Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e

  • rojane
  • 09:16 14 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL – Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan, bal kişand ser gotinên Tayyip Erdogan ku gotibû "Ma hûn dizanin fiyetê guleyekê bi çi qasî ye?" Altan, diyar kir ku Erdogan bi van gotinan li polîtîkayên xwe yên şerî "mikur hatiye" û got: "Heta polîtîkaya şer dewam bike, wê çavkaniyên vî welatî hemû ji bo şer bên xerckirin." 

Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, fêkîfiroş û zebzefiroşan ji ber fiyetên fêkî û zebzeyan tawanbar kiribû û gotibû: "Ez bang li bacanfiroş, îsotfiroş, patatfiroşan dikim. Ma hûn dizanin fiyetê guleyekê bi çi qasî ye?" Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan, van gotinên Erdogan ên tawanbarkar nirxand û got Erdogan bi van gotinên xwe li xwe mikur hatiye. 
 
Altan, bilêv kir ku ev gotin ji du hêlan ve girîng e û got: "Yek; ev mikurhatinek e. Faktora herî girîng a bû sedema bihabûna fiyetên bacan, firingî û nan şer e ku îktîdarê derxistiye. Ev mikurhatina vê yekê ye. Sedema krîza aborî, ji ber polîtîkaya şerî ya Sûriyeyê ye. Maliyeta şer pir mezin e û ev maliyet li gel tê barkirin. Bi çi dide? Bi fiyetê nan, bi bihabûa fiyetên firingiyan, bi bêqîmetkirina pere, bi zêdebûna enflasyonê. A divê gel fêm bike ev e; Ev şer e û şer biha ye. Sedema pirsgirêkên min ên aborî şer e." 
 
'TENÊ SOZEK WAN HEYE, EW JÎ ŞER E' 
 
Altan, destnîşan kir ku xala duyem a girîng jî, ew e ku îktîdar êdî ji bilî şer nikare tu sozê bide.  Altan got: "Niha ji bilî guleyan nikare tu sozê bide. Di hilbijartinên şaredariyan de berê behsa projeyan dihat kirin; pir, projeyên gihaniyê, projeya qenalê... Niha behsa projeyên şer dike. Bedêla vê jî gel dide. Piştî înşaat, betonarme rûxiyan êdî tenê tiştek ma ku soza wê bide, ew jî gule ne. Yanî soza ji bo şer dide." 
 
'SÛCDAR TENÊ NE AKP YE' 
 
Altan, destnîşan kir ku her du encam jî pir girîng in. Altan, diyar kir ku soza ji bo şer tenê ne sûcê AKP'ê ye û got: "AKP, bi tena serê xwe ev yek nekir. Ji xeynî HDP'ê hemû muxalefeta li Meclîsê polîtîkayên şer pesend kir. Niha nikarin vê yekê biparêzin. CHP û Partiya ÎYÎ jî polîtîkayên şer û tezkereyên şerî pesend kirin. Yanî ev sûc tenê ne yê AKP'ê ye. Ji bo şer, pêdivî bi dijminekî heye. Dijmin kî ye? Esad, gelên Sûriyeyê. AKP, di ser vî şerî re îktîdara xwe didomînin. Şerê ku CHP'ê piştgirî dayê, şerê ku AKP'ê li îktîdarê dihêle." 
 
‘KUMÊ AKP'Ê KET' 
 
Altan, anî ziman ku çi qasî di polîtîkayên şer de israr bikin jî, tekane rêya ku aboriyê saz bike û hilberînê zêde bike aştî ye û got: "Divê em bênavber vê yekê ji gel re vebêjin. Eger debar nebe, ev yek ji ber şer e. Tim dibêjin 'pirsgirêka bekayê'. Ev jî ji ber şerê hatiye derxistin. Di binî hemû pêkanînên sê salên dawî de ev xirabî heye. Lê belê êdî rim di têran re hilnayê. Li gor dîtina min, kumê AKP'ê ketiye. Divê ev yek pir baş ji gel re bê vegotin. Kesên bûn sedema şer, berpirsiyarên krîza aborî ne jî." 
 
'MA TU DIZANÎ ZAROKEK ÇAWA TÊ MEZINKIRIN?' 
 
Altan, anî ziman ku mirov tenê ne bi krîza abor, bi zarokên xwe jî di vî şerî de bedêlê didin. Altan got: "Divê gel hay ji vê yekê hebe. Ji bo AKP îktîdara xwe biparêze, ne zarokekî me yê ku bimire heye, ne jî dijminekî me yê em wî bikujin heye. Divê gel jê bipirse 'Ma tu dizanî zarokek çawa tê mezinkirin?'" 
 
‘HEVKARÊ VÎ SÛCÎ NE' 
 
Altan, bi bîr xist ku muxalefet jî piştgiriyê dide vî şerî û got: "Ji ber vê CHP'ê efû nakim. CHP, dikaribû vê derewê vebêje. Lê ji bo dengên neteweperest ji dest neçin, ev yek nekir. li cem îktîdara ku gelê kurd wekî dijmin îlan kir cih girt. Hevkarê vî sûcî ne." 
 
Altan, anî ziman ku ger pêvajoya çareseriyê be rbi aştiyê ve biçûne, wê niha ne li welat ne jî li Sûriyeyê şer tune bûna û wê ev qas xwîn nerijiyana. Altan got: "Bereksê wê ger pirsgirêka kurd bihatana çareserkirin û aştî çûbûna, niha me yê bi hev re li dijî DAIŞ'ê piştgirî bidana mirovên li wir û em ê di asteke pir bilind de bûna. Lê mixabin, AKP ji dêvla çaresekirina pirsgirêka kurd pirsgirêk kûrtir kir, bi dijminahiyê berberîbûn zêdetir kir. Îktîdara xwe li ser dijminahiyê ava dike." 
 
MA / Yasin Kobulan

Sernavên din

19/02/2019
10:45 Girtiyên Girtîgeha Antalya: Em di hişmendiya çalakiya xwe de ne
10:11 Girtiyên di greva birçîbûnê: Heta daxwaz bê qebûlkirin em ê pirttir bibin
10:02 Welatî der barê wekîlê midûrê polîsan de li dozgeriyê gilî kir
09:49 3 karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
09:12 Gelên li Tirkiyeyê: Çareserî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye
09:11 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê em di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin
09:10 Namzetên Serêkaniyê: Em ê bi ser bikevin, ji niha ve ser xêrê be
09:09 'Bi kurdî biaxive, bixwîne, binivîse'
09:08 Rojnamevanê girtî Guleş: Xwê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
09:07 Ji ber 'nîşaneya serketinê' ya bi bûka berfê hat cezakirin
09:06 'Pêşî fiyetê mazot û gubre kêm bikin'
09:05 Meha pîroz a elewiyan: Xizir
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2019'AN
08:48 Berxwedana Leyla Guven di roja 104'an de berdewam dike
18/02/2019
22:37 Hevserokê HDP'a Mêrdînê Sîncar hat girtin
17:38 Bi fermana qeyûm darên li parkê rakirin
17:09 Wekîlê HDP’ê Ozguneş: Divê aliyekê têkoşîna li dijî tecrîdê be
16:31 'Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe' ava kirin
16:30 Siyasetmedarên 11 rojin dibin çavan de sewqî edliyê hatin kirin
16:16 Karkerekê dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da
15:41 Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:17 Kurtulan: Di 1'ê Nîsanê de dê hêzên demokratîk û Kurd bi ser bikevin
15:16 Di danişina Nisêbînê de kes nehat berdan
15:05 Ji bo grevên birçûnê ji 7 navendan bang kirin: Deng bidin jiyanê
14:49 Zarokên rastî îşkenceya polîsan hatin, hatin berdan
14:20 ÎHD: Azadiya ramanê di bin tecrîdê de ye
13:21 Saziyên Êzidiyan dê li pêş CPT çalaki pêk bînin
13:21 Zarokên rastî îşkeceya polîsan hatin derketin dozger
12:54 Jinên Wanî: Berxwedana Leyla ji bo mirovahiyê ye
12:54 Prof. Konukman: Hûn her tim şer bikin dê xela pêş bikeve
11:37 Kana madenê hilweşiya: Karker di bin axê de man
10:36 Îşkence li zarokan kirin û bêyî xwendinê belge dan îmzekirin
10:18 Mizrakli: Qeyûm malê şaredariyê dewrî Diyanetê dike
09:39 Leylayê 103 roj in li ber xwe dide: Berxwedan dide jiyandin, bêdengî dukuje
09:32 Ji bo zarok necemidin konser hat lidarxistin
09:11 Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen
09:10 HDP li Şirnexê dest bi civînên gel dike
09:09 ‘Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin’’
09:08 ‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes ji vê pêvajoya xurt re bibin deng
09:07 Malbata Gunana yê di greva birçîbûnê de bang li hêzên demokratîk kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2019'AN
17/02/2019
17:41 Birca Keçike piştî sê salan bi ‘destûr' hat vekirin
16:48 TJA’yê bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsan da
16:05 Taşdemîr: Yên dibêjin 'em ê hesap bipirsin' divê hesab bidin
15:03 HDP'ê li Mêrdîn yekemîn buroya hilbijartinê vekir
14:39 Dolmîşa ji nîşaniyê vedigeriya qulipî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:03 Trûmp ji welatên Ewropa xwest DAÎŞ'iyên xwe darizînin
13:26 Berxwedana Leylayê di roja 102'yemîn de di dorpêça polîsan de didome
12:13 Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dest pê kir
11:48 Ehrar El-Şerqiya îşkence li Umer Eros ê 85 sali kirin û mala wî talan kirin
10:50 12 tor û hevpeymaniyan xwestin çalakvanên Behdînan bên berdan
09:41 3 zarokên rastî îşkenceya giran hatin: Serê me xistin klozetê
09:15 Çelîk: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva wan bidin
09:12 Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin
09:10 Qeyûm projeya şaredariya DBP'ê wekî ya xwe nîşan da
09:08 Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê