‘Pêvajoya qetilkirina me dewam dike’ 2019-02-10 16:24:27   STEMBOL  - Komeleya Aştî û Piştîvaniyê ya 10’ê Cotmehê û Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di panele li dar xistin de, çalakgerên di greva birçîbûnê de silav kirin. Seroka TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncancî, di panelê de got: “Di pêvajoyeke dixwazin me bê liv û tevger bikin de, me qetil dikin.”    Komeleya Aştî û Piştîvaniyê ya 10’ê Cotmehê û Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, li Taksîmê panela “Em li dijî siyaseta komkujiyê edaletê dixwazin, tên gel hev: Em dest jê bernadin” pêk anîn. Nûnerên gelek sendîka û rêxistinên mafên mirovan, Parlementerên HDP’ê Mûrat Çepnî, Oya Ersoy û Parlementeê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû beşdarî panelê bûn.  Panel piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Yoldaş Aydin axivî.    Aydin, diyar kir ku ew tenê êşa xwe najîn û wiha got: “Bi sedan kes ji vê komkujiyê bi bandor bûn. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Emê çawan vê pêvajoyê pênase bikin. Li ser vê em gelek fikirîn. Me ev weke siyaseta komkujiyê pênase kir û me tu carî dest ji têkoşîna xwe ya aştî û edaletê berneda.”    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ SILAV KIRIN    Piştî pêşandana sînevîzyonê, li ser “Me jiya” nîqaş hat kirin. Bavê Çagdaş Aydin ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da Fethî Aydin, di axaftina kir de çalakgeriyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di greva birçîbûnê dene silav kir û wiha got: “Niha grevên birçîbûnê yên bûne wijdanê civakê hene. Li Ewropa û gelek qadên din ev çalakî berdewam dikin. Em van çalakiyan silav dikin. Îro êrîşên malbatên bi êş dikin. Ji ber ku em nemirin, vê carê hewl didin me bikujin. Ev komkujî ne siyaseta komkujiyê be, gelo çiye? Ji bo ku em xeyalên zarokên xwe pêk bînin divê em têbikoşin. Jiyana wan, bingeha têkoşîna me ye.”   ‘JI TIRSAN ÊRÎŞ KIRIN’   Li ser navê Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ê Okan Danaci jî axivî û wiha bilêv kir: “Li Kobanê berxwedanek mezin pêk hat. Gotin ket dê bikeve. Lê neket û AKP winda kir. Weke pira Denîzan di salên 68’an de li Colemêrgê avakirin, me jî xwest berpirsiyartiya xwe bi cih bînin. Me jî fikirî ku divê em li Rojava bin. Dema me bang kir, bi sedan kes hatin û serlêdan kirin. Ji bo vê yekê tirsiyan ku Şoreşa Rojava bi ciwanên vir re bibe yek. Ji ber vê êrîş kirin.”   Seroka Komeleya Aştî Piştevaniya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun jî, diyar kir ku ewê tu caran komkujiya mirov kirin hedef, dê ji bîr nekin.     'LI DIJÎ ŞER DIVÊ EM TÊKOŞÎNEK HEVPAR BI RÊVE BIBIN’   Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî, bal kişand ser bûyera di Mîtînga Aştiyê ya 10 Cotmehê de hat jiyîn û wiha got: “Wê demê kesên xwestin li dijî şer derbikevin, weke xayînên welat hatin îlankirin. Em jî li dijî polîtîkayên şer xwest di 10’ê Cotmehê de mîtîngekê li ser bixin. Lê mîtînga me kirin hedef. Îro Tirkiyeyê ber bi tarîtiyekê mezin ve dibin. Li dijî vê, divê em bi têkoşînek hevpar bi rêve bibin.”     '5 HEZÎRANÊ DEST PÊK BÛ’   Lîsa Çalan a li Amedê di êrîşa 5’ê Hezîranê de birîndar bû jî, di axaftina kir de Leyla Guven û çalakgerên di grevên birçîbûnê de silav kirin. Çalan, destnîşan kir ku dem bi dem ew tên gelhev û wiha got: “Li Amedê jî êrîşa 5’ê Hezîranê pêk hat. Piştî vê êrîşê komkujî pêk hatin. Li Pirsûs, Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Sîlopî komkujî pêk hatin. 5’ê Hezîranê destpêk bû. Bêguman emê li ber xwe bidin û me li ber xwe da. Ji bo ku em êşên xwe bikin yek, hatina me ya gel hev girînge.”    'EM JENOSÎDAN NAS BIKIN'   Seroka TÎHV’Ê Şebnem Korûr Fîncancî jî di panelê de axivî û bal kişand ser piştevaniyê. Fîncanci, da zanîn ku piştevanî pir girînge û wiha axivî: “Weke Eren Keskîn gotî, em li welatekê jenosîdan dijîn. Heya ku em van jenosîdan nas nekin, emê bi komkujiyên nû re rû bi rû bin.”   Piştî nirxandina hemû sernavên panelê, panel bi dawî bû.