‘Pêvajoya qetilkirina me dewam dike’

  • rojane
  • 16:24 10 Sibat 2019
  • |
img
STEMBOL  - Komeleya Aştî û Piştîvaniyê ya 10’ê Cotmehê û Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di panele li dar xistin de, çalakgerên di greva birçîbûnê de silav kirin. Seroka TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncancî, di panelê de got: “Di pêvajoyeke dixwazin me bê liv û tevger bikin de, me qetil dikin.” 
 
Komeleya Aştî û Piştîvaniyê ya 10’ê Cotmehê û Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, li Taksîmê panela “Em li dijî siyaseta komkujiyê edaletê dixwazin, tên gel hev: Em dest jê bernadin” pêk anîn. Nûnerên gelek sendîka û rêxistinên mafên mirovan, Parlementerên HDP’ê Mûrat Çepnî, Oya Ersoy û Parlementeê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû beşdarî panelê bûn. 
Panel piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Yoldaş Aydin axivî. 
 
Aydin, diyar kir ku ew tenê êşa xwe najîn û wiha got: “Bi sedan kes ji vê komkujiyê bi bandor bûn. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Emê çawan vê pêvajoyê pênase bikin. Li ser vê em gelek fikirîn. Me ev weke siyaseta komkujiyê pênase kir û me tu carî dest ji têkoşîna xwe ya aştî û edaletê berneda.” 
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ SILAV KIRIN 
 
Piştî pêşandana sînevîzyonê, li ser “Me jiya” nîqaş hat kirin. Bavê Çagdaş Aydin ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da Fethî Aydin, di axaftina kir de çalakgeriyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di greva birçîbûnê dene silav kir û wiha got: “Niha grevên birçîbûnê yên bûne wijdanê civakê hene. Li Ewropa û gelek qadên din ev çalakî berdewam dikin. Em van çalakiyan silav dikin. Îro êrîşên malbatên bi êş dikin. Ji ber ku em nemirin, vê carê hewl didin me bikujin. Ev komkujî ne siyaseta komkujiyê be, gelo çiye? Ji bo ku em xeyalên zarokên xwe pêk bînin divê em têbikoşin. Jiyana wan, bingeha têkoşîna me ye.”
 
‘JI TIRSAN ÊRÎŞ KIRIN’
 
Li ser navê Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ê Okan Danaci jî axivî û wiha bilêv kir: “Li Kobanê berxwedanek mezin pêk hat. Gotin ket dê bikeve. Lê neket û AKP winda kir. Weke pira Denîzan di salên 68’an de li Colemêrgê avakirin, me jî xwest berpirsiyartiya xwe bi cih bînin. Me jî fikirî ku divê em li Rojava bin. Dema me bang kir, bi sedan kes hatin û serlêdan kirin. Ji bo vê yekê tirsiyan ku Şoreşa Rojava bi ciwanên vir re bibe yek. Ji ber vê êrîş kirin.”
 
Seroka Komeleya Aştî Piştevaniya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun jî, diyar kir ku ewê tu caran komkujiya mirov kirin hedef, dê ji bîr nekin.  
 
'LI DIJÎ ŞER DIVÊ EM TÊKOŞÎNEK HEVPAR BI RÊVE BIBIN’
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî, bal kişand ser bûyera di Mîtînga Aştiyê ya 10 Cotmehê de hat jiyîn û wiha got: “Wê demê kesên xwestin li dijî şer derbikevin, weke xayînên welat hatin îlankirin. Em jî li dijî polîtîkayên şer xwest di 10’ê Cotmehê de mîtîngekê li ser bixin. Lê mîtînga me kirin hedef. Îro Tirkiyeyê ber bi tarîtiyekê mezin ve dibin. Li dijî vê, divê em bi têkoşînek hevpar bi rêve bibin.”  
 
'5 HEZÎRANÊ DEST PÊK BÛ’
 
Lîsa Çalan a li Amedê di êrîşa 5’ê Hezîranê de birîndar bû jî, di axaftina kir de Leyla Guven û çalakgerên di grevên birçîbûnê de silav kirin. Çalan, destnîşan kir ku dem bi dem ew tên gelhev û wiha got: “Li Amedê jî êrîşa 5’ê Hezîranê pêk hat. Piştî vê êrîşê komkujî pêk hatin. Li Pirsûs, Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Sîlopî komkujî pêk hatin. 5’ê Hezîranê destpêk bû. Bêguman emê li ber xwe bidin û me li ber xwe da. Ji bo ku em êşên xwe bikin yek, hatina me ya gel hev girînge.” 
 
'EM JENOSÎDAN NAS BIKIN'
 
Seroka TÎHV’Ê Şebnem Korûr Fîncancî jî di panelê de axivî û bal kişand ser piştevaniyê. Fîncanci, da zanîn ku piştevanî pir girînge û wiha axivî: “Weke Eren Keskîn gotî, em li welatekê jenosîdan dijîn. Heya ku em van jenosîdan nas nekin, emê bi komkujiyên nû re rû bi rû bin.”
 
Piştî nirxandina hemû sernavên panelê, panel bi dawî bû. 
 

Sernavên din

15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin
11:21 Parlamenterên HDP'ê: Heta tecrîd bişkê dê meşa me bidome
11:04 Der barê Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin
10:55 Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes hatin binçavkirin
10:53 Farîsogullari: Greva birçîbûnê di heman demê de berxwedana li dijî komployê ye
10:53 Doza Panzêrê vê carê 30 saniye dom kir
10:01 'Ji bo teklîfa wan sîxûrtiyê red kir gef lê xwarin'
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin