ÎHD: Divê polîsê êrîşa zayendî pêk anî bê cezakirin 2019-02-22 12:45:31   ÊLIH - ÎHD’ê derbarê Merve Demîrel a rastî êrîşa zayendî ya polîsekê hat de daxuyanî da û got: “Divê sûcdarê bûyerê demildest ji kar bê avêtin. Pêwîste ku hikûmet vê sûca li ber çavê raya giştî hat kirin, bê ceza nehêle.”    Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) ê ya Êlihê, derbarê xwendekara zanîngehê Merve Demîrel a di dema binçavkirinê de li Enqerê rastî tacîza zayendî ya polîsekê hat de, daxuyaniyek nivîskî weşand.   ‘DIVÊ BÊ CEZAKIRIN’   Komîsyona Jinan a ÎHD’ê di daxuyaniya da de, wiha got: “Polîsê ku êrîşa zayendî li dijî Demîrel pêk anî, li ser sûc hatiye girtin.  Daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Enqerê ya darbarê bûyerê de da jî,  rewşeke hîn xerabtir derxistiye holê. Di dîroka Tirkiyeyê de, em ne xerîbên êrîş û îstîsmarên zayendî yên dibin çavan de hatine krin. Ne cezakirina polîsê faîlê vê bûyerê, sûçe. Em qebûl nakin ku her kêlî jin rastî gef û êrîşên zayendî yên polîsan bên. Divê bersûcê vê bûyerê demildest ji kar bê avêtin. Ev sûcê ku hikmê wê zelale, divê cezakirin. Em ê weke ÎHD’ê bibin şopdarê pêvajoya cezakirina vî sûcî.”