Leşkeran pir hilweşand, bêrîvan wiha derbas dibin 2017-11-05 09:25:30 COLEMÊRG – Leşkeran bi dehan pirên li ser Çemê Zapê îsal bi hinceta “ewlehiyê” hilweşandin. Jinên dixwazin derbasî aliyê din ê çem bibin û pezê xwe bidoşin bi rêbaza teleferîk ku talûkeyê dide der derbas dibin. Hin welatî ji bo bigihîjin gundên xwe 8 kîlometre rê dimeşin.  Operasyon û pevçûnên li herêma Colemêrgê û navçeyên wê bandorek neyînî li ser jiyana welatiyên li gundan dijîn dike. Li seranserî riya navçeya Çelê li ser Çemê Zapê bi dehan pirên hatine çêkirin ji aliyê leşkeran bi hinceta “ewlehiyê” hatin hilweşandin. Hin pir jî bi molozan hatin tijekirin. Ji ber hilweşandina piran jiyana welatiyên gundan ên li aliyê din ê çem dijîn zehmetir kir.    GUNDÎ 8 KÎLOMETRE RÊ DIMEŞIN    Pira li Gundê Şînê ku 40 kîlometre dûrî navenda Colemêrgê ye bi kevir û kavilan hat girtin. Ev saleke pira Şînê her çiqas ji aliyê gundiyan ve hat vekirin jî lê dîsa leşkeran riya pirê girt. Riya bi dehan gundan bi ser Pira Şînê re derbas dibe. Gundê herî nêz yê nêzî Şînê ye gundê Kavakli ku 8 kîlometre dûr e. 10 malbatên li mezra vî gundî dijîn piştî pirê bi meşê diçin malên xwe. Gundî bi wesayîtan heta pirê tên û pişt re kel û pelên xwe didin pişta xwe û bi rê ve diçin gund.    JI BER PIR TUNE BAXÇE TERKÎ QEDERA XWE HATIN KIRIN    Pira daliqandî ya gundê Dawoşê ya ku piştî pira Şînê tê îsal havînê hat rakirin. Şêniyên gund ku bi salan e bi derfetên zehmet li bostan û baxçeyên xwe dinêrin terkî çarenûsa xwe hatin kirin. Bi salane bêrîvanên mezrika Melotê ya gundê Seyîda ji bo pezên xwe bidoşin di ser pirê re derbas dibûn, lê di meha Îlonê de ji aliyê leşkeran ve bi hinceta “Terorîst di ser pirê re derbas dibin” hat hilweşandin. Bêrîvanên gund ji bo biçin hember û pezên bidoşin bi rêbazên talûke derbasî aliyê din ê Çemê Zapê dibin.    RÊWÎTIYEK XETERE   Bêrîvan ji bo biçin aliyê din ê çem bi teleferîka ji texte û bîdonan çêkirine derbas dibin. Bi taybetî ava çemê Zapê ku di mehên biharê de radibe, ji bo derbasbûna welatiyan dibe sedema xetereyên mezin. Niha jî welatiyên gundan ji bo derbas bibin, bi talûkeyên mezin re rû bi rû dimînin.    BI DERFETÊN XWE TELEFERÎK ÇÊKIRIN    Sabîha Goçek a ku bi jinên gund re bi teleferîkê derbasî aliyê din ê Çemê Zapê dibe wiha got: “Ev du meh e pira me hilweşandine. Carna zilam jî tên lê zehmetiya herî mezin em dikişînin. Carna jinek li aliyekî û jinek jî li aliyê din bi ben digirin û 5-6 jin lê siwar dibin û derbasî hember dibin. Piştî em pezê xwe didoşin bi heman rêbazî derbas dibin. Her cara em derbas dibin ziravê me diqete. Di nav me de jinek avjeniyê dizanibe tune ye. Yek ji me bikeve avê nayê rizgarkirin.”    Jinên bêrîvan dest nîşan kirin ku tekane daxwaziya wan ew e ku pirek nû bê çêkirin û ji ber ku zivistanê ava çem radibe dê nikaribin biçin hember.    MA / Nîmet Olmez – Hamza Gunduz