Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê

  • rojane
  • 15:25 15 Sibat 2019
  • |
img
AMED - Parlamenterên HDP'ê tevî hemû astengiyan di roja 100'emîn de ji 15 bajarên herêmê meşiyan Amedê û xwe gihandin mala Leyla Guven. Di koma wekilên ku xwe gihandin ber mala Guven de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî da got: "Îro ji bo ku em tecridê bişkîn divê em hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkoşînê û bi awayekî xurt xwedî li grevên birçîbûnê derkevin. Ev dîmenê tarî û şertên giran ên faşîzmê ancax bi têkoşîna me ya rêxistinbûyî bê perçekirin." 
 
Rêveber û Parlamenterên HDP'ê yên ku ji 15 bajarên herêmê ber bi Amedê ve li dijî tecrîdê bi dirûşmeya "Ji bo Şikandina Tecrîdê Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve" dest pê kirin û rastî gelek astengiyan hatin, serê sibê xwe gîhandin Amedê.  Parlamenterên ku bi dirûşmeya "Ji bo Şikadina Tecrîdê Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve" ji Colemerg, Wan, Qers, Îdir, Bêdlis, Agirî Mûş Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dersîm, Çewlîk, Dîlok, Rihayê berê xwe dan Amedê tevî hemû dorpêç û astengiya polîsan, xwe gîhandin Amedê. Rêveber û parlamenterên HDP'ê li pêş mala Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li taxa Bagcilar a Navçeya Rezan a Amedê 100 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye kom bûn, di bin dorpêça polîsan de daxuyani dan. Parlementerên HDP'ê 500 metre li dûrî mala Guven kom bûn û di bin dorpêça polîsan de daxuşanî dan. Ji ber polîsan bi maşîneyên zirxî, barîkatan mala Guven dorpêç kiriye wekil nikarin xwe bigînin mala Guven. Li vir di bin dorpêçê de bi tirki Berdevka Meclisa Jinan û Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr û bi kurdî Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Agirî Berdan Ozturk daxuyanî da. 
 
Ozturk bi kurdî daxuyanî da û xwest her kes li qadan tev li têkoşînê bibin û xwest her kes li dijî tecrîdê xwe bi rêxistin bikin. Daxuyaniya Ozturk wiha ye: 
 
"Bîst (20) sal di ser Komploya Navneteweyî ku li hemberî Birêz Ocalan pêk hat re derbas bû. Ocalan ku di rêya jiyaneke azad, demokratîk û wekhev de emrê xwe feda kiriye rastê vê komployê hat. Ocalan li gel vê tenêtiya bêhempa, tecrîda giran û şert û mercên awarte ev 20 sale ji bo çareseriyek aştiyane bi berxwe dide. Lê 20 sale ku komploger ji armanca xwe venagerin û dixwazin her tim komployê li gor şert û mercan nû bikin. Ev komplo û tecrîd ne tenê li hemberî Birêz Ocalan e. Di kesayetiya Ocalan de ev komplo li hemberî gelê kurd, li hemberî Tirkiyeyê û li hemberî gelê Rojhilata Navîn hatiye li darxistin. Helwesta hêzên navneteweyî ya li hemberî şoreşa Rojava ku jiyanek alternatif, wekhev û hevpar tê li darxistin sedem û hedefa komployê dide nîşan. Kengê ku ev şoreş derkete holê, destkeftiyê gelan pêşketin komploger cardin ketin dewreyê û tecrîda Îmraliyê hatiye kur kirin. Di vê warê de afirînerên Pergala Îmraliyê desthilatên navnetewî ne. Ev hêzên komploger bi sedsalan e destê wan qirêj e û netewdewletên statukoyî ne ku dixwazin hemû têkoşînên demokratîk û wekhevîparêz bifetisîn in. 
 
Tecrîd êdî ji rewşa ku li Birêz Ocalan tê ferzkirin wêdetir e, bi taybetî di sala 2015an de piştî ku pêvajoya aştî û muzakereyê hat bidawîkirin, li hemû civakê tê sepandin. Hemû Tirkiye îro di bin tecrîdek giran de ye. Di vê warê de pergala Îmraliyê ji bo politikayên li hemberî civakê bên bi karanîn jî wekî labaratuarek tê bi karanîn. Tecrîd ji Îmraliyê destpêkiriye û li hemû Tirkiyeyê belabûye. Lewre desthilatdarên ku her tim şer û pevçûnê mezin dikin baş dizanin ku Ocalan kengê dipeyive, rêya çareserî û aştiyê vedibe! Dema dengê Ocalan tê birîn, şer, newekhevî û faşîzm xurt dibe û dikeve dewreyê.
 
Eger tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê çareserî û aştî cardin dê bikeve rojevê. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCK) û Parlamentera me birez Leyla Guven ji bo ku Tirkiye ji vê tecrîdê rizgar bibe 100 roje bi greva birçîbunê li berxwe dide. Bi sedan girtiyên girtîgehan vê daxwazê mezin dikin. Ev grev li Hewlêrê, li Gallerê û li Strazbourgê pêl bi pêl ber fireh dibe. Daxwaza Leyla Guven û têkoşerên greva birçîbunê rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Dixwazin ku Tirkiye rumetê ji zagonên xwe re bide nişan û mafên Ocalan yên gerdûnî û zagonî bên dayin. Dixwazin ku Tirkiye ji vê tecrîdê derkeve. Lewma ev bangewaziyek wicdanî ye, bengaweziya berpirsiyariyek civakî ye. 
 
Em li hemberî vê bangewaziyê bê deng namîn in. Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan kesî ye. Ev daxwaz daxwaza me ye. Lewma koma me ya meclise, ji 12 Sibatê vir ve bi şiara “Di Roja 100î de Ji bo Şikandina Tecrîda li ser Leylayê” ji Colemêrgê meş da destpêkirin û li gel hemû astengî, êrişan em gihîştin Amedê. Berpirsiyarên ku divê guh bidin bangewaziya Leyla’yê ewqas ji vê daxwazê ditirsin li kû cihê navê Leylayê dibihîzin ew der dorpêç dikin. Ev, helwesta darbekar ya AKP’ê ye. Ev dorpêçkirin wêneya tecrîda li hemberî Tirkiyeyê ye. Li gel hêza dewletê ya di destê wan de di çavên de tirs û fikar di meşa de hêvî û cesaret heye. Hikûmetê cardin da nişan ku bajar, qad, sûk û kolan di bin tecride de ne. Heya ku Tecrîda liser birêz Ocalan neşkê Tirkiye ji tecridê rizgar nabe. 
 
Îro, ji bo ku em tecridê bişkîn divê em hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkoşînê û bi awayekî xurt xwedî li grevên birçîbûnê derkevin. Ev dîmenê tarî û şertên giran ên faşîzmê ancax bi têkoşîna me ya rêxistinbûyî dê bê perçekirin. 
 
Em ji dîrokê hîn bûn, emrê van desthilatan ne dirêj e ku welatê xwe bi şert û mercên faşîzmê bi rê ve dibe û li derveyî welatê xwe polîtîkayên şer û pevçûnê li dar dixe. Ji bo ku ev desthilat vî welatê hîn zêdetir wêran nekin, divê em hemû qadên jiyanê veguherînin çeperên demokratîk. Ev peywira me ya dîrokî ye.  
 
Ên ku ji bo berjewendiya xwe şer, pevçûn û xizanî li vî welatî ferz kirin dê bi ser nekevin, dê gelên me bi ser bikevin. Dengê Leylayê gihîşt erd û ezman, berxwedena girtîgehan li çar aliyê welat belabû. Em soz didin: Dê Leyla Bijî, dê tecrîd bişkê, dê têkoşêrên greva birçîbûnê bi ser bikevin. Berxwedan Jiyan e." 
 

Sernavên din

19/02/2019
10:45 Girtiyên Girtîgeha Antalya: Em di hişmendiya çalakiya xwe de ne
10:11 Girtiyên di greva birçîbûnê: Heta daxwaz bê qebûlkirin em ê pirttir bibin
10:02 Welatî der barê wekîlê midûrê polîsan de li dozgeriyê gilî kir
09:49 3 karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
09:12 Gelên li Tirkiyeyê: Çareserî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye
09:11 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê em di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin
09:10 Namzetên Serêkaniyê: Em ê bi ser bikevin, ji niha ve ser xêrê be
09:09 'Bi kurdî biaxive, bixwîne, binivîse'
09:08 Rojnamevanê girtî Guleş: Xwê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
09:07 Ji ber 'nîşaneya serketinê' ya bi bûka berfê hat cezakirin
09:06 'Pêşî fiyetê mazot û gubre kêm bikin'
09:05 Meha pîroz a elewiyan: Xizir
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2019'AN
08:48 Berxwedana Leyla Guven di roja 104'an de berdewam dike
18/02/2019
22:37 Hevserokê HDP'a Mêrdînê Sîncar hat girtin
17:38 Bi fermana qeyûm darên li parkê rakirin
17:09 Wekîlê HDP’ê Ozguneş: Divê aliyekê têkoşîna li dijî tecrîdê be
16:31 'Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe' ava kirin
16:30 Siyasetmedarên 11 rojin dibin çavan de sewqî edliyê hatin kirin
16:16 Karkerekê dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da
15:41 Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:17 Kurtulan: Di 1'ê Nîsanê de dê hêzên demokratîk û Kurd bi ser bikevin
15:16 Di danişina Nisêbînê de kes nehat berdan
15:05 Ji bo grevên birçûnê ji 7 navendan bang kirin: Deng bidin jiyanê
14:49 Zarokên rastî îşkenceya polîsan hatin, hatin berdan
14:20 ÎHD: Azadiya ramanê di bin tecrîdê de ye
13:21 Saziyên Êzidiyan dê li pêş CPT çalaki pêk bînin
13:21 Zarokên rastî îşkeceya polîsan hatin derketin dozger
12:54 Jinên Wanî: Berxwedana Leyla ji bo mirovahiyê ye
12:54 Prof. Konukman: Hûn her tim şer bikin dê xela pêş bikeve
11:37 Kana madenê hilweşiya: Karker di bin axê de man
10:36 Îşkence li zarokan kirin û bêyî xwendinê belge dan îmzekirin
10:18 Mizrakli: Qeyûm malê şaredariyê dewrî Diyanetê dike
09:39 Leylayê 103 roj in li ber xwe dide: Berxwedan dide jiyandin, bêdengî dukuje
09:32 Ji bo zarok necemidin konser hat lidarxistin
09:11 Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen
09:10 HDP li Şirnexê dest bi civînên gel dike
09:09 ‘Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin’’
09:08 ‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes ji vê pêvajoya xurt re bibin deng
09:07 Malbata Gunana yê di greva birçîbûnê de bang li hêzên demokratîk kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2019'AN
17/02/2019
17:41 Birca Keçike piştî sê salan bi ‘destûr' hat vekirin
16:48 TJA’yê bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsan da
16:05 Taşdemîr: Yên dibêjin 'em ê hesap bipirsin' divê hesab bidin
15:03 HDP'ê li Mêrdîn yekemîn buroya hilbijartinê vekir
14:39 Dolmîşa ji nîşaniyê vedigeriya qulipî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:03 Trûmp ji welatên Ewropa xwest DAÎŞ'iyên xwe darizînin
13:26 Berxwedana Leylayê di roja 102'yemîn de di dorpêça polîsan de didome
12:13 Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dest pê kir
11:48 Ehrar El-Şerqiya îşkence li Umer Eros ê 85 sali kirin û mala wî talan kirin
10:50 12 tor û hevpeymaniyan xwestin çalakvanên Behdînan bên berdan
09:41 3 zarokên rastî îşkenceya giran hatin: Serê me xistin klozetê
09:15 Çelîk: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva wan bidin
09:12 Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin
09:10 Qeyûm projeya şaredariya DBP'ê wekî ya xwe nîşan da
09:08 Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê