Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi dirûşmeya ‘Jin bi hev re’ dakeve qadan 2019-02-10 12:20:39   AMED -  Meclîsa Jinan a HDP’ê, dirûşmeya xwe ya hilbijartina herêmî diyar kir. Meclîs dê bi dirûşmeya “Jin bi hev re” dakeve qadan.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di civîna danasîna namzetên hevşaredarên jin ên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê ya li Amedê pêk bîne de, dê Danezana Hilbijartinê eşkere bike. Meclîsa Jinan a HDP’ê, di heman demê ji bo hilbijartina herêmî dirûşmeya “Jin bi hev re” diyar kir.    Hûnermendên jin ên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) hatin gelhev û bi heman dirûşmeyê strana hilbijartinê jî amede kirin û gotin.   Gotinên strana jinên MKM’ê amade kirin wiha  ye:    “Jin zarok û ziman e  Hêza hezar salan e  Ax û av û giyan e  Em hêviya gelan e   Bi tîna agirê Adarê  Silavek bidin biharê   Berxwedana jinên azad Ronî da zindan û qadan Gava jin daket kolanan Reng daye gund û bajaran    Ew yê me ne,ne yê we ne  Şar û bajar tev yê me ne  HDP partiya jinê ye Jin xwediya welatê xwe ye    Em bi ceng û hewar in  Dîroka nifşê ciwan in  Nîşana li ser alan in  Destana jinên şepal in    Li hemberî rûreşiyê Em in mohra azadiyê