Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê 2019-02-15 15:25:38   AMED - Parlamenterên HDP'ê tevî hemû astengiyan di roja 100'emîn de ji 15 bajarên herêmê meşiyan Amedê û xwe gihandin mala Leyla Guven. Di koma wekilên ku xwe gihandin ber mala Guven de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî da got: "Îro ji bo ku em tecridê bişkîn divê em hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkoşînê û bi awayekî xurt xwedî li grevên birçîbûnê derkevin. Ev dîmenê tarî û şertên giran ên faşîzmê ancax bi têkoşîna me ya rêxistinbûyî bê perçekirin."    Rêveber û Parlamenterên HDP'ê yên ku ji 15 bajarên herêmê ber bi Amedê ve li dijî tecrîdê bi dirûşmeya "Ji bo Şikandina Tecrîdê Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve" dest pê kirin û rastî gelek astengiyan hatin, serê sibê xwe gîhandin Amedê.  Parlamenterên ku bi dirûşmeya "Ji bo Şikadina Tecrîdê Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve" ji Colemerg, Wan, Qers, Îdir, Bêdlis, Agirî Mûş Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dersîm, Çewlîk, Dîlok, Rihayê berê xwe dan Amedê tevî hemû dorpêç û astengiya polîsan, xwe gîhandin Amedê. Rêveber û parlamenterên HDP'ê li pêş mala Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li taxa Bagcilar a Navçeya Rezan a Amedê 100 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye kom bûn, di bin dorpêça polîsan de daxuyani dan. Parlementerên HDP'ê 500 metre li dûrî mala Guven kom bûn û di bin dorpêça polîsan de daxuşanî dan. Ji ber polîsan bi maşîneyên zirxî, barîkatan mala Guven dorpêç kiriye wekil nikarin xwe bigînin mala Guven. Li vir di bin dorpêçê de bi tirki Berdevka Meclisa Jinan û Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr û bi kurdî Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Agirî Berdan Ozturk daxuyanî da.    Ozturk bi kurdî daxuyanî da û xwest her kes li qadan tev li têkoşînê bibin û xwest her kes li dijî tecrîdê xwe bi rêxistin bikin. Daxuyaniya Ozturk wiha ye:    "Bîst (20) sal di ser Komploya Navneteweyî ku li hemberî Birêz Ocalan pêk hat re derbas bû. Ocalan ku di rêya jiyaneke azad, demokratîk û wekhev de emrê xwe feda kiriye rastê vê komployê hat. Ocalan li gel vê tenêtiya bêhempa, tecrîda giran û şert û mercên awarte ev 20 sale ji bo çareseriyek aştiyane bi berxwe dide. Lê 20 sale ku komploger ji armanca xwe venagerin û dixwazin her tim komployê li gor şert û mercan nû bikin. Ev komplo û tecrîd ne tenê li hemberî Birêz Ocalan e. Di kesayetiya Ocalan de ev komplo li hemberî gelê kurd, li hemberî Tirkiyeyê û li hemberî gelê Rojhilata Navîn hatiye li darxistin. Helwesta hêzên navneteweyî ya li hemberî şoreşa Rojava ku jiyanek alternatif, wekhev û hevpar tê li darxistin sedem û hedefa komployê dide nîşan. Kengê ku ev şoreş derkete holê, destkeftiyê gelan pêşketin komploger cardin ketin dewreyê û tecrîda Îmraliyê hatiye kur kirin. Di vê warê de afirînerên Pergala Îmraliyê desthilatên navnetewî ne. Ev hêzên komploger bi sedsalan e destê wan qirêj e û netewdewletên statukoyî ne ku dixwazin hemû têkoşînên demokratîk û wekhevîparêz bifetisîn in.    