‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'

  • rojane
  • 09:17 14 Sibat 2019
  • |
img

ENQERE - Îpek Gur, xwişka Berpirsiyarê Rêya Şoreşger a Kurdistanê Orhan Keskîn ku li Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku dîrok dubare dibe û got: "Di 12'ê Îlonê de ji bo li ber faşîzmê serî netewe tekane rê ew bû ku mirov bedena xwe bidin ber mirinê. Niha jî li dijî faşîzm û tecrîdê rengê berxwedanê greva birçîbûnê ne." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 99'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome. 
 
Îpek Gur, xwişka Berpirsiyarê Rêya Şoreşger a Kurdistanê Orhan Keskîn ku li Girtîgeha Amedê tevî pêşengên PKK'ê di sala 1984'an de ket rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest da, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên niha. 
 
Gur, diyar kir ku di dema darbeyê de grevên birçîbûnê yên li Girtîgeha Amedê veguherîn qîrneke mezin e û got: "Li dijî çîna serdest a dixwest jiyanê û fikran tune bike, di dest şoreşger, berxwedêr û azadîxwazan de tenê çekek hebû, ew jî greva birçîbûnê bû." 
 
‘DAWIYA TESLÎMIYET Û BÊDENGIYÊ TUNE YE' 
 
Gur, diyar kir ku di dema rêjiyên mirinê de bavê wê hevdîtin bi Fermandarê Qolordûya 7'an a Amedê Kemal Yamak re hevdîtin çêkiriye û Yamalak ji bavê wê re gotiye: "Hemû bimirin jî, ne xema min e. Paşayê min ferman kir ku ew dixwaze li Zindana Amedê dengê hestiyan bibihîse. Gur got: "Girtî bi feraseta dawiya teslîmiyet û bêdengiyê tune ye, li dijî vê yekê li ber xwe dan û dest bi berxwedanê kirin." 
 
‘NIHA JÎ RENGÊ BERXWEDANÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ YE' 
 
Keskîn got: "Jiyan tiştekî cuda ye, axaftin tiştekî cuda ye. Tu her sibeh li ser sifreyê rûdinê, tu kevçiyê xwe digirî lê di qirika te re naçe. Tu avê hildigirî, lê di ber te de dimîne. Tu dertêyî derve. Çalakiya greva birçîbûnê, çalakiya ku kesayetî, azadî û helwesta 'ez serî antewînim' bi xwe ye. Qîrîna di 1984'an a li Zindana Amedê, li çiyayan, li deşt û bajaran olan de û li derve jî bû sedem ku gel serî rake. Di 12'ê Îlonê de ji bo li ber faşîzmê serî netewe tekane rê ew bû ku mirov bedena xwe bidin ber mirinê. Niha jî li dijî faşîzm û tecrîdê rengê berxwedanê greva birçîbûnê ne." 
 
‘DÎROK XWE DUBARE DIKE' 
 
Gur, destnîşan kir ku dîrok xwe dubare dike û got: "Gelek heye, lê nikare bi zimanê xwe, bi çand û nasnameya xwe bijî. Û rêberê şoreşger ê vî gelî 20 sal in tê etcrîdkirin. Helbet wê hin kes li dijî vê rewşê têkevin greva birçîbûnê û wê hewl bidin tecrîdê bişikînin." 
 
‘TECRÎ SÛC E' 
 
Gur, bilêv kir ku tecrîd sûc e û got: "Parlementereke ku bi vîna gel hatiye hilbijartin, li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Leyla Guven, 99 roj in di greva birçîbûnê de ye. Lê belê hîn jî tiştek nehatiye kirin. Ev rewş ji bo welatekî cihê şermê ye." 
 
‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ' 
 
Gur got: "Divê em bibin dengê grevên birçîbûnê. Hemû kesên ehlê aştî û hiqûqê divê piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Divê herkes li cem kesên li dijî faşîzmê têdikoşin cih bigire. Saziyên demokratîk, dikarin bi girseyî piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê. Rêberê gelekî 20 sal in tê tecrîdkirin. Divê li dijî vê yekê bêd erketin. Ger li cihekî tecrîd hebe, em nikarin li wir behsa mafên mirovan, aştî û hiqûqê bikin. Tecrîd, mirov ji rûmetê dûr dixe. Em ancax bi çalakiyan dikarin grevên birçîbûnê, mirinê rawestînin. Ji bo êdî darbest ji girtîgehan dernekevin, ji destê kê çi tê divê bê kirin. Ger em nebin dengê Leyla Guven û girtiyan, wê piştî hilbijartinê faşîzm zêdetir bibe. Şikandina tecrîdê, piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê deynê stuyê me hemûyan e." 

