Bi hezaran welatiyên Qamışlo û Şehba li dijî tecrîdê meşiyan 2019-02-11 19:05:14     QAMIŞLO/SEHBA  - Li Qamişlo û Şehba Endamên HPC-Jin, nûnerên rêxistinên sivîl û demokratîk jî di navde bi hezaran welatî daketin qadan û li dijî tecrîdê û salvegera 15'ê Sibatê roja Radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan. Girseya meşiyan 15'ê Sibatê şermezar kirin û piştgirî dan çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven.    Li seranserê bajar, navçe, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven çalakî tên lidarxistin. Li Qamişlo û Şehba bi hezaran kes li dijî salvegera 15'ê Sibatê salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye û li dijî tecrîdê meşiyan. Girseya ku li Qamişlo û Şehba meşiyan piştgirî dan çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven.    QAMIŞLO   Bi sedan endamên HPC-Jin ên kantona Qamişlo, ji bo şermezarkirina 20’emîn salvegera  15’ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye meşeke girseyî li dar xist. Jinan di meşê de bi yek dengî dirûşmeya "Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e" berz kirin. Bi sedan endamên Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) ên kantona Qamişlo ji Kurd, Ermen, Êzidî, Suryan û Ereban ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî, piştgirî dayîna grevên birçîbûnê û şermezarkirina 15'ê Sibatê meşiyan.  Meşvan li çerxerêya taxa Qudûrbeg a bajarê Qamişlo kom bûn. Şêniyên Qamişlo ji bo piştgiriya meşê deriyên dikanên xwe girtin. Hêzên ewlekariya giştî, Hawarî û polîsên trafîkê ewlehiya meşê girt. Meşvanan di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 96 roj in di greva birçîbûne de ye û alên HPC-Jin hildan û pankarta "Hêzên Parastina Jin pergala dagirkeriyê têk dibin", "Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk mîsoger bikin", "Em ê bi sekna Leyla Guven û rihê Şêladizê komployê hilweşînin", "Sonda me; em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi rêber Apo re azad bijîn" rakirin.    Meşvanan bê navber dirûşmên "Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e", "Bijî berxwedana li dijî tecrîdê", "Bimire dewletên komploger", "Bê serok jiyan nabe" berz kirin û meşiyan heta Çerxerêya Sonî.  Endama Rêveberiya HPC-Jin a giştî Hediye Ebdillah li vir axivî û wiha got: "Dê vîna jinan tecrîda girankirî hilweşîne. Dewletên komploger ketin nav xewnekê û gotin bi dîlgirtina rêber Apo em ê rihê berxwedan û têkoşînê tune bikin. Rêber Apo bi fizîkî hatiye dîlgirtin lê fikrên wî niha li vir û hemû cîhanê belav bûne. Hûn nikarin fikra rêber Apo dîl bigirin û roja me tarî bikin. Bi pêşengiya têkoşer Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê peyama ‘Êdî em bê serokê xwe nikarin bijîn’ dan. Em jî li vir piştgiriyê didin peyama çalakgeran û dibejin heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Jinên ku bi felsefeya Rêber Apo dijîn, wê tecrîdê bi dawî bikin.”   Endama HPC-Jin ji pêkhateyên Ereb Kewser Elî jî diyar kir ku fikrên Ocalan, ji hemû pêkhateyan jin li dora xwe kom kirine û wiha got: “Em bi vîna jinan nahêlin ku dewletên dagirker bigihîjin armanca xwe. Me ev vîn ji rêber Apo girtiye. Em ê li dijî tecrîdê bi vîna xwe xurttir tê bikoşin.” Meş bi dirûşma ‘Bijî serok Apo’ bi dawî bû.   ŞEHBA   Bi heman armancê li Şehba jî bi dehan endam, rêveberên Meclisa kantona Şehbayê û partiyên siyasî, li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û bi daxuyaniyeke hevbeş 15'ê Sibatê şermezar kirin. Endama Komîteya Şopandinê ya Meclisa Kantona Şehbayê Fatma Xelo daxuyanî da û wiha got: ""15`ê Sibatê dewletên desthilatdar bi komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest îradeya gelê berxwedêr li dijî qirkirina hebûnê têk bibin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikrên civakî û mirovî tê dikoşe da ku jiyana hevbeş û hemû gelên Rojhilata Navîn azadiya xwe bi dest bixin. Komploya 15`ê Sibata 1999`an li dijî rêber Ocalan mîna kuştina mirovî li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ên azadî û demokrasîxwaz bû. Tişta ku nehişt gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet gelê Kurd ku tev li çareserkirina aloziya Sûriyê bibe, berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku têkilî di navbera laş û can de çênebe. Ji ber wê berxwedana zindanan; berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevrêyan wan, serkeftina îradeya gelên azadîxwaz e.   Em wek şêniyên kantona Şehbayê bi meclisên wê yên sivîl û partiyên siyasî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em teqez dikin ku ev komplo ji destpêka ku hate lidarxistin ve armancên wê pêk nehatin. Berxwedana lehengiyê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şehba û Efrînê bi taybet li dijî komên terorîst her wiha berxwedana Bakurê Sûriyê li dijî Tirkiye mînaka vê berxwedanê ye. Em bang li civaka navdewletî û di serî de rêxistina Neteweyên Yekbûyî, rêxistina Yekitiya Ewropayê, rêxistinên mafên mirovan û gelên azadîxwaz dikin ku erka xwe ya dîrokî pêk bînin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin. Em bang li wan dikin da ku zextê li hikumeta Tirkiyê bike da ku ji xaka me derkeve û li hember siyasetên wê yên binpêkirinê li dijî tevahî gelan û bi taybet gelê Kurd, bisekinin."   Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Ji Ocalan re azadî” û silavkirinan berxwedana girtiyên di zindanan de bi dawî bû.