Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê vedikin: Wê li pey xwe nenêrin û biçin

  • rojane
  • 16:17 19 Sibat 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Wan, Êlih û Rihayê namzetên hevşaredariyên HDP'ê buroyên hilbijartinê vekirin, esnaf ziyaret kirin û civînin gel li dar xistin. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan di vekirina buroya Xalfetî de axivî û got: "Wê wisa winda bikin ku dê di 31'ê Adarê de li pey xwe nenêrin û biçin." 

Li gelek navendan xebatên hilbijartina herêmî yên namzetên hevşaredariyên HDP'ê didomin. Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê vedikin, esnafan ziyaret dikin û civînên gel li dar dixin û ji aliyê hilbijêran ve bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin.
 
XALFETΠ
 
Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê û Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Xalfetî li Taxa Goklu ya Xalfetiyê buroya hilbijartinê vekirin. Gelek welatî beşdarî vekirinê bûn û bi coşek mezin hat vekirin. Namzetên Hevşaredariya Xalfetiyê Emel Çîftyurek û Abdurahman Çîftçî axivîn û gotin ew ê qeyûman biqewirînin. Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer  Ocalan jî axivîn. Omer Ocalan got: "Wê wisa winda bikin ku dê di 31'ê Adarê de li pey xwe nenêrin û biçin." 
 
Piştî axaftinan jinan buro vekir. 
 
ERDÎŞ
 
Rêxistina HDP'ê ya Erdîşê jî buroya hilbijartinê vekir û ev merasîma vekirinê veguherî mitîngê. Namzeta Hevaşredariya HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Namzetên Hevşaredariya HDP'ê ya Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmut Pala û girseyek qerebalix beşdar bû. Dirûşm hatin berzkirin û li ber stranan govend hat gerandin. Namzet di vekirina buroyê de axivîn û daxuyaniyên AKP'ê yên li dijî HDP'ê rexne kirin. Piştî axaftinan kurdeleya buroyê hat birîn û vekirin. 
 
QELQELΠ
 
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Qelqeliyê jî buroya hilbijartinê kir. Hevserokê HDP'a Wanê Umît Dede, Namzetê Hevşaredariya Wanê Mustafa Avci, Namzetên Hevşaredariya Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakup Almaç û bi sedan kes beşdarî şahiya vekirina buroyê bûn. Piştî axaftinên hatin kirin vekirina buroyê pêk hat. 
 
ÊLIH
 
Nazmetên Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr bi rojnamegerên li bajêr dixebitin re hatin gel hev û civîna çapemeniyê li dar xistin. Korkmaz û Ozdemîr li pirsgirêkên rojnameger rû bi rû dimînin re guhdar kirin û paşê projeyên xwe vegotin. Korkmaz û Ozdemîr bi dû civîna li gel rojnamegeran derbasî Kolana Gulîstanê bûn û gel û esnafan ziyaret kirin. 
 
HESKÎF 
 
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Heskîfê Zozan Şîmşek û Mecîd Tokdemîr jî li bazarê nav gel û esnafan geriyan û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin. 
 
ÇÊRMÛG
 
Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî li navçeyên Çêrmûg û Farqînê esnaf ziyaret kirin û li Pasûrê jî buroya hilbijartinê vekir. Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Çêrmûgê Makbule Çakin û Muharrem Şahîn û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel çûn serdana esnafên navçeyê. Serdan li Kolana Siwêregê pêk hat û esnafan bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Namzetan li daxwaz û pêşniyarên esnafan guhdar kirin. 
 
PASÛR 
 
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Pasûrê Fatma Ay û Mehmet Emîn Ay bi beşdariya Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz buroya hilbijartinê vekirin. Gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Di vekirina buroyê de Salîha Aydenîz axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girîngiya hilbijartina herêmî. Piştî axaftinan buro hat vekirin û welatiyan li ber muzîkê govend gerand. Pişt re HDP'yan esnaf ziyaret kirin û esnafan eleqeyek mezin nîşanî namzetên hevşaredariyê dan. 
 
FARQÎN
 
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Farqînê Abbas Azîzoglu û Naşîde Toprak û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnafên navçeyê ziyaret kirin. Esnafan HDP'yan bi kêfxweşî pêşwazî kirin û peyamên destekirinê dan. 

Sernavên din

19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin