Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir: Em dê hewl bidin vî dengî bêtir bidin bihîstin 2019-02-10 19:14:28   AMED - Heyeta Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir. Ji Mirovên Aqîl Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişaşan ser daxwazên Guven û wiha got: "Bi qasî daxwaza pêkanîna zagonên înfazê yên li Îmraliyê tu daxwazên rewatir û zagonîtir nabe." Rojnameger Alî Bayramoglu jî got: "Ji ber ku hurmetê nîşan didim li vir im. Heta ji destê min tê ezê hewl bidin vî dengî bidim bihîstin."    Heyeta Mirovên Aqil ku di serdema pêvajoya çareseriyê de cih girtin Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Rojnameger Ali Bayramoglu, hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 95 rojin di grevê de ye ziyaret kirin.  Prof. Dr. Baskın Oran, li Balafirgeha Stenbolê ji ber pirsgirêkek derket nekarîbû tev li heyetê bibe. Di ziyareta Hevseroka KCD'ê Leyla Gaven de, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Keça Guven Sabiha Temizkan heyet pêşwazî kir.    TURKDOGAN: JI BO EM BIDIN FERQKIRIN EM ZIYARET DIKIN   Heyetê piştî Leyla Guven ziyaret kir, li pêş mala Guven daxuyani dan. Ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku wekî mirovên aqîl, bi armanca çalakiya Leyla Guven bidin ferqkirin, Guven ziyaret kirine û wiha got: “Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê 79 rojan li girtîgehê ket grevê û niha 95 rojin di greva bêdem û bêdorveger de ye. Bi vê çalakiyê balê dikişîne ser tecrîda li girtîgehên Tirkiye. Bi taybetî balê dikişîne ser tecrîdkirina Birêz Ocalan ku li Îmraliyê ye, û balê dikişîne ser hemû girtîgehan. Divê her kes li gorî zagonan tev bigere. Zagonên înfazê pir aşkere ne. Divê Tirkiye van zagonan ji bo hemû kesî wek hev têxe meriyetê. Divê li tu girtîgehên Tirkiye li ser tu girtî û hikûmxwaran qedexeyên hevdîtina hişk neyê pêkanîn. Divê tecrîd û îsolasyon neyê meşandin. Ez wekî parazvanê mafê mirovan di her firsendê de vê yekê tînim ziman. Ez dem bi dem tînim bîra hikûmet û rayedarên dewletê. Ger ku ev dewleta qanûnê be divê dewlet li gorî qanûnan tev bigere. Em dixwazin çalakiya Leyla Guven li her dera Tirkiye bê dîtin. Bi armanca em bibin piştgirî em li vir in. Em wekî parazvanên mafê mirovan alîgirê jiyanê û tenduristiyê ne. Em dixwazin Birêz Leyla bi awayekî tenduristî vegere nava me. Em dixwazin ev pirsgirêk jî demek berî demekê çareser bibe. Em hevî dikin ku ev deng û daxwaz bên bihîstin û gav bên avêtin. Em hevî dikin ku li Tirkiye tecrîd bi dawî bibe. Wê demê em dê karibin mafê Leyla Guven û nêzi 300 girtiyên li girtîgehan di grevê de karibin biparêzin."    ‘EM DIXWAZIN BI SEROKOMAR RE HEVDÎTIN BIKIN'    Turkdogan, pirsa rojamegeran a “ziyaretên we dê bidomin?" bersivand û wiha got: “Di meseleya tecrîda li girtîgehan û daxawzên girtiyên di greva birçîbûnê de hewldanên me yên em daxwazên wan bînin ziman wê bidomin. Di vê mijare de ewil em bi Birêz Wezîrê Dadê  re hatin cem hev. Di firsenda ewil de em dixwazin bi Birêz Serokomar re jî hevdîtin bikin. Li gorî me çareseriya vê pirsgirêkê pir hêsan e. Dibe ku aliyekê wê siyasî be, lê aliyê din bi temamî hiqûqî ye. Daxwaza rakirina tecridê ya li Girtîgehan daxwaza pêkanîna zagonên înfazê ya li girtîgehan e. Tu daxwaz ji vê daxwaza pekanîna înfaza zagonan rewatir û zagonîtir tune ye. Hevdîtinên me dê di asta hikûmetê û asta navneteweyî de bidomin. Em hevî dikin ku bêtir mirov bi vê yekê eleqeder bibin."    ALî BAYRAMOGLU: BÊ WÎCDANÎ Û SERSARÎ HEYE     Rojnameger Alî Bayramoglu ku Leyla Guven ziyaret kir jî axivi û wiha got: “Ya yekemîn wîcdan û sersarî ye. Li Tirkiye hevseroka partiyekê û parlamenterek 3 mehin ji bo hin daxwazên siyasî ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Ev welatê ku em lê heta tu bixwaze bê hest û sersar e. Ne di ferqa tiştekî de ye. Bê wîjdanî heye. Divê her mirovê ku aqilê wî li serê wî û alîgerê demokrasî ji vê yekê aciz bibe. Leyla di vê mijarê de bû sembol. Hem sembola têkoşîne û hem jî sembola bê ku nîşan dide hestiyarî di çi astê de ye. Di milê çapemeniye de jî vê yekê dibêjim. Di milê aktorên din de jî heman tişt e. Mijara duyemîn siyaset e. Ez beşdarî Leyla dibim. Dibêje ji bo tecrîd bi dawi bibe ketim rê. Di vê asta ku Tirkiye hatiye tecrîdek mezin li ser siyasetê û civakê ye. Ji bo ev tecrîd bi dawi bibe bû sîmge. Ez bawer dikim ku ev pir giring e. Mijara din jî em dixwazin bijî. Têkoşîna wê ji bo jiyana hemû kesan e. Ger ku mirovekî ji bo hin daxwazan canê xwe dabe ber birçîbûnê divê mirov hurmetê nîşanî wê bide. Ji bo ez hurmetê nişanî çalakiya wê didim li vir im. Ji bo ez ferqê ava bikim çi ji destê min bê ezê bikim."    CELALETTÎN CAN: EV ÇALAKÎ LI DIJÎ TECRÎDKIRINA CIVAKÊ YE    Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can jî bal kişand ser rewşa Leyla Guven û wiha got: "“Hevseroka partiyek girîn û parlamenterek 95 rojin di greva birçîbûnê de ye. Hem di cemaweriyê de û hem jî di hikûmetê de li dijî Leyla sersarî û bê hestiyariyek mezin heye. Birêz Leyla ev berxwedan li civakê belav kir. Dengê cuda bilind dibin. Birêz Leyla bi tenê li dijî tecrîda Ocalan derket rê, lê ev çalakî li dijî tecrîdkirina hemû civakê ye. Girtiyên ku di greva birçîbûnê de tenduristiya wan xera dibe. Ger ku daxwaz neyên bersivandin dibe ku li girtîgehan cenaze derkevin. Dibe ku zêde cenaze derkevin. Di pêvajo ku li Tirkiye demokrasî ji holê radibe de 300 mirovan bedena xwe birçî dihêle. Ev dê di demên pêş de pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne. Ez bawer nakim ku çalakiya Leyla Guven daye destpêkirin bi 303 mirovan re bi sînor bimîne. Tevlêbûn dê zêdetir bibe. Ger ku cenaze derkevin Tirkiye dê nikaribe vê rewşê rake. Em bang li hikûmetêi dikin ku van daxwazan pêk bîne. Divê daxwaza van berxwedanan pêk bê. Divê li Tirkiye mirin çênebin. Di sedsala 21’an de divê mirov û wekîlek jiyana xwe ji dest nede. Divê li girtîgehan mirin çênebe. Ger ku wisa bibe dê encamên girantir derekvin pêş. Divê her kes hestiyar tev bigerin."    Can peyama Baskın Oran jî parvekir û got: “Jiyana mirovan li ser bîrdoziye hatiye avakirin. Em Leyla xanim zindî dixwazin."      Heyet piştre ji bajar veqetiyan.