Dayikên Şemiyê: 22 salin edalet winda ye 2017-11-04 14:40:12 STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser doza Kerboranê ya JİTEM'ê û xwestin berpirsiyar bên darizandin. Dayika Şemiyê Hanife Yildiz, diyar kir ku 22 salin edalet winda bûye û li edaletê digerin.  Dayikên Şemiyê di hefteya 658’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û li windayan geriyan. Dayikên Şemiyê û mirovên şemiyê li qada Galatasarayê kom bûn û xwestin hesap bê pirsîn. Dayikan di çalakiyê de pankarta “Fail diyar in, winda li ku ne" vekirin û qurnefilên sor û çarikên spî ku sembola aştiyê ye danîn ser pankartê. Dîsa dowîzên ku wêneyên windayan li ser bûn bilind kirin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Pervin Buldan, Sezaî Temellî, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û gelek kesên cuda amade bûn. Dayikên şemiyê di vê hefteyê de bal kişandin ser doza  Kerboranê ya JİTEM'ê û xwestin edalet cihê xwe bibîne.    Di çalakiyê de Hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî, diyar kir ku di 23'ê Sibata 1995’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê Murat Yildiz hat binçavkirin û winda kirin û ji bo lêpirsîn bê nûkirin û ji nûve bê dîtin serlêdan kiriye. Yolerî, anî ziman ku dozger jî li dijî vê yekê doza windabûnê vekiriye.    NAVÊ ZILMÊ TÊ GUHERTIN   Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, anî ziman ku ew ji pêvajoya birê mirinê hatin pêvajoya Jêrzemînên komkujiyê û wiha got: "Dozyaya Kerbranê sewqî gelek cihan hat kirin. Ne tenê dosya Kerboranê. Dosyayan jî wekî mirovan sirgûn dikin û ji cihekî dibin cihekî din. Navê îktîdarê tê guhertin, lê rengî zilma wan nayê guhertin."    ‘DOZA WINDA VEKIRIN'   Dayika Murat Yilmaz ê di 23'ê Sibata 1995'an de hat binçavkirin û windakirin Hanife Yildiz jî anî ziman ku 22 salin 4 demsal li Qada Galatasarayê li edaletê digere û wiha got: “Ji bo aqûbet bê aşkerekirin me doz vekir. Lê encam li holê ye. 22 salin edalet winda ye. Di navbera salên 1980, 1995 û 2017… 'an de ji wê rojê heta niha gelek îktidar hatin û çûn. Lê ev zilma li dijî me nehat guhertin. Di vê pêvajoya çalakiyan de kesên ji nava me bar kirin hene. Lê bi înat em zêde dibin. Di 9'ê Mijdara 2017’an de dê li 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Gebze dê doza Winda bê dîtin. Kurê min li nefûsa Gebze ne qeydkirî ye. Kurê min li nifûsa  Stenbolê qeydkirî ye. Bila kesên min doz li wan vekiriye nîşanî min bidin."      Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat windakirin Maside Ocak daxuyanî da. Ocak, anî ziman ku ji ber sûcên li dijî mirovahiyê hesap ji wan nehatiye pirsîn rê li pêş sûcên din hatiye vekirin û wiha got: “Pergala bê cezakirinê aramî û edaletê ji civakê dûr dixe û jiyana civakî ya ewle dûr dixe. Sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin bê ceza tên hiştin. Em bang li saziyên navneteweyi dikin ku li diji vê yekê berpirsiyariyên xwe pêk bînin."     ÎŞKENCEYA GIRAN DÎTIN   Ocak, ani ziman ku di 29'ê cotmeha 1995'an de leşkeran bi ser Kerborana Mêrdînê de girtin û 3 zarok 2 xwendekarên lîse bi giştî 7 kes binçav kirin. Zarokê 12 salî Davut Altunkaynak, ya 13 salî Seyhan Dogan, yê 16 salî Nedim Akyon, yê 19 salî Mehmet Emin Aslan, yê 20 salî Abdurrahman Olcay, yê 21 salî Abdurrahman Coşkun, yê 57 salî Suleyman Seyhan birin Tabûra Cendirmeyan a Kerboranê.  Dayika Davut Altunkaynak Hayat Altunkaynak, keça Suleyman Seyhan Fehime û xwişka Seyhan a 11 salî Haznî 3 rojan rastî îşkenceya giran hatin û piştre hatin berdan. Dema hatin birdan rastî îşkenceya giran hatibûn.    SERLÊDANA SÛC BÊ ENCAM MA   Ocak, anî ziman ku piştî malbatan serlêdana sûc kir hemû hewldanên malbatan bê encam ma û wiha got: "Di serlêdanan de bersîva 'Piştî lêpirsînê hatin berdan û tev çûn çiyê' dan malbatan. Ji bo malbat carek din serlêdana sûc nekin gef li malbatan xwar. Hemû serlêdanên sûc bê encam bi dawî bûn. Di 6'ê Adara 1996'an de bedena Suleyman Seyhan a bê serî di bîrekê de hat dîtin.  Cawîşê Pirspor Bilal Batirir jî piştî bîr nîşan da li Tabûra Cendirmeyan a Kerboranê hat windakirin.    PEYMAN HAT ÎHLALKIRIN   Ocak, anî ziman ku pişti hewdana ÎHD’a Mêrdîn, di 29'ê Gulana 2009'an de Serdozgeriya Komarê yê Kerboranê ji nûve dosya vekir û û derket holê ku kesên hatin binçavkirin hatine kuştin û li Kerboranê di bîrekê de hatine definkirin û wiha got: "Di kolandina salên 2012, 2013 û 2015'an de kesên hatin windakirin hestiyên wan derketin holê û hat dîtin ku kesên hatine binçavkirin bi îşkenceya giran hatine kuştin. Piştî vê yekê der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Mêrdînê Hurşît Îmren û Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire jî di navde der barê 18 kesan de doz hat vekirin. Lê dosya ku li Mîdyatê hat vekirin şandin Semsûrê. Mafên ku di peymana mafên mirovan a navneteweyî de hatiye îmzekirin hatin îhlalkirin. Di 7'emîn rûniştina doza ku di 13'ê Adara 2017'an de li Semsûrê hat dîtin, biryar dan ku dozê sewqî Enqereyê bikin û doza Kerboranê ya JÎTEM'ê û doza Qoserêya JÎTEM'ê bi hevre kirin yek.    ‘DOZ JI BAJAREKÎ BIRIN BAJAREKÎ DIN'    Ocak, herî dawi destnîşan kir ku divê sûc li kijan herêmê hatiye kirin ew dadgeh li wê dozê binere û wiha got: "Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê bêyî bi encam bibe heyeda dadgehê xwe paşve kişand. Serî li rêbaza dozê ji bajarekî bibe bajarekî din û bajar bi bajar bigere de dît. Ev biryara dadgehê rê li pêş sûcê ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin vedike. Em dê heta dawî bişopînin."