Li Nisêbînê di nav destê zarokan de cismek teqiya: 3 zarok birîndar bûn 2017-11-04 19:19:46   MÊRDÎN – Li Nisêbînê zarokan cismek dît û di nav destê wan de teqiya. 3 zarok birîndar bûn.    Li Kuçeya Yasemîn a Taxa Yenîşehîr a Nisêbîna Mêrdînê, zarokan cismek li erdê dît. Cism di navd estê zarokan de teqiya. Di teqînê de zarokên bi navê N.Y., Y.Y. û O.Y. ku temenê wan di navbera 12-13 saln de birîndar bûn. Welatiyên derdorê zarok birin nexweşxaneyê.    Hat zanîn ku der barê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    2 XWIŞK Û BIRA JIYANA XWE JI DEST DABÛN    Di 31'ê Adarê de li Taxa Abdulkdaîr Paşayê ya Nisêbînê xwişk û birayên hev Havîn (3) û Fatih Guneş (5) ji ber teqîna cismeke nediyar jiyana xwe ji dest dabûn.