NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihan û wênesaz Zehra Dogan a girtî, li Swêdê ji aliyê saziya Freethinkerdê (Kesên azad difikirin) ve layiqî xelata azadiya ramanê hat dîtin.
Nûçegihan û wênesaz Zehra Dogan ku di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye, li Swêdê ji aliyê saziya Freethinkerdê (Kesên azad difikirin) ve layiqî xelata azadiya ramanê hat dîtin. Wê roja yekşemê li bajarê Zurîh ê Swêdê bi merasîmekê xelat bê dayîn. Wê li ser navê Doganê Naz Oke xelatê wergire.
Ji ber di sala 2016’an de Doganê pevçûnên li Nisêbîna Mêrdînê kirin nûçe hatibû girtin û 5 mehan di girtîgehê de mabû. Piştî hat berdan, di Hezîrana 2017’an de 33 meh ceza lê hat birîn û niha di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye.
Ji ber nûçeyekê û wêneyekî ku xêz kiribû doz li Doganê hatibû vekirin. Dadwer ji bo wêneyê ku Doganê xêz kiribû gotibû “sînorê rexneyê derbas dike” û bi vî awayî “propgandaya rêxistinê” kiriye.
Freerhinkerd di sala 1908’an de li Swêdê hat avakirin û li ser mijarên wekî azadiya ramanê û sekulertiyê dixebite. Xelata ku Freerhinkerd cara ewil di sala 2015’an de hev xelat dabû û yê îsal a duyem bide.