Fermandarê Giştî yê QSD'ê Ebdî: Şerê eniyê xelas bû, ji bo tunekirina DAİŞ’ê me stratejiyek nû diyar kir 2019-02-21 10:40:04 DÊRA ZOR - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Ebdî, diyar kir ku şerê eniyê yê bi DAÎŞ'ê re xelas bû û ji bo tunekirina DAIŞ'ê ya hişmendî û bîrdozî stratejiyek nû diyar kirine. Ebdi, bal kişand ser herêma 'Ewlehiyê" û wiha got: "Ger ku aramiya herêmê bê mîsogerkirin û di serî de Tirkiye û hêzên derve êrîş nekin û hêzên li herêmê bibin xwedî biryar, wê demê em dikarin Projeya Herêma Ewle qebûl bikin.    Şerê navxweyî yê li Sûriye piştî sala 2013’an bi destê hêzên derve DAIŞ li herêmê hat bicih kirin û tev li şerê navxweşî yê Sûriye bû. DAÎŞ ku 6 salin li Sûriye li dijî hêzên herêmê şer dike, li bajaroka Hecîn a  Dêraz Zorê asê maye û li ber tunebûnê ye. Piştî ku hêzên DAIŞ'ê xistin nava qada şer, DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê li gelek bajaran serdestî bi dest xist û êrîşî gelê kurd û nirxên gelê herêmê kirin. Êrîşî Kerkûk, Mûsîl, Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û gelek bajarên kurdan kirin. Dema êrîşî Kobanê kirin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî êrîşên dijwar ên DAIŞ'ê şerekî dîrokî ku bala hemû cîhanê kişand da. Dîsa YPG û YPJ'ê li bajarên Girêspî, Eyn Îsa, Hesekê, Minbic, Tabqa, Rakka li dijî DAIŞ'ê şerekî pir dijwar da û DAIŞ ji van bajaran paqij kir. Herî dawî bi tevlêbûna YPG û YPJ bi pêşengiya QSD'ê li Dêra Zorê li dijî DAIŞ'ê şerekî dijwar dan û DAÎŞ di milê fîzîkî de anîn sînorê tunekirinê û li herêma 600-700 metrekareyî asê kirin. Der barê şerê DAIŞ'ê yên 6 salan ku li Sûriye meşand û berxwedana YPG, YPJ û QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Ebdî, li bajaroka Hecînê ku hêzên DAÎŞ'ê lê asê mane pirsên MA'yê bersivandin û diyar kir ku piştî şerê li dijî DAIŞ'ê stratejiya piştî DAÎŞ'ê ya li herêmê diyar dikin. Ebdî, anî ziman ku 5 salin li dijî DAÎŞ’ê şerekî pir dijwar dimeşinin û wiha got: "Yekemîn şerê me yê li dijî DAIŞ'ê di 1'ê Çileya 2014'an de li Til Hemisê dest pê kir. Ji wê rojê heta niha em li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Îro di şerê eskerî yê li dijî DAIŞ'ê de em hatin dawiya şer. Niha gundê Boxazê yê Dêra Zorê me yekîneyên DAIŞ'ê asê kirine. Ji ber ku sivîl li vir hene em hasas nêzîk dibin. Şerê me yê niha ji bo rizgarkrina sivîlan e. DAİŞ kêliya xwe ya dawî dijî. Çend saet û kêlî maye ku DAİŞ biqede.  Piştî şerê li dijî Baxozê biqede şerê eskerî yê li dijî DAIŞ'ê diqede. Em wê demê dikarin bêjin şerê eniyê yê li dijî DAIŞ'ê jî diqede. Hebûna DAIŞ'ê ya eskerî bi dawî dibe. Xelîfeya DAİŞ'ê têk çû. Lê nayê wê wateyê DAİŞ di milê eskerî de xwe bi rêxistin nake. Ji bo xebaskirina bi temamî ya DAIŞ'ê me stratejiyek nû diyar kir. Niha DAİŞ hebûna xwe di milê hişmendî û ideolojik de berdewam dike. Bi awaykî veşarî rêxistinbûna xwe ya eskerî pêş dixe. Piştî şerê Baxozê biqede em dikarin bêjin DAİŞ di milê eskerî de tune dibe. DAÎŞ ku 5 salin li dijî hemû cîhanê gefan dixwe êdî xelîfetiya wê bi dawî bû. Ji bo em DAIŞ'ê di milê bîrdozî û hişmendiyê de bi temamî xelas bikin me stratejiyên nû diyar kir. Ev stratejî dê li ser du pêngavan pêk bê. Pêngava yekem dê li dijî xeta fikrî ya DAÎŞ’ê pêş bikeve. li Herêma Bakur û Rojhilat a Sûriye bi hezaran dildarên DAÎŞ'ê hene. Li gorî pergaıla Hucre li herêmê belav bûne. Li qada hewzeya Firatê, çemê Xabûrê û sînorê Irak û Suriye hêj çalakiyan pêk tînin û êrîşî gel dikin. Li gorî vê yekê em ê operyonên ewlehiyê yên berfireh pêk bînin. Ev yek dê gav bi gav pêk bê. Em dê van operasyonan bi koalîsyonê re pêk bînin. Wekî bere dê hemû hêzên me di van operasyonan de cih negire."    PENGAVA DUYEMÎN DEMEK DIRÊJ DIXWAZE   Ebdî, bal kişand ser pêngava duyemîn a bi fikr û bîrdoziya DAIŞ'ê re û wiha lê zêde kir: "DAÎŞ'ê li vê qadê bingehek civakî jî ava kir. Kesên ketin bin bandora fikr û bîrdoziya DAIŞ'ê jî hene. Yên di milê fikrî de xebatê dikin jî hene. Pêngava duyemîn dê di milê bîrdozî û fikrî de pêş bikeve. Şerê me yê li dijî DAIŞ'ê bi Kobanê dest pê nekir û bi dawî nebû. Beriya wê jî û piştî wê jî heye. DAÎŞ'ê bi berfirehî êrîşî Kurdan kir. Li Başurê Kurdistanê êrîşî Şengalê kir. Êrîşî gelê Maxmurê kirin. Êrîşî Kobanê kirin. Me li dijî wan şerê parastinê pêş xist. Şerê me ji bo parastina hemû mirovahiyê pêş ket. Tu kesî newêrîbû li dijî DAİŞ’ê şer bike, lê me li dijî DAIŞ'ê şer kir. Rejîma Sûriye nekarîbû li dijî DAIŞ'ê şer bike. Niha piştî DAİŞ têk çû diyar dikin ku li dijî DAIŞ'ê ne. Tirkiye li pişta DAİŞ'ê bû. Me bi hêza xwe ya cewherî li dijî DAİŞ’ê şerekî pir mezin da. Me bedelên pir mezin dan. Gelê me êşên pir mezin jiyan. Piştî bedel û êşên mezin em îro hatin dawiya şerê DAIŞ'ê yê eskerî û en li vir roportajê dikin. Ev serkeftinek e."     PIŞTÎ ŞERÊ LI REQQA BIRYAR HAT DAYÎN KU ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞÊ BIDIME   Ebdî, da zanîn ku piştî şerê li Reqqayê hat plankirin ku dê şerê li dijî DAİŞ’ê berdewam bike û wiha got: "Ev plan bi mere hat parvekirin û em jî weki QSD tev li vî şerê li dijî DAIŞ'ê bûn. Biryar hat dayîn ku piştî şerê Reqqa yê li dijî DAİŞ’ê bi hemû hêza xwe berdewam bike. 2019 û 2020 jî dê bi vî rengî berdewam bike. Li ser vî esasî di nava koalisyon û QSD'ê de hevpariyek heye. Di destpêka sala 2019’an de Serokê DYA'yê Donald Trump daxuyanî da û got 'Em ê vekişin" Ev ji bo şirîkên koalisyonê yên din nedihat payîn. Pentagon û rayedarên eskerî jî ne li benda daxuyaniyek bi vî rengî bûn. Lê di encamê de ev biryara DYA Bû. Piştî vê biryarê hin tişt pêş ketin. Ev hêz ketin nava hesabên nû. Ewil Tirkiye ket nava bendewariyekê. Ji bo têkevin qadên ku me ji DAİŞ'ê rizgar kiriye destê xwe mizdan. Hêzên navneteweyî ku xwestin têkevin şûna DYA jî hebûn. Em nihali gorî vê rewşa nû amadedariyên xwe dikin û dixwazin li cem gelê xwe cih bigirin.    