Li Girtîgeha Rihayê rewşa girtiyan gihişt asta talûkeyê 2019-02-24 09:27:48   RIHA - Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Rihayê Parêzer Mûstafa Vefa ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê yên li girtîgehên Rihayê dişopîne, diyar kir ku ji girtiyan 3 jê nikarin derkevin hevdîtin û li gelekan jê jî gêjbûn, bêhalî, bêxewî, zihîfbûn peyda bûye.    Li 62 girtîgehan 317 girtî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê û Girtîgeha Tîpa T a Sîwêrekê girtiyên ku di 5'ê Çile de dest bi greva birçîbûnê kirin, 51 rojin di greva birçîbûnê de ne. Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 Rihayê jî girtiyên di 6'ê Çile de dest bi grevê kirin 50 rojin di grevê de ne. 15 girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne, rewşa tenduristiya wan hatiye asta talûkeyê. Heyeta ku ji parazvanên mafên mirovan (ÎHD) û xizmetkarên tenduristiyê pêk tê hefteya borî li girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn. Endamê MYK'ê ya ÎHD'ê û Endamê Komîsyona Girtîgehan Prz. Mustafa Vefa, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T-2 a Rihayê 6,  li Girtîgeha Tîpa T a Sîwêrekê 4, li Girtîgeha Tîpa T-1 a Rihayê 5 girtî di grevê de ne.   ‘NIKARIN AVÊ VEXWIN'    Vefa, anî ziman ku piştî girtiyan dest bi çalakiyê kir û şûnde her hefde diçe bi wan re hevdîtin dike û wiha got: "Di destpêka grevê de tu pirsgirêka fîzîkî ya girtiyan tune bû. Lê piştî çalakî dirêj bû êdî sergêşî, serêş, xelandina mahd, bêhalî, ricifîn çêdibin û tîbûnê ji bîr dikin. Bê xew dimînin. Gelek kîlo dane. Girtî demek dirêje nikarin xweşik razên. Rojê 2- 3 saetan dikarin razên. Hinek ji wan dema avê vedixwin verdişin. Ji ber vê yekê êdî hinek girtî nikarin avê vexwin. Girtiyên ku êdî nikarin avê vexwin rewşa wan xera dibe. Hinek girtiyên di grevê de rewşa wan me dixin nava fikaran."     ‘DESTÛR NADIN BIJÎŞK WAN BIBÎNIN'   Vefa, da zanin ku ji bo rewşa çalakgerên di greva birçîbûnê de bişopîne rêveberiya ÎHD'ê û Odeya Tabîban a Rihayê bi hevre ketine nava tevgerê û wiha got: "Lê rêveberiya girtîgehê destûr nade ku hekîmên girêdayî Odeya Tabîban a Rihayê bi girtiyan re hevdîtin bike. Navenda Giştî ya ÎHD û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) bi hevre vê xebatê dişopînin. Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) piştgiriyê dide me. Rêveberiya girtîgehê destûr nade hekîmen girêdayî odeya tabîban çalakgeran ziyaret bike û kontrol bike. Hekîm tenê bi qasî agahiyên ku em didin wan dibin xwedî agahî.  Divê daxwazên girtiyan esas bên girtin û li gorî wê gav bên avêtin. Li gorî me û navenda ÎHD'ê bi wan re hevditin kir daxwazên wan ên şexsî tune ye. Tenê daxwazek wan heye. Ew jî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e."    Vefa, destnîşan kir ku piştî çalakgeran dest bi greva birçîbûnê kir mafê wan ê civakî, çandî û ragihandinê yek bi yek ji destê wan hat girtin û roj bi roj bêtir mafê wan bi sînor dikin. Vefa, da zanîn ku her diçe lêgerîna kawîşan zêde dikin û êdî gardiyan neheqiyê li girtiyan dike. Vefa, bilêv kir ku dema girti li dijî vê helwesta gardiyanan nerînên xwe tînin ziman, rastî cezayê hucreyê tên. Vefa, da zanîn ku wan li dozgeriya girtîgehê îtîraz kiriye û wiha berdewam kir: "Daxwaznameyên ku girtiyan ji Wezareta Dadê re nevîsandin, ji aliyê reveberiya girtîgehê ve hatin desteserkirin."    'BIJÎŞK BI RÊK Û PÊK GIRTIYAN KONTROL NAKE'    Vefa, da zanîn ku piştî girtî ketin greva birçîbûnê divê bijîşkê revîrê biçe li kawîşan girtiyan kontrol bike û wiha lê zêde kir: "Zorê li girtiyên di grevê de dikin ku ew biçin revîrê. Ji ber girtî naçin revirê bijîşkê revîrê jî bi rêk û pêk naçe girtiyên di grevê de kontrol nake. Li Girtîgeha Tîpa 1 û 2 a Rihayê hekîm nehatiye tayînkirin. Ji ber vê yekê hekîm ji bo demek kurt tên peywirdarkirin. Her hekîmek li gorî xwe nêzîk dibe. Hinek hekîm li dijî girtiyan helwestên xerab nişan didin. Di şertên asayî de divê bejîşk biçe kawişan girtiyan kontrol bike. Lê bijîşk bang li girtiyan dike ku biçin revîrê wan muayine bike. Kontrolên ku divê her roj bên kirin, an ji 3 rojan carekê an jî ji hefteyê carekê tên kirin. Girtiyan diyar kirin ku hekîmê girtîgehê bi girtiyan eleqeder nabe. Hin caran tansiyonê wan jî napîve. Li gorî gotina girtiyan hekîm gotiye 'Ji xwe hûnê bimirin. Min eleqeder nake. Hûn neketibûna grevê' û gerfê xwe bi girtiyan dike."    VÎTAMÎN NADE GIRTIYAN    Vefa, destnîşan kir ku ji ber vîtamîna B1  li Tirkiye tune divê ev vîtamîn ji derve bê û wiha bi dawî kir: "Li şûna vîtamînê B6 û B12, kompleksa Bimexê didin girtiyan. Lê ev nabe bersîva vîtamîna B1. Me bi rêveberiya girtîgehê re hevditin kir û me xwest Vîtamîna B1 bidin girtiyan. Rêveberiya Girtîgehe jî diyar kir ku ji ber vîtamîna B1 li Tirkiye tune nikarin vê daxwazê bibersivînin. Dîsa me xwest rêveberiya girtîgehê hekîmekî tayîn bike. lê wan jî diyar kir ku dê di nava mehekê de hekîmekî tayîn bikin. Dîsa me xwest li hemberî name û daxwaznameyên girtiyan ên ji Wezareta Dadê re dişînin hesas tev bigerin. Lê piştî vê hevdîtina rêveberiya girtigehê re hefteyek din em dîsa çûn me dît ku helwesta rêveberiya girtîgehê nehatiye guhertin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 û 2 a Rihayê di hefteya dawî de Uğur Togyıldız, Selman Buyuktop û Semra Akhan ji ber rewşa wan a tenduristiyê xera bûye nikarîbûn derkevin hevdîtinê. Daxwazên girtiyan heqûqî û rewa ye. Niha 317 girtî di greva bêdem û bêdorveger de ne. Ger ku daxwazên wan pêk neyê dê bi sedan girtî jiyana xwe ji dest bidin.    MA / Erdogan Alayumat