Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê vedikin: Wê li pey xwe nenêrin û biçin 2019-02-19 16:17:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Wan, Êlih û Rihayê namzetên hevşaredariyên HDP'ê buroyên hilbijartinê vekirin, esnaf ziyaret kirin û civînin gel li dar xistin. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan di vekirina buroya Xalfetî de axivî û got: "Wê wisa winda bikin ku dê di 31'ê Adarê de li pey xwe nenêrin û biçin."  Li gelek navendan xebatên hilbijartina herêmî yên namzetên hevşaredariyên HDP'ê didomin. Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê vedikin, esnafan ziyaret dikin û civînên gel li dar dixin û ji aliyê hilbijêran ve bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin.   XALFETΠ   Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê û Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Xalfetî li Taxa Goklu ya Xalfetiyê buroya hilbijartinê vekirin. Gelek welatî beşdarî vekirinê bûn û bi coşek mezin hat vekirin. Namzetên Hevşaredariya Xalfetiyê Emel Çîftyurek û Abdurahman Çîftçî axivîn û gotin ew ê qeyûman biqewirînin. Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer  Ocalan jî axivîn. Omer Ocalan got: "Wê wisa winda bikin ku dê di 31'ê Adarê de li pey xwe nenêrin û biçin."    Piştî axaftinan jinan buro vekir.    ERDÎŞ   Rêxistina HDP'ê ya Erdîşê jî buroya hilbijartinê vekir û ev merasîma vekirinê veguherî mitîngê. Namzeta Hevaşredariya HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Namzetên Hevşaredariya HDP'ê ya Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmut Pala û girseyek qerebalix beşdar bû. Dirûşm hatin berzkirin û li ber stranan govend hat gerandin. Namzet di vekirina buroyê de axivîn û daxuyaniyên AKP'ê yên li dijî HDP'ê rexne kirin. Piştî axaftinan kurdeleya buroyê hat birîn û vekirin.    QELQELΠ   Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Qelqeliyê jî buroya hilbijartinê kir. Hevserokê HDP'a Wanê Umît Dede, Namzetê Hevşaredariya Wanê Mustafa Avci, Namzetên Hevşaredariya Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakup Almaç û bi sedan kes beşdarî şahiya vekirina buroyê bûn. Piştî axaftinên hatin kirin vekirina buroyê pêk hat.    ÊLIH   Nazmetên Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr bi rojnamegerên li bajêr dixebitin re hatin gel hev û civîna çapemeniyê li dar xistin. Korkmaz û Ozdemîr li pirsgirêkên rojnameger rû bi rû dimînin re guhdar kirin û paşê projeyên xwe vegotin. Korkmaz û Ozdemîr bi dû civîna li gel rojnamegeran derbasî Kolana Gulîstanê bûn û gel û esnafan ziyaret kirin.    HESKÎF    Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Heskîfê Zozan Şîmşek û Mecîd Tokdemîr jî li bazarê nav gel û esnafan geriyan û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.    ÇÊRMÛG   Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî li navçeyên Çêrmûg û Farqînê esnaf ziyaret kirin û li Pasûrê jî buroya hilbijartinê vekir. Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Çêrmûgê Makbule Çakin û Muharrem Şahîn û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel çûn serdana esnafên navçeyê. Serdan li Kolana Siwêregê pêk hat û esnafan bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Namzetan li daxwaz û pêşniyarên esnafan guhdar kirin.    PASÛR    Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Pasûrê Fatma Ay û Mehmet Emîn Ay bi beşdariya Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz buroya hilbijartinê vekirin. Gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Di vekirina buroyê de Salîha Aydenîz axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girîngiya hilbijartina herêmî. Piştî axaftinan buro hat vekirin û welatiyan li ber muzîkê govend gerand. Pişt re HDP'yan esnaf ziyaret kirin û esnafan eleqeyek mezin nîşanî namzetên hevşaredariyê dan.    FARQÎN   Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Farqînê Abbas Azîzoglu û Naşîde Toprak û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnafên navçeyê ziyaret kirin. Esnafan HDP'yan bi kêfxweşî pêşwazî kirin û peyamên destekirinê dan.