Fermandarê Giştî yê QSD'ê Ebdî: Şerê eniyê xelas bû, ji bo tunekirina DAİŞ’ê me stratejiyek nû diyar kir

  • rojane
  • 10:40 21 Sibat 2019
  • |
img

DÊRA ZOR - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Ebdî, diyar kir ku şerê eniyê yê bi DAÎŞ'ê re xelas bû û ji bo tunekirina DAIŞ'ê ya hişmendî û bîrdozî stratejiyek nû diyar kirine. Ebdi, bal kişand ser herêma 'Ewlehiyê" û wiha got: "Ger ku aramiya herêmê bê mîsogerkirin û di serî de Tirkiye û hêzên derve êrîş nekin û hêzên li herêmê bibin xwedî biryar, wê demê em dikarin Projeya Herêma Ewle qebûl bikin. 

 
Şerê navxweyî yê li Sûriye piştî sala 2013’an bi destê hêzên derve DAIŞ li herêmê hat bicih kirin û tev li şerê navxweşî yê Sûriye bû. DAÎŞ ku 6 salin li Sûriye li dijî hêzên herêmê şer dike, li bajaroka Hecîn a  Dêraz Zorê asê maye û li ber tunebûnê ye. Piştî ku hêzên DAIŞ'ê xistin nava qada şer, DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê li gelek bajaran serdestî bi dest xist û êrîşî gelê kurd û nirxên gelê herêmê kirin. Êrîşî Kerkûk, Mûsîl, Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û gelek bajarên kurdan kirin. Dema êrîşî Kobanê kirin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî êrîşên dijwar ên DAIŞ'ê şerekî dîrokî ku bala hemû cîhanê kişand da. Dîsa YPG û YPJ'ê li bajarên Girêspî, Eyn Îsa, Hesekê, Minbic, Tabqa, Rakka li dijî DAIŞ'ê şerekî pir dijwar da û DAIŞ ji van bajaran paqij kir. Herî dawî bi tevlêbûna YPG û YPJ bi pêşengiya QSD'ê li Dêra Zorê li dijî DAIŞ'ê şerekî dijwar dan û DAÎŞ di milê fîzîkî de anîn sînorê tunekirinê û li herêma 600-700 metrekareyî asê kirin. Der barê şerê DAIŞ'ê yên 6 salan ku li Sûriye meşand û berxwedana YPG, YPJ û QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Ebdî, li bajaroka Hecînê ku hêzên DAÎŞ'ê lê asê mane pirsên MA'yê bersivandin û diyar kir ku piştî şerê li dijî DAIŞ'ê stratejiya piştî DAÎŞ'ê ya li herêmê diyar dikin. Ebdî, anî ziman ku 5 salin li dijî DAÎŞ’ê şerekî pir dijwar dimeşinin û wiha got: "Yekemîn şerê me yê li dijî DAIŞ'ê di 1'ê Çileya 2014'an de li Til Hemisê dest pê kir. Ji wê rojê heta niha em li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Îro di şerê eskerî yê li dijî DAIŞ'ê de em hatin dawiya şer. Niha gundê Boxazê yê Dêra Zorê me yekîneyên DAIŞ'ê asê kirine. Ji ber ku sivîl li vir hene em hasas nêzîk dibin. Şerê me yê niha ji bo rizgarkrina sivîlan e. DAİŞ kêliya xwe ya dawî dijî. Çend saet û kêlî maye ku DAİŞ biqede. 
Piştî şerê li dijî Baxozê biqede şerê eskerî yê li dijî DAIŞ'ê diqede. Em wê demê dikarin bêjin şerê eniyê yê li dijî DAIŞ'ê jî diqede. Hebûna DAIŞ'ê ya eskerî bi dawî dibe. Xelîfeya DAİŞ'ê têk çû. Lê nayê wê wateyê DAİŞ di milê eskerî de xwe bi rêxistin nake. Ji bo xebaskirina bi temamî ya DAIŞ'ê me stratejiyek nû diyar kir. Niha DAİŞ hebûna xwe di milê hişmendî û ideolojik de berdewam dike. Bi awaykî veşarî rêxistinbûna xwe ya eskerî pêş dixe. Piştî şerê Baxozê biqede em dikarin bêjin DAİŞ di milê eskerî de tune dibe. DAÎŞ ku 5 salin li dijî hemû cîhanê gefan dixwe êdî xelîfetiya wê bi dawî bû. Ji bo em DAIŞ'ê di milê bîrdozî û hişmendiyê de bi temamî xelas bikin me stratejiyên nû diyar kir. Ev stratejî dê li ser du pêngavan pêk bê. Pêngava yekem dê li dijî xeta fikrî ya DAÎŞ’ê pêş bikeve. li Herêma Bakur û Rojhilat a Sûriye bi hezaran dildarên DAÎŞ'ê hene. Li gorî pergaıla Hucre li herêmê belav bûne. Li qada hewzeya Firatê, çemê Xabûrê û sînorê Irak û Suriye hêj çalakiyan pêk tînin û êrîşî gel dikin. Li gorî vê yekê em ê operyonên ewlehiyê yên berfireh pêk bînin. Ev yek dê gav bi gav pêk bê. Em dê van operasyonan bi koalîsyonê re pêk bînin. Wekî bere dê hemû hêzên me di van operasyonan de cih negire." 
 