Tecrîd êdî ji rewşa ku li Birêz Ocalan tê ferzkirin wêdetir e, bi taybetî di sala 2015an de piştî ku pêvajoya aştî û muzakereyê hat bidawîkirin, li hemû civakê tê sepandin. Hemû Tirkiye îro di bin tecrîdek giran de ye. Di vê warê de pergala Îmraliyê ji bo politikayên li hemberî civakê bên bi karanîn jî wekî labaratuarek tê bi karanîn. Tecrîd ji Îmraliyê destpêkiriye û li hemû Tirkiyeyê belabûye. Lewre desthilatdarên ku her tim şer û pevçûnê mezin dikin baş dizanin ku Ocalan kengê dipeyive, rêya çareserî û aştiyê vedibe! Dema dengê Ocalan tê birîn, şer, newekhevî û faşîzm xurt dibe û dikeve dewreyê.   Eger tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê çareserî û aştî cardin dê bikeve rojevê. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCK) û Parlamentera me birez Leyla Guven ji bo ku Tirkiye ji vê tecrîdê rizgar bibe 100 roje bi greva birçîbunê li berxwe dide. Bi sedan girtiyên girtîgehan vê daxwazê mezin dikin. Ev grev li Hewlêrê, li Gallerê û li Strazbourgê pêl bi pêl ber fireh dibe. Daxwaza Leyla Guven û têkoşerên greva birçîbunê rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Dixwazin ku Tirkiye rumetê ji zagonên xwe re bide nişan û mafên Ocalan yên gerdûnî û zagonî bên dayin. Dixwazin ku Tirkiye ji vê tecrîdê derkeve. Lewma ev bangewaziyek wicdanî ye, bengaweziya berpirsiyariyek civakî ye.    Em li hemberî vê bangewaziyê bê deng namîn in. Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan kesî ye. Ev daxwaz daxwaza me ye. Lewma koma me ya meclise, ji 12 Sibatê vir ve bi şiara “Di Roja 100î de Ji bo Şikandina Tecrîda li ser Leylayê” ji Colemêrgê meş da destpêkirin û li gel hemû astengî, êrişan em gihîştin Amedê. Berpirsiyarên ku divê guh bidin bangewaziya Leyla’yê ewqas ji vê daxwazê ditirsin li kû cihê navê Leylayê dibihîzin ew der dorpêç dikin. Ev, helwesta darbekar ya AKP’ê ye. Ev dorpêçkirin wêneya tecrîda li hemberî Tirkiyeyê ye. Li gel hêza dewletê ya di destê wan de di çavên de tirs û fikar di meşa de hêvî û cesaret heye. Hikûmetê cardin da nişan ku bajar, qad, sûk û kolan di bin tecride de ne. Heya ku Tecrîda liser birêz Ocalan neşkê Tirkiye ji tecridê rizgar nabe.    Îro, ji bo ku em tecridê bişkîn divê em hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkoşînê û bi awayekî xurt xwedî li grevên birçîbûnê derkevin. Ev dîmenê tarî û şertên giran ên faşîzmê ancax bi têkoşîna me ya rêxistinbûyî dê bê perçekirin.    Em ji dîrokê hîn bûn, emrê van desthilatan ne dirêj e ku welatê xwe bi şert û mercên faşîzmê bi rê ve dibe û li derveyî welatê xwe polîtîkayên şer û pevçûnê li dar dixe. Ji bo ku ev desthilat vî welatê hîn zêdetir wêran nekin, divê em hemû qadên jiyanê veguherînin çeperên demokratîk. Ev peywira me ya dîrokî ye.     Ên ku ji bo berjewendiya xwe şer, pevçûn û xizanî li vî welatî ferz kirin dê bi ser nekevin, dê gelên me bi ser bikevin. Dengê Leylayê gihîşt erd û ezman, berxwedena girtîgehan li çar aliyê welat belabû. Em soz didin: Dê Leyla Bijî, dê tecrîd bişkê, dê têkoşêrên greva birçîbûnê bi ser bikevin. Berxwedan Jiyan e."