PIŞTÎ ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞÊ DÊ KOALÎZYON HÊZA XWE KÊM BIKE'   Ebdî, bal kişand piştî şerê li dijî DAİŞ’ê û wiha pêde çû: "Piştî şerê eskerî yê li dijî DAIŞ'ê bi dawî bibe DYA dê hinek hêza xwe vekişîne. Dê hin çekên xwe yên giran vekişîne. Hêza Koalisyonê dê beşek hêza xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûruiye vekişîne. Lê têkoşîna me ya li dijî DAİŞ’ê li gorî me diyar kiriye dê bidome. Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê ya milê bîrdozî û rêxistini dê bidome.    'LI KOBANÊ TIRKIYE DAÎŞ AJOT SER ME'    Mazlum Ebdî, bal kişand ser şerê li Kobanê û polîtîkayên Tirkiye û wiha pêde çû: "Tirkiye hêvî dikir ku Kobanê bikeve. DAÎŞ diaojot ser me. Wê demê têkiliyên Tirkiye û DAIŞ'ê pir baş bûn. hemû deriyên xwe yên sînor vekirbûn. Bazirganiya bi DAIŞ'ê re dikir.  Ger ku DAÎŞ li Kobanê bi ser ketibûya dê herêma Cizîrê jî Stendibûya. Dê piştre Efrîn  û Ezaz stendibûya. Lê ev plana wê pêk nehat. Ev plana Tirkiye û DAIŞ'ê ya hevpar bû.    PIŞTÎ TIRKYE KET AXA SÛRIYE TABLOYEK NÛ DERKET    Ebdî, bal kişand ketina Tirkiye ya Efrînê û wiha bilmêv kir: "Piştî Tirkiye ket axa Sûriye tabloyek nû derket holê. Tirkiye cîranê Sûriye ye. Ketina Tirkiye ya Sûriye dagirkerî ye. Berê herêma Îskenderunê wisa dagir kiribûn. Niha jî dikevin kijan axê li wir xwe mayinde dikin û li wir bi cih dibin. Divê du welatparêz û welatiyên Sûriye vê yekê qebûl nekin.    'PIRSGIRÊKA ME NÎNE, PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ BI ME RE HEYE'    Ebdî diyar kir ku Tirkiye dewletek endama NATO'yê ye û wiha got: "Mutefîkek stratejîk a DYA'yê ye. DYA di mijara Sûriyeyê de naxwaze ku li dijî Tirkiyeyê şer dest pê bike. Naxwaze ku nakokiyê wan kûr bibe. DYA dixwaze êrîşên Tirkiyeyê li dijî herêmên me bi rêya siyasî û peymanan çareser bike. DYA rêya diyalogê esas digire. Pirsgirêkek me bi Tirkiyeyê re nîne. Pirsgirêka Tirkiyeyê bi me re heye. Çimkî dixwaze were vir û dagir bike. Ji bo vê yekê DYA dixwaze pirsgirêka Tirkiyeyê ne bi şer di çarçoveya çareseriyê de pêk bîne. Di vê çarçoveyê de bi taybetî piştî daxuyaniya DYA'yê ya vekişînê hewldanên êrîşên Tirkiyeyê zêdetir bûn. Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi xwe re gelek geşedanên cuda bîne. Niha hevsendiyên li Sûriyeyê ava bûne dê rê li ber guhertinên mezin veke. Wê bandora wê li ser herêmê bibe. Dê di hevsendiyên DYA û Rûsyayê de jî rê li ber guhertinên mezin vebike. Ji ber vê yekê serî li rêyek din didin. Di vê çarçoveyê de projeya herêma ewle derket holê. Me jî têkildarî vê mijarê şertên xwe diyar kir û me gotibû em beşdar dibin. Şertên me çi ne? Bila herêm bibe xwedî îstîkrar. Di serî de Tirkiye û hemû hêzên derve ji êrîşan re girtî bin. Hêzên li herêmê ji bo bibin xwedî biryar divê gelên herêmê bên qebûlkirin. Ancak Tirkiye cuda difikire. Ew dixwazin bikevin herêmê û bibin xwedî biryar. Ev jî ne mimkin e. Ne em û ne jî gelên herêmê tiştek wisa qebûl dike."    'DERIYÊN ME JI DIYALOGÊ RE VEKIRÎ NE'    Ebdî bal kişand ser herêma bi ewle û got: "Em di vê mijarê de zelal in. Di çarçoveya me diyar kir de divê herêm ji tu êrîşan re nevekirî be. Ev der parçeyek Sûriyeyê ye. Divê sûriyeyê xwedî biryar bin. Em carek din eşkere dikin ku bi vî şiklî deriyên me ji diyalog û têkiliyan re vekirî ye."    'TIRKIYE ÊRÎŞÎ ME DIKE'    Ebdî anî ziman ku Tirkiye tu carî rast nabêje û wiha domand: "Dixwazin raya giştî û hêzên bi wan re têkildar in her tim mijûl bike. Qey tu yê bêjî her tim em êrîşî wan dikin û dixwazin têgihiştinek wisa ava bikin. Ev ne rast e. Yên heta îro rastî êrîşê hatine em in. Yên her roj mirovên me li ser sînor tên kuştin em in. Ne ew tên kuştin. Em wek herêm tu xetereyan nadin pêşiya wan. Ev 8 sal in me êrîşî tu kesî nekiriye. Wê ji niha şûn ve jî wisa bibe. Yên ku bi hurmet nêzî axa me bibin em ê wan qebûl bikin. Ji bilî vê yekê em bi tu awayî têkilî dayînê qebûl nakin."    'HEVDÎTINÊN LI GEL REJÎMÊ DIDOMIN'    Ebdî bal kişand ser hevdîtinên wan ên bi rejîma Sûriyeyê re û wiha pêde çû: "Di vê mijarê de rêveberiya me ya siyasî nexşerêyek diyar kir. Vê yekê bi şiklê xalan ji raya giştî re eşkere kir. Hem ji hikumeta Şamê re û hem jî ji hêzên têkiliya wan bi rejîmê re hene ragihand. Hevdîtin dewam dikin. Em dixwazin li gel rejîma Sûriyeyê çareseriyek ava bikin. Şam paytexta Sûriyeyê ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyek Sûriyeyê ye. Di dawiya dawî de çareserî dê bi Şamê re pêk were."    'QSD PARÇEYEK SÛRIYEYÊ YE'    Ebdî bal kişand ser mijara ku xalek dibêje QSD parçeyek artêşa Sûriyeyê ye û wiha got: "Helbet ku çareseriyek li pêş bikeve daxwazên me jî hene. Ev 8 sal in em di nava şerekê de ne. Ev jî divê di çarçoveya daxwazên gelê me de pêk were. Wek QSD'ê yê me şertek me wiha ji bo çareseriyê heye. Diê dosyeya leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destê gelên herêmê de be. QSD di nava artêşa netewî ya Sûriyeyê de xweseriya xwe diparêz e. Em li ne li dijî saziyên netewî yên Sûriyeyê ne. Di nava van de saziya leşkerî jî heye."    'HEMÛ GELAN ŞEHÎD DAN'    Ebdî dawiya axaftina xwe wiha got: "Li gorî me ev rewş pir zelal e. Encama wê di qadêde diyar bû. 8 sal e me bi hezaran şehîd dan. Gelên me êşên mezin kişand. Kedek bêhempa hat dayîn. Tenê ne gelê kurd hemû gelên herêmê vê kedê da. Gelê Ereb ku bi me re dimeşe hene. Nîvê hêza me ya eskerî ji ereban pêk tê. Nîvî jî kurd in û yên din jî gelên me yên din in. Siberoja herêmê wê ev gel diyar bikin. Ji qada siyasî heta qada leşkerî wê ew zelal bikin. Ev xeta me ya sor e. Ji bilî vê tiştek din mimkin nîne."    MA / Nazim Daştan