‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye' 2019-02-14 09:17:29 ENQERE - Îpek Gur, xwişka Berpirsiyarê Rêya Şoreşger a Kurdistanê Orhan Keskîn ku li Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku dîrok dubare dibe û got: "Di 12'ê Îlonê de ji bo li ber faşîzmê serî netewe tekane rê ew bû ku mirov bedena xwe bidin ber mirinê. Niha jî li dijî faşîzm û tecrîdê rengê berxwedanê greva birçîbûnê ne."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 99'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome.    Îpek Gur, xwişka Berpirsiyarê Rêya Şoreşger a Kurdistanê Orhan Keskîn ku li Girtîgeha Amedê tevî pêşengên PKK'ê di sala 1984'an de ket rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest da, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên niha.    Gur, diyar kir ku di dema darbeyê de grevên birçîbûnê yên li Girtîgeha Amedê veguherîn qîrneke mezin e û got: "Li dijî çîna serdest a dixwest jiyanê û fikran tune bike, di dest şoreşger, berxwedêr û azadîxwazan de tenê çekek hebû, ew jî greva birçîbûnê bû."    ‘DAWIYA TESLÎMIYET Û BÊDENGIYÊ TUNE YE'    Gur, diyar kir ku di dema rêjiyên mirinê de bavê wê hevdîtin bi Fermandarê Qolordûya 7'an a Amedê Kemal Yamak re hevdîtin çêkiriye û Yamalak ji bavê wê re gotiye: "Hemû bimirin jî, ne xema min e. Paşayê min ferman kir ku ew dixwaze li Zindana Amedê dengê hestiyan bibihîse. Gur got: "Girtî bi feraseta dawiya teslîmiyet û bêdengiyê tune ye, li dijî vê yekê li ber xwe dan û dest bi berxwedanê kirin."    ‘NIHA JÎ RENGÊ BERXWEDANÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ YE'    Keskîn got: "Jiyan tiştekî cuda ye, axaftin tiştekî cuda ye. Tu her sibeh li ser sifreyê rûdinê, tu kevçiyê xwe digirî lê di qirika te re naçe. Tu avê hildigirî, lê di ber te de dimîne. Tu dertêyî derve. Çalakiya greva birçîbûnê, çalakiya ku kesayetî, azadî û helwesta 'ez serî antewînim' bi xwe ye. Qîrîna di 1984'an a li Zindana Amedê, li çiyayan, li deşt û bajaran olan de û li derve jî bû sedem ku gel serî rake. Di 12'ê Îlonê de ji bo li ber faşîzmê serî netewe tekane rê ew bû ku mirov bedena xwe bidin ber mirinê. Niha jî li dijî faşîzm û tecrîdê rengê berxwedanê greva birçîbûnê ne."    ‘DÎROK XWE DUBARE DIKE'    Gur, destnîşan kir ku dîrok xwe dubare dike û got: "Gelek heye, lê nikare bi zimanê xwe, bi çand û nasnameya xwe bijî. Û rêberê şoreşger ê vî gelî 20 sal in tê etcrîdkirin. Helbet wê hin kes li dijî vê rewşê têkevin greva birçîbûnê û wê hewl bidin tecrîdê bişikînin."    ‘TECRÎ SÛC E'    Gur, bilêv kir ku tecrîd sûc e û got: "Parlementereke ku bi vîna gel hatiye hilbijartin, li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Leyla Guven, 99 roj in di greva birçîbûnê de ye. Lê belê hîn jî tiştek nehatiye kirin. Ev rewş ji bo welatekî cihê şermê ye."    ‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ'    Gur got: "Divê em bibin dengê grevên birçîbûnê. Hemû kesên ehlê aştî û hiqûqê divê piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Divê herkes li cem kesên li dijî faşîzmê têdikoşin cih bigire. Saziyên demokratîk, dikarin bi girseyî piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê. Rêberê gelekî 20 sal in tê tecrîdkirin. Divê li dijî vê yekê bêd erketin. Ger li cihekî tecrîd hebe, em nikarin li wir behsa mafên mirovan, aştî û hiqûqê bikin. Tecrîd, mirov ji rûmetê dûr dixe. Em ancax bi çalakiyan dikarin grevên birçîbûnê, mirinê rawestînin. Ji bo êdî darbest ji girtîgehan dernekevin, ji destê kê çi tê divê bê kirin. Ger em nebin dengê Leyla Guven û girtiyan, wê piştî hilbijartinê faşîzm zêdetir bibe. Şikandina tecrîdê, piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê deynê stuyê me hemûyan e."