Leşkeran pir hilweşand, bêrîvan wiha derbas dibin

  • rojane
  • 09:25 5 Mijdar 2017
  • |
img

COLEMÊRG – Leşkeran bi dehan pirên li ser Çemê Zapê îsal bi hinceta “ewlehiyê” hilweşandin. Jinên dixwazin derbasî aliyê din ê çem bibin û pezê xwe bidoşin bi rêbaza teleferîk ku talûkeyê dide der derbas dibin. Hin welatî ji bo bigihîjin gundên xwe 8 kîlometre rê dimeşin. 

Operasyon û pevçûnên li herêma Colemêrgê û navçeyên wê bandorek neyînî li ser jiyana welatiyên li gundan dijîn dike. Li seranserî riya navçeya Çelê li ser Çemê Zapê bi dehan pirên hatine çêkirin ji aliyê leşkeran bi hinceta “ewlehiyê” hatin hilweşandin. Hin pir jî bi molozan hatin tijekirin. Ji ber hilweşandina piran jiyana welatiyên gundan ên li aliyê din ê çem dijîn zehmetir kir. 
 
GUNDÎ 8 KÎLOMETRE RÊ DIMEŞIN 
 
Pira li Gundê Şînê ku 40 kîlometre dûrî navenda Colemêrgê ye bi kevir û kavilan hat girtin. Ev saleke pira Şînê her çiqas ji aliyê gundiyan ve hat vekirin jî lê dîsa leşkeran riya pirê girt. Riya bi dehan gundan bi ser Pira Şînê re derbas dibe. Gundê herî nêz yê nêzî Şînê ye gundê Kavakli ku 8 kîlometre dûr e. 10 malbatên li mezra vî gundî dijîn piştî pirê bi meşê diçin malên xwe. Gundî bi wesayîtan heta pirê tên û pişt re kel û pelên xwe didin pişta xwe û bi rê ve diçin gund. 
 
JI BER PIR TUNE BAXÇE TERKÎ QEDERA XWE HATIN KIRIN 
 
Pira daliqandî ya gundê Dawoşê ya ku piştî pira Şînê tê îsal havînê hat rakirin. Şêniyên gund ku bi salan e bi derfetên zehmet li bostan û baxçeyên xwe dinêrin terkî çarenûsa xwe hatin kirin. Bi salane bêrîvanên mezrika Melotê ya gundê Seyîda ji bo pezên xwe bidoşin di ser pirê re derbas dibûn, lê di meha Îlonê de ji aliyê leşkeran ve bi hinceta “Terorîst di ser pirê re derbas dibin” hat hilweşandin. Bêrîvanên gund ji bo biçin hember û pezên bidoşin bi rêbazên talûke derbasî aliyê din ê Çemê Zapê dibin. 
 
RÊWÎTIYEK XETERE
 
Bêrîvan ji bo biçin aliyê din ê çem bi teleferîka ji texte û bîdonan çêkirine derbas dibin. Bi taybetî ava çemê Zapê ku di mehên biharê de radibe, ji bo derbasbûna welatiyan dibe sedema xetereyên mezin. Niha jî welatiyên gundan ji bo derbas bibin, bi talûkeyên mezin re rû bi rû dimînin. 
 
BI DERFETÊN XWE TELEFERÎK ÇÊKIRIN 
 
Sabîha Goçek a ku bi jinên gund re bi teleferîkê derbasî aliyê din ê Çemê Zapê dibe wiha got: “Ev du meh e pira me hilweşandine. Carna zilam jî tên lê zehmetiya herî mezin em dikişînin. Carna jinek li aliyekî û jinek jî li aliyê din bi ben digirin û 5-6 jin lê siwar dibin û derbasî hember dibin. Piştî em pezê xwe didoşin bi heman rêbazî derbas dibin. Her cara em derbas dibin ziravê me diqete. Di nav me de jinek avjeniyê dizanibe tune ye. Yek ji me bikeve avê nayê rizgarkirin.” 
 
Jinên bêrîvan dest nîşan kirin ku tekane daxwaziya wan ew e ku pirek nû bê çêkirin û ji ber ku zivistanê ava çem radibe dê nikaribin biçin hember. 
 
MA / Nîmet Olmez – Hamza Gunduz
 

Sernavên din

06/11/2017
09:51 Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin axivîn
09:50 'Li dijî rejîma tundiyê 'Biqîre'
09:49 Konca: Divê em hêj zêdetir li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:48 Rapor Meclisê: Ne girtî, gardiyan hatin derbkirin
09:14 Kurê xwe bi destê xwe bir qereqolê, 22 sal nedîtiye
09:13 Amerîkayê li Şamê bi Memlûk re hevdîtin pêk anî!
09:12 Karkerên plaza: Karker girtekê digirin û diçin tuwaletê
09:12 Agin: Ne dewleta-netewe, paradîgmaya Ocalan çareserî ye
09:11 Li dijî wêrankirina xwezayê pedalan dizivirînin
09:10 Pîleya SÎT'ê hat daxistin, înşaetê dest pê kir
09:01 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2017'AN
05/11/2017
22:26 Kesekî li Teksasê 26 kes kuştin 24 kes jî birîndar kirin
20:35 Di teqîna li Kerkûkê de 4 kes mirin 18 kes jî birîndar bûn
19:03 Cerdevanê berê li Edeneyê hat kuştin
18:56 Li Bestayê operasyonek berfireh hat destpêkirin
18:15 Kartal, Başakşehir û Kagithaneyê çalakiya 'Ji Ocalan re Azadî' dewir girt
16:33 4 rojin ava vexwarinê nadin girtiyan
16:22 DAIŞ'ê li Dêra Zorê nêzî 200 sivîl qetil kirin
16:16 4’ê Mijdarê li Manîsa hat şermezarkirin
16:08 Buldan: Darbeya herî mezin li dijî hevdîtina bi Ocalan re kirin
15:59 Di roja 362'yan a Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:25 Nobeta xwe diyarî karkerên Şirnexê kirin
14:56 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje peravê
14:45 Li Kerkûkê du teqînên dijwar, mirî û birîndar hene
14:11 Fuara TUYAP'ê di roja duyem de didome
13:57 Dayîkên Aştiyê li Enqerê ketin greva birçîbûnê
13:47 Sûriyê, Îran, Hizbûlah li dijî kurdan dibin yek
13:30 Ji 3 zarokên birîndar bûn 1 jê emeliyat bû
13:15 Gelo li Şemzînanê leşkerên kuştî vedişêrin?
12:36 KCD: Cezayê li Irmak qatiye birîn di wîcdanê gel de cihê wê tune
12:01 Rapora Cotmehê: 40 jin hatin kuştin, 25 jin jî rastî tundiyê hatin
11:46 3 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:45 Êzîdiyên Serdeşê xweseriyademokratîk dixwazin
11:32 ‘Azadiya Ocalan azadiya gelan e’
11:04 Bira Recep, Tayyîp, Erdogan li Idlibê jiyana xwe ji dest dan
10:29 Li Erebîstana Siûdî oprasyon: 11 prens, 4 wezîr hatin binçavkirin
09:28 Esnafan Konur û Yukselê: Êdî em nikarin kar bikin
09:27 Xebata zêde bandoreke xirab li ser bijîşkan dike
09:25 Leşkeran pir hilweşand, bêrîvan wiha derbas dibin
09:23 ‘Netirsin dê jin qezenc bikin’
09:18 Dayika zarokê hat îstsimarkirin: Em bibin dengê zarokan
09:16 ‘Divê dayik dest bidin hev û tecrîdê bişkînin'
09:15 Şirnexî: Piştevanî dê êşên me siviktir bike
09:13 Gursoy: Fikrên Ocalan li Rojhilata Navîn modela lihevkirinê ne
09:01 Kampanyaya pirtûkan a ji bo girtiyan didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2017'AN
04/11/2017
19:44 Der barê dosyeya Çelikê ku li malê hat kuştin biryara nepeniyê hat dayîn
19:19 Li Nisêbînê di nav destê zarokan de cismek teqiya: 3 zarok birîndar bûn
17:02 Malbata Çelik kêliya serdegirtina polîsan vegot
16:39 22 salin agahî ji Abdullatif Yagizay nayê girtin
15:53 6 xebatkarên Rojnameya Meydanê hatin binçavkirin
15:31 Li gelek bajaran darbeya '4'ê mijdarê' şermezar kirin
15:25 Ji bo Ocalan ketin greva birçîbûnê
15:16 Ji MYK'a HDP'ê daxuyaniya 4'ê Mijdarê: Em ê teqes bi ser bikevin!
15:14 Di çalakiya Rûniştina F de xwestin Sisê Bingol berdin
14:55 Xizmen windan aqûbeta Vejdîn Avcil pirsîn
14:42 4 kes li Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:40 Dayikên Şemiyê: 22 salin edalet winda ye
14:39 Buldan: Hûn ji bo desthilatdariya xwe nikarin siyasetmedarê me dîl bigirin
14:14 Keskîn: Gefa girtinê li ÎHD'ê dixwin
13:55 Huda Kaya: Ligel hemû gefan em dest ji têkoşîna xwe bernadin
13:31 Leşker peyama HPG'ê xwend: Kuro nekişîne dê ji wan re bibe reklam!
13:24 Di doza 5'ê Hezîranê de du delîlên nû
13:00 Grevên birçîbûnê yên ji bo Ocalan didomin
12:54 Di cotmehê de 5 rojnameger hatin girtin 4 rojnameger hatin kuştin
12:48 Gundî bi îşkenceyê hatin binçavkirin
12:34 Cenaze teşhîs kirin, 'hûnê li benda DNA'yê bimînin'
11:46 Li Şemzinanê Serpelek mir û 2 cawîşên pispor birîndar bûn
11:45 Jina koçber li Silêmaniyê dawî li jiyana xwe anî
11:36 Ceza li ser cezayê li çalakvanên Yukselê dibirin
11:29 8 pasdarên Îranê li Urmiye hatin kuştin
10:40 Ji heman sûcdariyê dubare doz vekirin
10:15 'Li gelek welatan mafê pedê heye, li Tirkiyeyê çima tune'
10:14 5 kes di teqîna li malê de birîndar bûn
10:11 Peyama sersaxiyê jî sûc e
10:11 Çêkirina Projeya Kendavê ya Îzmîrê didome!
09:56 Sal û 7 meh in li benda lêpirsînê ye
09:45 'Ev bazar keda me ye, em ê xwedî li keda xwe derên'
09:44 Dêr kirin mizgeft, mal kirin kafe
09:43 Ne 2 sal, 18 sal li Îmraliyê derbas bûn
09:19 Xeta azadiyê ya ku jinan dewr girtiye: Berîtan
09:18 Bek: Sepandina ‘hepsa malê’ rê li ber rûxandinê vedike
09:00 ROJEVA 04'Ê MIJDARA 2017'AN
03/11/2017
18:46 Wê Swêd xelata azadiya ramanê bide rojnameger Zehra Dogan
18:08 Kişanak û Tuncel nehatin tehliyekirin
17:32 Li parlementera HDP’î Beştaşê 2 sal ceza birîn
16:51 Serlêdana malbata Ocalan dîsa hat redkirin
16:02 Bi îdiaya 'Propagandaya rêxistinê' hat girtin
16:02 Ji bo doza Demîrtaş daxwaza neqlê kirin
16:01 Îşkence li girtiyan kirin û avêtin odeya singer
16:01 Bi hezaran nameyên ‘tecrîdê’ ji CPT û meclisê re hatin şandin
16:00 '2 sal derbas bû di doza Elçî de yek soz jî neanîn cih'
15:22 Operasyona 4’ê Mijdarê hat şermezarkirin
15:22 ‘Êrîş li ser destkeftiyên jinan hene’
15:21 Ji DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê bang: Em ne OHAL demokrasiyê dixwazin
14:31 360 roj in li karê xwe digerin
14:09 Tunç: Ger me yekitiya neteweyî hebûya Başûr nediket vî halî
13:42 Jin mitînga ‘Dê azadî qezenc bikin” li dar dixin
13:35 ÎHD: Welat veguherandin girtîgehê
13:13 Talankirina daran a li Kerboranê dirêjî Midyad û Hezexê jî bû