Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e 2019-02-14 09:16:36 STENBOL – Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan, bal kişand ser gotinên Tayyip Erdogan ku gotibû "Ma hûn dizanin fiyetê guleyekê bi çi qasî ye?" Altan, diyar kir ku Erdogan bi van gotinan li polîtîkayên xwe yên şerî "mikur hatiye" û got: "Heta polîtîkaya şer dewam bike, wê çavkaniyên vî welatî hemû ji bo şer bên xerckirin."  Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, fêkîfiroş û zebzefiroşan ji ber fiyetên fêkî û zebzeyan tawanbar kiribû û gotibû: "Ez bang li bacanfiroş, îsotfiroş, patatfiroşan dikim. Ma hûn dizanin fiyetê guleyekê bi çi qasî ye?" Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan, van gotinên Erdogan ên tawanbarkar nirxand û got Erdogan bi van gotinên xwe li xwe mikur hatiye.    Altan, bilêv kir ku ev gotin ji du hêlan ve girîng e û got: "Yek; ev mikurhatinek e. Faktora herî girîng a bû sedema bihabûna fiyetên bacan, firingî û nan şer e ku îktîdarê derxistiye. Ev mikurhatina vê yekê ye. Sedema krîza aborî, ji ber polîtîkaya şerî ya Sûriyeyê ye. Maliyeta şer pir mezin e û ev maliyet li gel tê barkirin. Bi çi dide? Bi fiyetê nan, bi bihabûa fiyetên firingiyan, bi bêqîmetkirina pere, bi zêdebûna enflasyonê. A divê gel fêm bike ev e; Ev şer e û şer biha ye. Sedema pirsgirêkên min ên aborî şer e."    'TENÊ SOZEK WAN HEYE, EW JÎ ŞER E'    Altan, destnîşan kir ku xala duyem a girîng jî, ew e ku îktîdar êdî ji bilî şer nikare tu sozê bide.  Altan got: "Niha ji bilî guleyan nikare tu sozê bide. Di hilbijartinên şaredariyan de berê behsa projeyan dihat kirin; pir, projeyên gihaniyê, projeya qenalê... Niha behsa projeyên şer dike. Bedêla vê jî gel dide. Piştî înşaat, betonarme rûxiyan êdî tenê tiştek ma ku soza wê bide, ew jî gule ne. Yanî soza ji bo şer dide."    'SÛCDAR TENÊ NE AKP YE'    Altan, destnîşan kir ku her du encam jî pir girîng in. Altan, diyar kir ku soza ji bo şer tenê ne sûcê AKP'ê ye û got: "AKP, bi tena serê xwe ev yek nekir. Ji xeynî HDP'ê hemû muxalefeta li Meclîsê polîtîkayên şer pesend kir. Niha nikarin vê yekê biparêzin. CHP û Partiya ÎYÎ jî polîtîkayên şer û tezkereyên şerî pesend kirin. Yanî ev sûc tenê ne yê AKP'ê ye. Ji bo şer, pêdivî bi dijminekî heye. Dijmin kî ye? Esad, gelên Sûriyeyê. AKP, di ser vî şerî re îktîdara xwe didomînin. Şerê ku CHP'ê piştgirî dayê, şerê ku AKP'ê li îktîdarê dihêle."    ‘KUMÊ AKP'Ê KET'    Altan, anî ziman ku çi qasî di polîtîkayên şer de israr bikin jî, tekane rêya ku aboriyê saz bike û hilberînê zêde bike aştî ye û got: "Divê em bênavber vê yekê ji gel re vebêjin. Eger debar nebe, ev yek ji ber şer e. Tim dibêjin 'pirsgirêka bekayê'. Ev jî ji ber şerê hatiye derxistin. Di binî hemû pêkanînên sê salên dawî de ev xirabî heye. Lê belê êdî rim di têran re hilnayê. Li gor dîtina min, kumê AKP'ê ketiye. Divê ev yek pir baş ji gel re bê vegotin. Kesên bûn sedema şer, berpirsiyarên krîza aborî ne jî."    'MA TU DIZANÎ ZAROKEK ÇAWA TÊ MEZINKIRIN?'    Altan, anî ziman ku mirov tenê ne bi krîza abor, bi zarokên xwe jî di vî şerî de bedêlê didin. Altan got: "Divê gel hay ji vê yekê hebe. Ji bo AKP îktîdara xwe biparêze, ne zarokekî me yê ku bimire heye, ne jî dijminekî me yê em wî bikujin heye. Divê gel jê bipirse 'Ma tu dizanî zarokek çawa tê mezinkirin?'"    ‘HEVKARÊ VÎ SÛCÎ NE'    Altan, bi bîr xist ku muxalefet jî piştgiriyê dide vî şerî û got: "Ji ber vê CHP'ê efû nakim. CHP, dikaribû vê derewê vebêje. Lê ji bo dengên neteweperest ji dest neçin, ev yek nekir. li cem îktîdara ku gelê kurd wekî dijmin îlan kir cih girt. Hevkarê vî sûcî ne."    Altan, anî ziman ku ger pêvajoya çareseriyê be rbi aştiyê ve biçûne, wê niha ne li welat ne jî li Sûriyeyê şer tune bûna û wê ev qas xwîn nerijiyana. Altan got: "Bereksê wê ger pirsgirêka kurd bihatana çareserkirin û aştî çûbûna, niha me yê bi hev re li dijî DAIŞ'ê piştgirî bidana mirovên li wir û em ê di asteke pir bilind de bûna. Lê mixabin, AKP ji dêvla çaresekirina pirsgirêka kurd pirsgirêk kûrtir kir, bi dijminahiyê berberîbûn zêdetir kir. Îktîdara xwe li ser dijminahiyê ava dike."    MA / Yasin Kobulan