MÊRDÎN – Li Nisêbînê zarokan cismek dît û di nav destê wan de teqiya. 3 zarok birîndar bûn.
Li Kuçeya Yasemîn a Taxa Yenîşehîr a Nisêbîna Mêrdînê, zarokan cismek li erdê dît. Cism di navd estê zarokan de teqiya. Di teqînê de zarokên bi navê N.Y., Y.Y. û O.Y. ku temenê wan di navbera 12-13 saln de birîndar bûn. Welatiyên derdorê zarok birin nexweşxaneyê.
Hat zanîn ku der barê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
2 XWIŞK Û BIRA JIYANA XWE JI DEST DABÛN
Di 31'ê Adarê de li Taxa Abdulkdaîr Paşayê ya Nisêbînê xwişk û birayên hev Havîn (3) û Fatih Guneş (5) ji ber teqîna cismeke nediyar jiyana xwe ji dest dabûn.