PENGAVA DUYEMÎN DEMEK DIRÊJ DIXWAZE
 
Ebdî, bal kişand ser pêngava duyemîn a bi fikr û bîrdoziya DAIŞ'ê re û wiha lê zêde kir: "DAÎŞ'ê li vê qadê bingehek civakî jî ava kir. Kesên ketin bin bandora fikr û bîrdoziya DAIŞ'ê jî hene. Yên di milê fikrî de xebatê dikin jî hene. Pêngava duyemîn dê di milê bîrdozî û fikrî de pêş bikeve. Şerê me yê li dijî DAIŞ'ê bi Kobanê dest pê nekir û bi dawî nebû. Beriya wê jî û piştî wê jî heye. DAÎŞ'ê bi berfirehî êrîşî Kurdan kir. Li Başurê Kurdistanê êrîşî Şengalê kir. Êrîşî gelê Maxmurê kirin. Êrîşî Kobanê kirin. Me li dijî wan şerê parastinê pêş xist. Şerê me ji bo parastina hemû mirovahiyê pêş ket. Tu kesî newêrîbû li dijî DAİŞ’ê şer bike, lê me li dijî DAIŞ'ê şer kir. Rejîma Sûriye nekarîbû li dijî DAIŞ'ê şer bike. Niha piştî DAİŞ têk çû diyar dikin ku li dijî DAIŞ'ê ne. Tirkiye li pişta DAİŞ'ê bû. Me bi hêza xwe ya cewherî li dijî DAİŞ’ê şerekî pir mezin da. Me bedelên pir mezin dan. Gelê me êşên pir mezin jiyan. Piştî bedel û êşên mezin em îro hatin dawiya şerê DAIŞ'ê yê eskerî û en li vir roportajê dikin. Ev serkeftinek e."  
 
PIŞTÎ ŞERÊ LI REQQA BIRYAR HAT DAYÎN KU ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞÊ BIDIME
 
Ebdî, da zanîn ku piştî şerê li Reqqayê hat plankirin ku dê şerê li dijî DAİŞ’ê berdewam bike û wiha got: "Ev plan bi mere hat parvekirin û em jî weki QSD tev li vî şerê li dijî DAIŞ'ê bûn. Biryar hat dayîn ku piştî şerê Reqqa yê li dijî DAİŞ’ê bi hemû hêza xwe berdewam bike. 2019 û 2020 jî dê bi vî rengî berdewam bike. Li ser vî esasî di nava koalisyon û QSD'ê de hevpariyek heye. Di destpêka sala 2019’an de Serokê DYA'yê Donald Trump daxuyanî da û got 'Em ê vekişin" Ev ji bo şirîkên koalisyonê yên din nedihat payîn. Pentagon û rayedarên eskerî jî ne li benda daxuyaniyek bi vî rengî bûn. Lê di encamê de ev biryara DYA Bû. Piştî vê biryarê hin tişt pêş ketin. Ev hêz ketin nava hesabên nû. Ewil Tirkiye ket nava bendewariyekê. Ji bo têkevin qadên ku me ji DAİŞ'ê rizgar kiriye destê xwe mizdan. Hêzên navneteweyî ku xwestin têkevin şûna DYA jî hebûn. Em nihali gorî vê rewşa nû amadedariyên xwe dikin û dixwazin li cem gelê xwe cih bigirin. 
 
PIŞTÎ ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞÊ DÊ KOALÎZYON HÊZA XWE KÊM BIKE'
 
Ebdî, bal kişand piştî şerê li dijî DAİŞ’ê û wiha pêde çû: "Piştî şerê eskerî yê li dijî DAIŞ'ê bi dawî bibe DYA dê hinek hêza xwe vekişîne. Dê hin çekên xwe yên giran vekişîne. Hêza Koalisyonê dê beşek hêza xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûruiye vekişîne. Lê têkoşîna me ya li dijî DAİŞ’ê li gorî me diyar kiriye dê bidome. Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê ya milê bîrdozî û rêxistini dê bidome. 
 
'LI KOBANÊ TIRKIYE DAÎŞ AJOT SER ME' 
 
Mazlum Ebdî, bal kişand ser şerê li Kobanê û polîtîkayên Tirkiye û wiha pêde çû: "Tirkiye hêvî dikir ku Kobanê bikeve. DAÎŞ diaojot ser me. Wê demê têkiliyên Tirkiye û DAIŞ'ê pir baş bûn. hemû deriyên xwe yên sînor vekirbûn. Bazirganiya bi DAIŞ'ê re dikir.  Ger ku DAÎŞ li Kobanê bi ser ketibûya dê herêma Cizîrê jî Stendibûya. Dê piştre Efrîn  û Ezaz stendibûya. Lê ev plana wê pêk nehat. Ev plana Tirkiye û DAIŞ'ê ya hevpar bû. 
 
PIŞTÎ TIRKYE KET AXA SÛRIYE TABLOYEK NÛ DERKET 
 
Ebdî, bal kişand ketina Tirkiye ya Efrînê û wiha bilmêv kir: "Piştî Tirkiye ket axa Sûriye tabloyek nû derket holê. Tirkiye cîranê Sûriye ye. Ketina Tirkiye ya Sûriye dagirkerî ye. Berê herêma Îskenderunê wisa dagir kiribûn. Niha jî dikevin kijan axê li wir xwe mayinde dikin û li wir bi cih dibin. Divê du welatparêz û welatiyên Sûriye vê yekê qebûl nekin. 
 
'PIRSGIRÊKA ME NÎNE, PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ BI ME RE HEYE' 
 
Ebdî diyar kir ku Tirkiye dewletek endama NATO'yê ye û wiha got: "Mutefîkek stratejîk a DYA'yê ye. DYA di mijara Sûriyeyê de naxwaze ku li dijî Tirkiyeyê şer dest pê bike. Naxwaze ku nakokiyê wan kûr bibe. DYA dixwaze êrîşên Tirkiyeyê li dijî herêmên me bi rêya siyasî û peymanan çareser bike. DYA rêya diyalogê esas digire. Pirsgirêkek me bi Tirkiyeyê re nîne. Pirsgirêka Tirkiyeyê bi me re heye. Çimkî dixwaze were vir û dagir bike. Ji bo vê yekê DYA dixwaze pirsgirêka Tirkiyeyê ne bi şer di çarçoveya çareseriyê de pêk bîne. Di vê çarçoveyê de bi taybetî piştî daxuyaniya DYA'yê ya vekişînê hewldanên êrîşên Tirkiyeyê zêdetir bûn. Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi xwe re gelek geşedanên cuda bîne. Niha hevsendiyên li Sûriyeyê ava bûne dê rê li ber guhertinên mezin veke. Wê bandora wê li ser herêmê bibe. Dê di hevsendiyên DYA û Rûsyayê de jî rê li ber guhertinên mezin vebike. Ji ber vê yekê serî li rêyek din didin. Di vê çarçoveyê de projeya herêma ewle derket holê. Me jî têkildarî vê mijarê şertên xwe diyar kir û me gotibû em beşdar dibin. Şertên me çi ne? Bila herêm bibe xwedî îstîkrar. Di serî de Tirkiye û hemû hêzên derve ji êrîşan re girtî bin. Hêzên li herêmê ji bo bibin xwedî biryar divê gelên herêmê bên qebûlkirin. Ancak Tirkiye cuda difikire. Ew dixwazin bikevin herêmê û bibin xwedî biryar. Ev jî ne mimkin e. Ne em û ne jî gelên herêmê tiştek wisa qebûl dike." 
 
'DERIYÊN ME JI DIYALOGÊ RE VEKIRÎ NE' 
 
Ebdî bal kişand ser herêma bi ewle û got: "Em di vê mijarê de zelal in. Di çarçoveya me diyar kir de divê herêm ji tu êrîşan re nevekirî be. Ev der parçeyek Sûriyeyê ye. Divê sûriyeyê xwedî biryar bin. Em carek din eşkere dikin ku bi vî şiklî deriyên me ji diyalog û têkiliyan re vekirî ye." 
 
'TIRKIYE ÊRÎŞÎ ME DIKE' 
 
Ebdî anî ziman ku Tirkiye tu carî rast nabêje û wiha domand: "Dixwazin raya giştî û hêzên bi wan re têkildar in her tim mijûl bike. Qey tu yê bêjî her tim em êrîşî wan dikin û dixwazin têgihiştinek wisa ava bikin. Ev ne rast e. Yên heta îro rastî êrîşê hatine em in. Yên her roj mirovên me li ser sînor tên kuştin em in. Ne ew tên kuştin. Em wek herêm tu xetereyan nadin pêşiya wan. Ev 8 sal in me êrîşî tu kesî nekiriye. Wê ji niha şûn ve jî wisa bibe. Yên ku bi hurmet nêzî axa me bibin em ê wan qebûl bikin. Ji bilî vê yekê em bi tu awayî têkilî dayînê qebûl nakin." 
 
'HEVDÎTINÊN LI GEL REJÎMÊ DIDOMIN' 
 
Ebdî bal kişand ser hevdîtinên wan ên bi rejîma Sûriyeyê re û wiha pêde çû: "Di vê mijarê de rêveberiya me ya siyasî nexşerêyek diyar kir. Vê yekê bi şiklê xalan ji raya giştî re eşkere kir. Hem ji hikumeta Şamê re û hem jî ji hêzên têkiliya wan bi rejîmê re hene ragihand. Hevdîtin dewam dikin. Em dixwazin li gel rejîma Sûriyeyê çareseriyek ava bikin. Şam paytexta Sûriyeyê ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyek Sûriyeyê ye. Di dawiya dawî de çareserî dê bi Şamê re pêk were." 
 
'QSD PARÇEYEK SÛRIYEYÊ YE' 
 
Ebdî bal kişand ser mijara ku xalek dibêje QSD parçeyek artêşa Sûriyeyê ye û wiha got: "Helbet ku çareseriyek li pêş bikeve daxwazên me jî hene. Ev 8 sal in em di nava şerekê de ne. Ev jî divê di çarçoveya daxwazên gelê me de pêk were. Wek QSD'ê yê me şertek me wiha ji bo çareseriyê heye. Diê dosyeya leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destê gelên herêmê de be. QSD di nava artêşa netewî ya Sûriyeyê de xweseriya xwe diparêz e. Em li ne li dijî saziyên netewî yên Sûriyeyê ne. Di nava van de saziya leşkerî jî heye." 
 
'HEMÛ GELAN ŞEHÎD DAN' 
 
Ebdî dawiya axaftina xwe wiha got: "Li gorî me ev rewş pir zelal e. Encama wê di qadêde diyar bû. 8 sal e me bi hezaran şehîd dan. Gelên me êşên mezin kişand. Kedek bêhempa hat dayîn. Tenê ne gelê kurd hemû gelên herêmê vê kedê da. Gelê Ereb ku bi me re dimeşe hene. Nîvê hêza me ya eskerî ji ereban pêk tê. Nîvî jî kurd in û yên din jî gelên me yên din in. Siberoja herêmê wê ev gel diyar bikin. Ji qada siyasî heta qada leşkerî wê ew zelal bikin. Ev xeta me ya sor e. Ji bilî vê tiştek din mimkin nîne." 
 
