ÊLIH - ÎHD’ê derbarê Merve Demîrel a rastî êrîşa zayendî ya polîsekê hat de daxuyanî da û got: “Divê sûcdarê bûyerê demildest ji kar bê avêtin. Pêwîste ku hikûmet vê sûca li ber çavê raya giştî hat kirin, bê ceza nehêle.”
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) ê ya Êlihê, derbarê xwendekara zanîngehê Merve Demîrel a di dema binçavkirinê de li Enqerê rastî tacîza zayendî ya polîsekê hat de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
‘DIVÊ BÊ CEZAKIRIN’
Komîsyona Jinan a ÎHD’ê di daxuyaniya da de, wiha got: “Polîsê ku êrîşa zayendî li dijî Demîrel pêk anî, li ser sûc hatiye girtin. Daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Enqerê ya darbarê bûyerê de da jî, rewşeke hîn xerabtir derxistiye holê. Di dîroka Tirkiyeyê de, em ne xerîbên êrîş û îstîsmarên zayendî yên dibin çavan de hatine krin. Ne cezakirina polîsê faîlê vê bûyerê, sûçe. Em qebûl nakin ku her kêlî jin rastî gef û êrîşên zayendî yên polîsan bên. Divê bersûcê vê bûyerê demildest ji kar bê avêtin. Ev sûcê ku hikmê wê zelale, divê cezakirin. Em ê weke ÎHD’ê bibin şopdarê pêvajoya cezakirina vî sûcî.”