Bi hezaran welatiyên Qamışlo û Şehba li dijî tecrîdê meşiyan

  • rojane
  • 19:05 11 Sibat 2019
  • |
img
 
QAMIŞLO/SEHBA  - Li Qamişlo û Şehba Endamên HPC-Jin, nûnerên rêxistinên sivîl û demokratîk jî di navde bi hezaran welatî daketin qadan û li dijî tecrîdê û salvegera 15'ê Sibatê roja Radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan. Girseya meşiyan 15'ê Sibatê şermezar kirin û piştgirî dan çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. 
 
Li seranserê bajar, navçe, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven çalakî tên lidarxistin. Li Qamişlo û Şehba bi hezaran kes li dijî salvegera 15'ê Sibatê salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye û li dijî tecrîdê meşiyan. Girseya ku li Qamişlo û Şehba meşiyan piştgirî dan çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. 
 
QAMIŞLO
 
Bi sedan endamên HPC-Jin ên kantona Qamişlo, ji bo şermezarkirina 20’emîn salvegera  15’ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye meşeke girseyî li dar xist. Jinan di meşê de bi yek dengî dirûşmeya "Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e" berz kirin. Bi sedan endamên Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) ên kantona Qamişlo ji Kurd, Ermen, Êzidî, Suryan û Ereban ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî, piştgirî dayîna grevên birçîbûnê û şermezarkirina 15'ê Sibatê meşiyan.  Meşvan li çerxerêya taxa Qudûrbeg a bajarê Qamişlo kom bûn. Şêniyên Qamişlo ji bo piştgiriya meşê deriyên dikanên xwe girtin. Hêzên ewlekariya giştî, Hawarî û polîsên trafîkê ewlehiya meşê girt. Meşvanan di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 96 roj in di greva birçîbûne de ye û alên HPC-Jin hildan û pankarta "Hêzên Parastina Jin pergala dagirkeriyê têk dibin", "Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk mîsoger bikin", "Em ê bi sekna Leyla Guven û rihê Şêladizê komployê hilweşînin", "Sonda me; em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi rêber Apo re azad bijîn" rakirin. 
 
Meşvanan bê navber dirûşmên "Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e", "Bijî berxwedana li dijî tecrîdê", "Bimire dewletên komploger", "Bê serok jiyan nabe" berz kirin û meşiyan heta Çerxerêya Sonî. 
Endama Rêveberiya HPC-Jin a giştî Hediye Ebdillah li vir axivî û wiha got: "Dê vîna jinan tecrîda girankirî hilweşîne. Dewletên komploger ketin nav xewnekê û gotin bi dîlgirtina rêber Apo em ê rihê berxwedan û têkoşînê tune bikin. Rêber Apo bi fizîkî hatiye dîlgirtin lê fikrên wî niha li vir û hemû cîhanê belav bûne. Hûn nikarin fikra rêber Apo dîl bigirin û roja me tarî bikin. Bi pêşengiya têkoşer Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê peyama ‘Êdî em bê serokê xwe nikarin bijîn’ dan. Em jî li vir piştgiriyê didin peyama çalakgeran û dibejin heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Jinên ku bi felsefeya Rêber Apo dijîn, wê tecrîdê bi dawî bikin.”
 
Endama HPC-Jin ji pêkhateyên Ereb Kewser Elî jî diyar kir ku fikrên Ocalan, ji hemû pêkhateyan jin li dora xwe kom kirine û wiha got: “Em bi vîna jinan nahêlin ku dewletên dagirker bigihîjin armanca xwe. Me ev vîn ji rêber Apo girtiye. Em ê li dijî tecrîdê bi vîna xwe xurttir tê bikoşin.”
Meş bi dirûşma ‘Bijî serok Apo’ bi dawî bû.
 
ŞEHBA
 
Bi heman armancê li Şehba jî bi dehan endam, rêveberên Meclisa kantona Şehbayê û partiyên siyasî, li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û bi daxuyaniyeke hevbeş 15'ê Sibatê şermezar kirin. Endama Komîteya Şopandinê ya Meclisa Kantona Şehbayê Fatma Xelo daxuyanî da û wiha got: ""15`ê Sibatê dewletên desthilatdar bi komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest îradeya gelê berxwedêr li dijî qirkirina hebûnê têk bibin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikrên civakî û mirovî tê dikoşe da ku jiyana hevbeş û hemû gelên Rojhilata Navîn azadiya xwe bi dest bixin. Komploya 15`ê Sibata 1999`an li dijî rêber Ocalan mîna kuştina mirovî li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ên azadî û demokrasîxwaz bû. Tişta ku nehişt gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet gelê Kurd ku tev li çareserkirina aloziya Sûriyê bibe, berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku têkilî di navbera laş û can de çênebe. Ji ber wê berxwedana zindanan; berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevrêyan wan, serkeftina îradeya gelên azadîxwaz e.   Em wek şêniyên kantona Şehbayê bi meclisên wê yên sivîl û partiyên siyasî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em teqez dikin ku ev komplo ji destpêka ku hate lidarxistin ve armancên wê pêk nehatin. Berxwedana lehengiyê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şehba û Efrînê bi taybet li dijî komên terorîst her wiha berxwedana Bakurê Sûriyê li dijî Tirkiye mînaka vê berxwedanê ye. Em bang li civaka navdewletî û di serî de rêxistina Neteweyên Yekbûyî, rêxistina Yekitiya Ewropayê, rêxistinên mafên mirovan û gelên azadîxwaz dikin ku erka xwe ya dîrokî pêk bînin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin. Em bang li wan dikin da ku zextê li hikumeta Tirkiyê bike da ku ji xaka me derkeve û li hember siyasetên wê yên binpêkirinê li dijî tevahî gelan û bi taybet gelê Kurd, bisekinin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Ji Ocalan re azadî” û silavkirinan berxwedana girtiyên di zindanan de bi dawî bû.
 
 
 
 

Sernavên din

15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin
11:21 Parlamenterên HDP'ê: Heta tecrîd bişkê dê meşa me bidome
11:04 Der barê Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin
10:55 Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes hatin binçavkirin
10:53 Farîsogullari: Greva birçîbûnê di heman demê de berxwedana li dijî komployê ye
10:53 Doza Panzêrê vê carê 30 saniye dom kir
10:01 'Ji bo teklîfa wan sîxûrtiyê red kir gef lê xwarin'
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin