûm dê biçin û zarokên vî gelî dîsa wê bên bijartin'
16:40 Ji bo Leyla Guven meşiyan: Rûmeta me ye
15:55 Çalakger Nasir Yagiz nikare rabe ser xwe û raze
15:45 Komek ciwanên kurd li ber avahiya CPT çalakî pek anîn
15:39 Pîrînççîoglu: Qeyûman hemû mal û milkên şaredariyê dewr kirin e
15:34 'Em ê pirsgirêkên Çewlîgê bi ferasetek modern çareser bikin’
15:18 Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve: Hewldanên ji bo betalkirina Îhayê dê bidomin
14:12 'Hêza tundiya zilam xelas bike piştevaniya jinane'
14:10 Buldan: Divê AKP bêdeng nemîne tecrîdê rake
13:52 Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene
13:43 HDP'ê li Rihayê ji bo Cevherî xwe ji namzetiyê vekişand
13:29 Beverly Ann Keen: Emê li her derê daxwaza Leyla bînin ziman
13:17 HDP’ê îstîsmara zayendî ya li Serêkaniyê hat jiyîn bir Meclîsê
12:56 Polîsan daxuyaniya greva birçîbûnê ya Bakirkoyê asteng kirin
12:33 Cîgirê Serokê Baroya Wanê: EGM'ê îşkence parast
12:27 Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike
12:27 Yildiz ê MKP’î yê di greva birçîbûnê de: Divê sosyalîst bedeng nemînin
11:54 Vîtamînê nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene
11:11 Tifaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
10:52 Hunermend û rewşenbiran ji bo Guven bang kirin: Ne birçîbûn, bêdengî dukuje
10:51 Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul
10:09 CHP’iyê namzetiya wî hat paşvekişandin: Serokê me yê navçeyê bertîl ji AKP’ê girt
10:07 Xelatên Oscarê yên 91'emîn dan xwediyên wan
09:21 ‘Pergala hevserokatiyê li dijî zîhniyeta qeyûman e’
09:20 Girtiyên li Kandirayê: Ji zîndana li derve mil bidin milê me
09:19 Pisporên ewlehiya kar: Karkerên Mîlasê li ber çavan şandine mirinê
09:18 Rêxistina Jinan a Wekhev dê di 8’ê Adarê de li 4 bajaran dakevin qadan
09:17 Xwendekara MKU ya rastî gefa kuştinê hat serî li ÎHD'ê da
09:17 Nevîn Gokçe ya di grevê de: Tecrîd halê Kerbelayê ye
09:16 'Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin’
09:14 Hasret Kahraman a birayê wê di grevê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:13 Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike