Dayikên Şemiyê: 22 salin edalet winda ye

  • rojane
  • 14:40 4 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser doza Kerboranê ya JİTEM'ê û xwestin berpirsiyar bên darizandin. Dayika Şemiyê Hanife Yildiz, diyar kir ku 22 salin edalet winda bûye û li edaletê digerin. 

Dayikên Şemiyê di hefteya 658’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û li windayan geriyan. Dayikên Şemiyê û mirovên şemiyê li qada Galatasarayê kom bûn û xwestin hesap bê pirsîn. Dayikan di çalakiyê de pankarta “Fail diyar in, winda li ku ne" vekirin û qurnefilên sor û çarikên spî ku sembola aştiyê ye danîn ser pankartê. Dîsa dowîzên ku wêneyên windayan li ser bûn bilind kirin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Pervin Buldan, Sezaî Temellî, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û gelek kesên cuda amade bûn. Dayikên şemiyê di vê hefteyê de bal kişandin ser doza  Kerboranê ya JİTEM'ê û xwestin edalet cihê xwe bibîne. 
 
Di çalakiyê de Hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî, diyar kir ku di 23'ê Sibata 1995’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê Murat Yildiz hat binçavkirin û winda kirin û ji bo lêpirsîn bê nûkirin û ji nûve bê dîtin serlêdan kiriye. Yolerî, anî ziman ku dozger jî li dijî vê yekê doza windabûnê vekiriye. 
 
NAVÊ ZILMÊ TÊ GUHERTIN
 
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, anî ziman ku ew ji pêvajoya birê mirinê hatin pêvajoya Jêrzemînên komkujiyê û wiha got: "Dozyaya Kerbranê sewqî gelek cihan hat kirin. Ne tenê dosya Kerboranê. Dosyayan jî wekî mirovan sirgûn dikin û ji cihekî dibin cihekî din. Navê îktîdarê tê guhertin, lê rengî zilma wan nayê guhertin." 
 
‘DOZA WINDA VEKIRIN'
 
Dayika Murat Yilmaz ê di 23'ê Sibata 1995'an de hat binçavkirin û windakirin Hanife Yildiz jî anî ziman ku 22 salin 4 demsal li Qada Galatasarayê li edaletê digere û wiha got: “Ji bo aqûbet bê aşkerekirin me doz vekir. Lê encam li holê ye. 22 salin edalet winda ye. Di navbera salên 1980, 1995 û 2017… 'an de ji wê rojê heta niha gelek îktidar hatin û çûn. Lê ev zilma li dijî me nehat guhertin. Di vê pêvajoya çalakiyan de kesên ji nava me bar kirin hene. Lê bi înat em zêde dibin. Di 9'ê Mijdara 2017’an de dê li 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Gebze dê doza Winda bê dîtin. Kurê min li nefûsa Gebze ne qeydkirî ye. Kurê min li nifûsa  Stenbolê qeydkirî ye. Bila kesên min doz li wan vekiriye nîşanî min bidin." 
 
 
Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat windakirin Maside Ocak daxuyanî da. Ocak, anî ziman ku ji ber sûcên li dijî mirovahiyê hesap ji wan nehatiye pirsîn rê li pêş sûcên din hatiye vekirin û wiha got: “Pergala bê cezakirinê aramî û edaletê ji civakê dûr dixe û jiyana civakî ya ewle dûr dixe. Sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin bê ceza tên hiştin. Em bang li saziyên navneteweyi dikin ku li diji vê yekê berpirsiyariyên xwe pêk bînin."  
 
ÎŞKENCEYA GIRAN DÎTIN
 
Ocak, ani ziman ku di 29'ê cotmeha 1995'an de leşkeran bi ser Kerborana Mêrdînê de girtin û 3 zarok 2 xwendekarên lîse bi giştî 7 kes binçav kirin. Zarokê 12 salî Davut Altunkaynak, ya 13 salî Seyhan Dogan, yê 16 salî Nedim Akyon, yê 19 salî Mehmet Emin Aslan, yê 20 salî Abdurrahman Olcay, yê 21 salî Abdurrahman Coşkun, yê 57 salî Suleyman Seyhan birin Tabûra Cendirmeyan a Kerboranê. 
Dayika Davut Altunkaynak Hayat Altunkaynak, keça Suleyman Seyhan Fehime û xwişka Seyhan a 11 salî Haznî 3 rojan rastî îşkenceya giran hatin û piştre hatin berdan. Dema hatin birdan rastî îşkenceya giran hatibûn. 
 
SERLÊDANA SÛC BÊ ENCAM MA
 
Ocak, anî ziman ku piştî malbatan serlêdana sûc kir hemû hewldanên malbatan bê encam ma û wiha got: "Di serlêdanan de bersîva 'Piştî lêpirsînê hatin berdan û tev çûn çiyê' dan malbatan. Ji bo malbat carek din serlêdana sûc nekin gef li malbatan xwar. Hemû serlêdanên sûc bê encam bi dawî bûn. Di 6'ê Adara 1996'an de bedena Suleyman Seyhan a bê serî di bîrekê de hat dîtin.  Cawîşê Pirspor Bilal Batirir jî piştî bîr nîşan da li Tabûra Cendirmeyan a Kerboranê hat windakirin. 
 
PEYMAN HAT ÎHLALKIRIN
 
Ocak, anî ziman ku pişti hewdana ÎHD’a Mêrdîn, di 29'ê Gulana 2009'an de Serdozgeriya Komarê yê Kerboranê ji nûve dosya vekir û û derket holê ku kesên hatin binçavkirin hatine kuştin û li Kerboranê di bîrekê de hatine definkirin û wiha got: "Di kolandina salên 2012, 2013 û 2015'an de kesên hatin windakirin hestiyên wan derketin holê û hat dîtin ku kesên hatine binçavkirin bi îşkenceya giran hatine kuştin. Piştî vê yekê der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Mêrdînê Hurşît Îmren û Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire jî di navde der barê 18 kesan de doz hat vekirin. Lê dosya ku li Mîdyatê hat vekirin şandin Semsûrê. Mafên ku di peymana mafên mirovan a navneteweyî de hatiye îmzekirin hatin îhlalkirin. Di 7'emîn rûniştina doza ku di 13'ê Adara 2017'an de li Semsûrê hat dîtin, biryar dan ku dozê sewqî Enqereyê bikin û doza Kerboranê ya JÎTEM'ê û doza Qoserêya JÎTEM'ê bi hevre kirin yek. 
 
‘DOZ JI BAJAREKÎ BIRIN BAJAREKÎ DIN' 
 
Ocak, herî dawi destnîşan kir ku divê sûc li kijan herêmê hatiye kirin ew dadgeh li wê dozê binere û wiha got: "Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê bêyî bi encam bibe heyeda dadgehê xwe paşve kişand. Serî li rêbaza dozê ji bajarekî bibe bajarekî din û bajar bi bajar bigere de dît. Ev biryara dadgehê rê li pêş sûcê ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin vedike. Em dê heta dawî bişopînin." 
 
 

Sernavên din

06/11/2017
09:51 Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin axivîn
09:50 'Li dijî rejîma tundiyê 'Biqîre'
09:49 Konca: Divê em hêj zêdetir li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:48 Rapor Meclisê: Ne girtî, gardiyan hatin derbkirin
09:14 Kurê xwe bi destê xwe bir qereqolê, 22 sal nedîtiye
09:13 Amerîkayê li Şamê bi Memlûk re hevdîtin pêk anî!
09:12 Karkerên plaza: Karker girtekê digirin û diçin tuwaletê
09:12 Agin: Ne dewleta-netewe, paradîgmaya Ocalan çareserî ye
09:11 Li dijî wêrankirina xwezayê pedalan dizivirînin
09:10 Pîleya SÎT'ê hat daxistin, înşaetê dest pê kir
09:01 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2017'AN
05/11/2017
22:26 Kesekî li Teksasê 26 kes kuştin 24 kes jî birîndar kirin
20:35 Di teqîna li Kerkûkê de 4 kes mirin 18 kes jî birîndar bûn
19:03 Cerdevanê berê li Edeneyê hat kuştin
18:56 Li Bestayê operasyonek berfireh hat destpêkirin
18:15 Kartal, Başakşehir û Kagithaneyê çalakiya 'Ji Ocalan re Azadî' dewir girt
16:33 4 rojin ava vexwarinê nadin girtiyan
16:22 DAIŞ'ê li Dêra Zorê nêzî 200 sivîl qetil kirin
16:16 4’ê Mijdarê li Manîsa hat şermezarkirin
16:08 Buldan: Darbeya herî mezin li dijî hevdîtina bi Ocalan re kirin
15:59 Di roja 362'yan a Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:25 Nobeta xwe diyarî karkerên Şirnexê kirin
14:56 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje peravê
14:45 Li Kerkûkê du teqînên dijwar, mirî û birîndar hene
14:11 Fuara TUYAP'ê di roja duyem de didome
13:57 Dayîkên Aştiyê li Enqerê ketin greva birçîbûnê
13:47 Sûriyê, Îran, Hizbûlah li dijî kurdan dibin yek
13:30 Ji 3 zarokên birîndar bûn 1 jê emeliyat bû
13:15 Gelo li Şemzînanê leşkerên kuştî vedişêrin?
12:36 KCD: Cezayê li Irmak qatiye birîn di wîcdanê gel de cihê wê tune
12:01 Rapora Cotmehê: 40 jin hatin kuştin, 25 jin jî rastî tundiyê hatin
11:46 3 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:45 Êzîdiyên Serdeşê xweseriyademokratîk dixwazin
11:32 ‘Azadiya Ocalan azadiya gelan e’
11:04 Bira Recep, Tayyîp, Erdogan li Idlibê jiyana xwe ji dest dan
10:29 Li Erebîstana Siûdî oprasyon: 11 prens, 4 wezîr hatin binçavkirin
09:28 Esnafan Konur û Yukselê: Êdî em nikarin kar bikin
09:27 Xebata zêde bandoreke xirab li ser bijîşkan dike
09:25 Leşkeran pir hilweşand, bêrîvan wiha derbas dibin
09:23 ‘Netirsin dê jin qezenc bikin’
09:18 Dayika zarokê hat îstsimarkirin: Em bibin dengê zarokan
09:16 ‘Divê dayik dest bidin hev û tecrîdê bişkînin'
09:15 Şirnexî: Piştevanî dê êşên me siviktir bike
09:13 Gursoy: Fikrên Ocalan li Rojhilata Navîn modela lihevkirinê ne
09:01 Kampanyaya pirtûkan a ji bo girtiyan didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2017'AN
04/11/2017
19:44 Der barê dosyeya Çelikê ku li malê hat kuştin biryara nepeniyê hat dayîn
19:19 Li Nisêbînê di nav destê zarokan de cismek teqiya: 3 zarok birîndar bûn
17:02 Malbata Çelik kêliya serdegirtina polîsan vegot
16:39 22 salin agahî ji Abdullatif Yagizay nayê girtin
15:53 6 xebatkarên Rojnameya Meydanê hatin binçavkirin
15:31 Li gelek bajaran darbeya '4'ê mijdarê' şermezar kirin
15:25 Ji bo Ocalan ketin greva birçîbûnê
15:16 Ji MYK'a HDP'ê daxuyaniya 4'ê Mijdarê: Em ê teqes bi ser bikevin!
15:14 Di çalakiya Rûniştina F de xwestin Sisê Bingol berdin
14:55 Xizmen windan aqûbeta Vejdîn Avcil pirsîn
14:42 4 kes li Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:40 Dayikên Şemiyê: 22 salin edalet winda ye
14:39 Buldan: Hûn ji bo desthilatdariya xwe nikarin siyasetmedarê me dîl bigirin
14:14 Keskîn: Gefa girtinê li ÎHD'ê dixwin
13:55 Huda Kaya: Ligel hemû gefan em dest ji têkoşîna xwe bernadin
13:31 Leşker peyama HPG'ê xwend: Kuro nekişîne dê ji wan re bibe reklam!
13:24 Di doza 5'ê Hezîranê de du delîlên nû
13:00 Grevên birçîbûnê yên ji bo Ocalan didomin
12:54 Di cotmehê de 5 rojnameger hatin girtin 4 rojnameger hatin kuştin
12:48 Gundî bi îşkenceyê hatin binçavkirin
12:34 Cenaze teşhîs kirin, 'hûnê li benda DNA'yê bimînin'
11:46 Li Şemzinanê Serpelek mir û 2 cawîşên pispor birîndar bûn
11:45 Jina koçber li Silêmaniyê dawî li jiyana xwe anî
11:36 Ceza li ser cezayê li çalakvanên Yukselê dibirin
11:29 8 pasdarên Îranê li Urmiye hatin kuştin
10:40 Ji heman sûcdariyê dubare doz vekirin
10:15 'Li gelek welatan mafê pedê heye, li Tirkiyeyê çima tune'
10:14 5 kes di teqîna li malê de birîndar bûn
10:11 Peyama sersaxiyê jî sûc e
10:11 Çêkirina Projeya Kendavê ya Îzmîrê didome!
09:56 Sal û 7 meh in li benda lêpirsînê ye
09:45 'Ev bazar keda me ye, em ê xwedî li keda xwe derên'
09:44 Dêr kirin mizgeft, mal kirin kafe
09:43 Ne 2 sal, 18 sal li Îmraliyê derbas bûn
09:19 Xeta azadiyê ya ku jinan dewr girtiye: Berîtan
09:18 Bek: Sepandina ‘hepsa malê’ rê li ber rûxandinê vedike
09:00 ROJEVA 04'Ê MIJDARA 2017'AN
03/11/2017
18:46 Wê Swêd xelata azadiya ramanê bide rojnameger Zehra Dogan
18:08 Kişanak û Tuncel nehatin tehliyekirin
17:32 Li parlementera HDP’î Beştaşê 2 sal ceza birîn
16:51 Serlêdana malbata Ocalan dîsa hat redkirin
16:02 Bi îdiaya 'Propagandaya rêxistinê' hat girtin
16:02 Ji bo doza Demîrtaş daxwaza neqlê kirin
16:01 Îşkence li girtiyan kirin û avêtin odeya singer
16:01 Bi hezaran nameyên ‘tecrîdê’ ji CPT û meclisê re hatin şandin
16:00 '2 sal derbas bû di doza Elçî de yek soz jî neanîn cih'
15:22 Operasyona 4’ê Mijdarê hat şermezarkirin
15:22 ‘Êrîş li ser destkeftiyên jinan hene’
15:21 Ji DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê bang: Em ne OHAL demokrasiyê dixwazin
14:31 360 roj in li karê xwe digerin
14:09 Tunç: Ger me yekitiya neteweyî hebûya Başûr nediket vî halî
13:42 Jin mitînga ‘Dê azadî qezenc bikin” li dar dixin
13:35 ÎHD: Welat veguherandin girtîgehê
13:13 Talankirina daran a li Kerboranê dirêjî Midyad û Hezexê jî bû