Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir: Em dê hewl bidin vî dengî bêtir bidin bihîstin

  • rojane
  • 19:14 10 Sibat 2019
  • |
img
AMED - Heyeta Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir. Ji Mirovên Aqîl Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişaşan ser daxwazên Guven û wiha got: "Bi qasî daxwaza pêkanîna zagonên înfazê yên li Îmraliyê tu daxwazên rewatir û zagonîtir nabe." Rojnameger Alî Bayramoglu jî got: "Ji ber ku hurmetê nîşan didim li vir im. Heta ji destê min tê ezê hewl bidin vî dengî bidim bihîstin." 
 
Heyeta Mirovên Aqil ku di serdema pêvajoya çareseriyê de cih girtin Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Rojnameger Ali Bayramoglu, hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 95 rojin di grevê de ye ziyaret kirin.  Prof. Dr. Baskın Oran, li Balafirgeha Stenbolê ji ber pirsgirêkek derket nekarîbû tev li heyetê bibe. Di ziyareta Hevseroka KCD'ê Leyla Gaven de, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Keça Guven Sabiha Temizkan heyet pêşwazî kir. 
 
TURKDOGAN: JI BO EM BIDIN FERQKIRIN EM ZIYARET DIKIN
 
Heyetê piştî Leyla Guven ziyaret kir, li pêş mala Guven daxuyani dan. Ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku wekî mirovên aqîl, bi armanca çalakiya Leyla Guven bidin ferqkirin, Guven ziyaret kirine û wiha got: “Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê 79 rojan li girtîgehê ket grevê û niha 95 rojin di greva bêdem û bêdorveger de ye. Bi vê çalakiyê balê dikişîne ser tecrîda li girtîgehên Tirkiye. Bi taybetî balê dikişîne ser tecrîdkirina Birêz Ocalan ku li Îmraliyê ye, û balê dikişîne ser hemû girtîgehan. Divê her kes li gorî zagonan tev bigere. Zagonên înfazê pir aşkere ne. Divê Tirkiye van zagonan ji bo hemû kesî wek hev têxe meriyetê. Divê li tu girtîgehên Tirkiye li ser tu girtî û hikûmxwaran qedexeyên hevdîtina hişk neyê pêkanîn. Divê tecrîd û îsolasyon neyê meşandin. Ez wekî parazvanê mafê mirovan di her firsendê de vê yekê tînim ziman. Ez dem bi dem tînim bîra hikûmet û rayedarên dewletê. Ger ku ev dewleta qanûnê be divê dewlet li gorî qanûnan tev bigere. Em dixwazin çalakiya Leyla Guven li her dera Tirkiye bê dîtin. Bi armanca em bibin piştgirî em li vir in. Em wekî parazvanên mafê mirovan alîgirê jiyanê û tenduristiyê ne. Em dixwazin Birêz Leyla bi awayekî tenduristî vegere nava me. Em dixwazin ev pirsgirêk jî demek berî demekê çareser bibe. Em hevî dikin ku ev deng û daxwaz bên bihîstin û gav bên avêtin. Em hevî dikin ku li Tirkiye tecrîd bi dawî bibe. Wê demê em dê karibin mafê Leyla Guven û nêzi 300 girtiyên li girtîgehan di grevê de karibin biparêzin." 
 
‘EM DIXWAZIN BI SEROKOMAR RE HEVDÎTIN BIKIN' 
 
Turkdogan, pirsa rojamegeran a “ziyaretên we dê bidomin?" bersivand û wiha got: “Di meseleya tecrîda li girtîgehan û daxawzên girtiyên di greva birçîbûnê de hewldanên me yên em daxwazên wan bînin ziman wê bidomin. Di vê mijare de ewil em bi Birêz Wezîrê Dadê  re hatin cem hev. Di firsenda ewil de em dixwazin bi Birêz Serokomar re jî hevdîtin bikin. Li gorî me çareseriya vê pirsgirêkê pir hêsan e. Dibe ku aliyekê wê siyasî be, lê aliyê din bi temamî hiqûqî ye. Daxwaza rakirina tecridê ya li Girtîgehan daxwaza pêkanîna zagonên înfazê ya li girtîgehan e. Tu daxwaz ji vê daxwaza pekanîna înfaza zagonan rewatir û zagonîtir tune ye. Hevdîtinên me dê di asta hikûmetê û asta navneteweyî de bidomin. Em hevî dikin ku bêtir mirov bi vê yekê eleqeder bibin." 
 
ALî BAYRAMOGLU: BÊ WÎCDANÎ Û SERSARÎ HEYE  
 
Rojnameger Alî Bayramoglu ku Leyla Guven ziyaret kir jî axivi û wiha got: “Ya yekemîn wîcdan û sersarî ye. Li Tirkiye hevseroka partiyekê û parlamenterek 3 mehin ji bo hin daxwazên siyasî ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Ev welatê ku em lê heta tu bixwaze bê hest û sersar e. Ne di ferqa tiştekî de ye. Bê wîjdanî heye. Divê her mirovê ku aqilê wî li serê wî û alîgerê demokrasî ji vê yekê aciz bibe. Leyla di vê mijarê de bû sembol. Hem sembola têkoşîne û hem jî sembola bê ku nîşan dide hestiyarî di çi astê de ye. Di milê çapemeniye de jî vê yekê dibêjim. Di milê aktorên din de jî heman tişt e. Mijara duyemîn siyaset e. Ez beşdarî Leyla dibim. Dibêje ji bo tecrîd bi dawi bibe ketim rê. Di vê asta ku Tirkiye hatiye tecrîdek mezin li ser siyasetê û civakê ye. Ji bo ev tecrîd bi dawi bibe bû sîmge. Ez bawer dikim ku ev pir giring e. Mijara din jî em dixwazin bijî. Têkoşîna wê ji bo jiyana hemû kesan e. Ger ku mirovekî ji bo hin daxwazan canê xwe dabe ber birçîbûnê divê mirov hurmetê nîşanî wê bide. Ji bo ez hurmetê nişanî çalakiya wê didim li vir im. Ji bo ez ferqê ava bikim çi ji destê min bê ezê bikim." 
 
CELALETTÎN CAN: EV ÇALAKÎ LI DIJÎ TECRÎDKIRINA CIVAKÊ YE 
 
Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can jî bal kişand ser rewşa Leyla Guven û wiha got: "“Hevseroka partiyek girîn û parlamenterek 95 rojin di greva birçîbûnê de ye. Hem di cemaweriyê de û hem jî di hikûmetê de li dijî Leyla sersarî û bê hestiyariyek mezin heye. Birêz Leyla ev berxwedan li civakê belav kir. Dengê cuda bilind dibin. Birêz Leyla bi tenê li dijî tecrîda Ocalan derket rê, lê ev çalakî li dijî tecrîdkirina hemû civakê ye. Girtiyên ku di greva birçîbûnê de tenduristiya wan xera dibe. Ger ku daxwaz neyên bersivandin dibe ku li girtîgehan cenaze derkevin. Dibe ku zêde cenaze derkevin. Di pêvajo ku li Tirkiye demokrasî ji holê radibe de 300 mirovan bedena xwe birçî dihêle. Ev dê di demên pêş de pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne. Ez bawer nakim ku çalakiya Leyla Guven daye destpêkirin bi 303 mirovan re bi sînor bimîne. Tevlêbûn dê zêdetir bibe. Ger ku cenaze derkevin Tirkiye dê nikaribe vê rewşê rake. Em bang li hikûmetêi dikin ku van daxwazan pêk bîne. Divê daxwaza van berxwedanan pêk bê. Divê li Tirkiye mirin çênebin. Di sedsala 21’an de divê mirov û wekîlek jiyana xwe ji dest nede. Divê li girtîgehan mirin çênebe. Ger ku wisa bibe dê encamên girantir derekvin pêş. Divê her kes hestiyar tev bigerin." 
 
Can peyama Baskın Oran jî parvekir û got: “Jiyana mirovan li ser bîrdoziye hatiye avakirin. Em Leyla xanim zindî dixwazin." 
 
 
Heyet piştre ji bajar veqetiyan. 
 
 

Sernavên din

15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin
11:21 Parlamenterên HDP'ê: Heta tecrîd bişkê dê meşa me bidome
11:04 Der barê Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin
10:55 Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes hatin binçavkirin
10:53 Farîsogullari: Greva birçîbûnê di heman demê de berxwedana li dijî komployê ye
10:53 Doza Panzêrê vê carê 30 saniye dom kir
10:01 'Ji bo teklîfa wan sîxûrtiyê red kir gef lê xwarin'
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin