AMED - Meclîsa Jinan a HDP’ê, dirûşmeya xwe ya hilbijartina herêmî diyar kir. Meclîs dê bi dirûşmeya “Jin bi hev re” dakeve qadan.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di civîna danasîna namzetên hevşaredarên jin ên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê ya li Amedê pêk bîne de, dê Danezana Hilbijartinê eşkere bike. Meclîsa Jinan a HDP’ê, di heman demê ji bo hilbijartina herêmî dirûşmeya “Jin bi hev re” diyar kir.
Hûnermendên jin ên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) hatin gelhev û bi heman dirûşmeyê strana hilbijartinê jî amede kirin û gotin.
Gotinên strana jinên MKM’ê amade kirin wiha ye:
“Jin zarok û ziman e
Hêza hezar salan e
Ax û av û giyan e
Em hêviya gelan e
Bi tîna agirê Adarê
Silavek bidin biharê
Berxwedana jinên azad
Ronî da zindan û qadan
Gava jin daket kolanan
Reng daye gund û bajaran
Ew yê me ne,ne yê we ne
Şar û bajar tev yê me ne
HDP partiya jinê ye
Jin xwediya welatê xwe ye
Em bi ceng û hewar in
Dîroka nifşê ciwan in
Nîşana li ser alan in
Destana jinên şepal in
Li hemberî rûreşiyê
Em in mohra azadiyê