MA / Nazim Daştan
 
 

Sernavên din

25/02/2019
09:13 Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike
09:13 ‘Ew avê jî nedin me, em ê çalakiya xwe bidomînin’
09:00 ROJEVA 25'ê SIBATA 2019'AN
08:42 Berxwedana Leyla Guven di roja 110'emîn de didome
24/02/2019
17:11 Guven: Bi rakirina tecrîdê Tirkiye dê bêhnê bistîne
17:01 Çalakgerên Strasboûrgê: Em li her derê bi hev re rabin ser piyan
16:03 Li Agiriyê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:02 Vekirina buroya hilbijartinê li Nisêbînê bû mîtîng: Serkeftina me wê AKP-MHP'ê hilweşine
14:45 Elewiyên Kakaî li Dersimê ne
14:10 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Rojnameger Zehra Dogan hat berdan: Ezê pîşeyê xwe bidomînim
13:43 Lavrov: Me û Tirkiyeyê li ser Kurdên li Sûriyeyê li hev nekiriye
12:19 Birîndarê Gezi 6 salin têkoşîna hiqûqê dide
12:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
11:30 Bavê çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê çiqas bêdeng bimînin?
11:29 Li Serêkaniyê zarokên din jî rastî îstîsmarê hatin
10:51 Namzetên AA hedef nîşan dan: Dixwazin bi operasyonên ferasetê HDP’ê lewaz bikin
10:50 Karanfîl ji destekî digêje desê din û belav dibe
10:09 Li Stenbolê bi ser malbatek Sûriyeyî de girtin û kesek birîndar kirin
09:36 Lêpirsîn derbarê girtiyê bi birayê xwe yê girtî re li ser grevên birçîbûnê axivî, hat vekirin
09:28 'Em îro dîsan bibin bi 100 hezaran û dakevin kolanên Amedê'
09:27 Li Girtîgeha Rihayê rewşa girtiyan gihişt asta talûkeyê
09:06 Bi ‘Xaçerêk’ derket ser dikê û bi ‘Xaçerêk’ bi dawî kir
09:05 Dayika rojnamevan Altûn: Pênûsa kurê min di destê rojnamevanê birûmet de ye
09:04 'Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê dev ji vê rêyê bernedin'
09:03 Hemşîniya di greva birçîbûnê de: Wê ev felaket li ber Îmraliyê raweste
09:03 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê dest pê dike
09:02 Namzetên Îdirê: Jixwe gel tifaqa xwe çêkiriye
09:01 'Bi meşaleya ku Leylayê pêxist ber bi serketinê ve dimeşim'
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven di roja 109'emîn de didome
23/02/2019
18:42 Pîrozbahiyên ji bo 8'ê Adarê dest pê kirin: Daxwaza Leylayê daxwaza me ye
18:09 Nivîskar Jîr: Divê nivîskar hay ji êş û azarên civaka xwe hebe
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkere kir
16:50 Parêzerên hatin berdan: Li ber çavanên wan reş û şîn bûn
16:44 'Înfaza girtiyê nexweşê kanserê Ozbay taloq bikin'
16:35 Jinên rojnameger ên çûn serdan Guven: Em ê bibin dengê Leyla Guven
16:34 Pirtûkxaneya Lilavê bi 5 hezar pirtûk deriyê xwe ji xwîneran re vekir
16:20 Namzetên Hevşaredariya Amedê beşdarî çalakiya xizmên windayan bûn
15:57 HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
15:17 Hanîfe Yildiz: 24 salin me miriyê xwe nespartiye axê
15:02 ‘Girtiyê nexweş Bayram ê 71 salî berdin’
14:21 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Aqûbeta sazumankarê ÎHD'ê Can û Kaya pirsîn
12:18 Rêveberiya Girtîgehê li malbatan geriyan: Bila zarokên we grevê berdin
12:06 Suleyman Benzer ê di greva birçîbûnê de, di hucreyê de tê girtin
11:35 Dayik û bavê girtiyan: Ji bo daxwazên zarokên xwe em ji her tiştî re amade ne
10:41 Dest danîn ser radyoyên girtiyan
10:38 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
10:30 7 parêzerên ku fenera daxwazê firandin hatin binçavkirin
09:59 Girtiyên di greva birçîbûnê de, kirin hucreyan
09:17 Çalakgerê Strasbourgê Agît Ural nameyek ji keça xwe re şand.
09:07 Li Artûklûyê 33 cenaze li goristana bêkesan tên rawestandin
09:07 20 kesên sîxurtî li wan hat ferzkirin serî li ÎHD'ê dan
09:06 ‘Divê guh bidin daxwaza bi milyonan'
09:05 Serlêdaran bertek nîşanî biryara DMME'yê da: Wijdanê mirovan êşand
09:04 Geveriyan: Bila ji me dengan nexwazin
09:03 'Wê gel Tetwanê bi rê ve bibe'
09:03 Tumuklu: Îktîdar berberîbûnê dixe nav civakê
Gunay: Wê muxalefeteke ku tenê li ser sindoqan hûr dibe bi ser nekeve
09:02 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Wê bi vê berxwedanê dawî bêhempa be
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2019'AN
08:14 Berxwedana Leyla Guven di roja 108'emîn de didome
22/02/2019
19:48 Alayên li avahiya HDP'ê hatin şewitandin
19:42 Der barê 4 partiyên kurdî de doza girtinê
18:10 TJA û HDP'ê starta 8'ê Adarê dan
16:36 Înîsiyatîfa Bila Tecrîd Rabe Leyla Guven ziyaret kir
16:12 Di danişîna doza Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletî de kes nehat berdan
16:11 Serokê Baroya Amedê: Em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin
15:27 'Em ê qeyûman di sindoqan de veşêrin'
14:49 Li 62 girtîgehan 317 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne
14:45 Ahmet Turk: Em ê kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin
14:19 Serlêdana malbatan û parêzeran a Îmraliyê hat redkirin
14:00 QSD`ê hezar sivîl ji Baxozê rizgar kirin.
13:35 Girtiyên di grevê de ne: Hêvî û baweriya me gelekî mezin e
13:02 Di doza Komkujiya Enqereyê de berpirsyariya wezîfedarên cemaweriyê tune hat hesibandin
12:45 ÎHD: Divê polîsê êrîşa zayendî pêk anî bê cezakirin
12:10 Merve Demîrel: Fikarên min derbarê ewlekariya jiyana min û malbata min de, hene
11:15 Namzeta HDP'ê ya Serokatiya Meclîsê Serpîl Kemalbay e
10:41 Serokê Odeya Rêberê Turîstan: Em ji operasyona muhtemel a Sûriye bi fikar in
10:30 Berî ku nasnameyê tespît bikin dosye girtin
10:04 Êrîşî gorên kesên di komkujiyên Pirsûs û Enqerê de jiyana xwe ji destan dan, kirin
09:38 Ji Behra Reş heta Amedê du diyariyên watedar
09:37 5 kesên li Serê Kaniyê îstîsmara zayendî li zarokekê kirin hatin girtin
09:20 Girtiyên Doza Nisêbînê hatin derbkirin
09:19 Heta di vî deriyê 'modern' re derbas dibin perîşan dibin
09:17 Togrûl: Wê li Dîlokê dewra şaredariya rantê ya AKP'î bi dawî bibe
09:16 'Bila ji bo herêma me jî destûra çandina kinfê bê dayîn'
09:15 Xwişka girtiyê di greva birçîbûnê de: Birayê min ji bo min bû cihê hêviyê
09:15 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Wê ev agir me hemiyan bişewitîne
09:14 Bîlgen: Wê Qersî lîstikê wan pûç bikin
09:14 Doza tazmînatê kir, lê dadgehê ew deyndar derxist!
09:00 Rojnameger Derya Okatan hat berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2019'AN
08:05 Berxwedana Leyla Guven di roja 107'an de berdewam dike
21/02/2019
21:39 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat berdan
20:51 Li Dêrazorê êrîşeke bombeyî: 15 sivîl jiyana xwe ji dest dan
18:53 Partiyên kurd ji bo îtifaqê protokol îmze kirin
17:11 Der barê Hatîp Dîcle de biryara girtinê
16:35 Turk: Em ê dersa kesên îradeya me îpotek kirine bidin
16:25 Huda Kaya: Em jî dibêjin haydê meydan
15:56 Welatiyên Derya Reş Guven ziyaret kirin: Emê daxwaza wê ji gelê xwe re vebêjin