Sernavên din

19/02/2019
10:45 Girtiyên Girtîgeha Antalya: Em di hişmendiya çalakiya xwe de ne
10:11 Girtiyên di greva birçîbûnê: Heta daxwaz bê qebûlkirin em ê pirttir bibin
10:02 Welatî der barê wekîlê midûrê polîsan de li dozgeriyê gilî kir
09:49 3 karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
09:12 Gelên li Tirkiyeyê: Çareserî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye
09:11 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê em di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin
09:10 Namzetên Serêkaniyê: Em ê bi ser bikevin, ji niha ve ser xêrê be
09:09 'Bi kurdî biaxive, bixwîne, binivîse'
09:08 Rojnamevanê girtî Guleş: Xwê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
09:07 Ji ber 'nîşaneya serketinê' ya bi bûka berfê hat cezakirin
09:06 'Pêşî fiyetê mazot û gubre kêm bikin'
09:05 Meha pîroz a elewiyan: Xizir
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2019'AN
08:48 Berxwedana Leyla Guven di roja 104'an de berdewam dike
18/02/2019
22:37 Hevserokê HDP'a Mêrdînê Sîncar hat girtin
17:38 Bi fermana qeyûm darên li parkê rakirin
17:09 Wekîlê HDP’ê Ozguneş: Divê aliyekê têkoşîna li dijî tecrîdê be
16:31 'Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe' ava kirin
16:30 Siyasetmedarên 11 rojin dibin çavan de sewqî edliyê hatin kirin
16:16 Karkerekê dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da
15:41 Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:17 Kurtulan: Di 1'ê Nîsanê de dê hêzên demokratîk û Kurd bi ser bikevin
15:16 Di danişina Nisêbînê de kes nehat berdan
15:05 Ji bo grevên birçûnê ji 7 navendan bang kirin: Deng bidin jiyanê
14:49 Zarokên rastî îşkenceya polîsan hatin, hatin berdan
14:20 ÎHD: Azadiya ramanê di bin tecrîdê de ye
13:21 Saziyên Êzidiyan dê li pêş CPT çalaki pêk bînin
13:21 Zarokên rastî îşkeceya polîsan hatin derketin dozger
12:54 Jinên Wanî: Berxwedana Leyla ji bo mirovahiyê ye
12:54 Prof. Konukman: Hûn her tim şer bikin dê xela pêş bikeve
11:37 Kana madenê hilweşiya: Karker di bin axê de man
10:36 Îşkence li zarokan kirin û bêyî xwendinê belge dan îmzekirin
10:18 Mizrakli: Qeyûm malê şaredariyê dewrî Diyanetê dike
09:39 Leylayê 103 roj in li ber xwe dide: Berxwedan dide jiyandin, bêdengî dukuje
09:32 Ji bo zarok necemidin konser hat lidarxistin
09:11 Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen
09:10 HDP li Şirnexê dest bi civînên gel dike
09:09 ‘Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin’’
09:08 ‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes ji vê pêvajoya xurt re bibin deng
09:07 Malbata Gunana yê di greva birçîbûnê de bang li hêzên demokratîk kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2019'AN
17/02/2019
17:41 Birca Keçike piştî sê salan bi ‘destûr' hat vekirin
16:48 TJA’yê bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsan da
16:05 Taşdemîr: Yên dibêjin 'em ê hesap bipirsin' divê hesab bidin
15:03 HDP'ê li Mêrdîn yekemîn buroya hilbijartinê vekir
14:39 Dolmîşa ji nîşaniyê vedigeriya qulipî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:03 Trûmp ji welatên Ewropa xwest DAÎŞ'iyên xwe darizînin
13:26 Berxwedana Leylayê di roja 102'yemîn de di dorpêça polîsan de didome
12:13 Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dest pê kir
11:48 Ehrar El-Şerqiya îşkence li Umer Eros ê 85 sali kirin û mala wî talan kirin
10:50 12 tor û hevpeymaniyan xwestin çalakvanên Behdînan bên berdan
09:41 3 zarokên rastî îşkenceya giran hatin: Serê me xistin klozetê
09:15 Çelîk: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva wan bidin
09:12 Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin
09:10 Qeyûm projeya şaredariya DBP'ê wekî ya xwe nîşan da
09:08 Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê