Wê Swêd xelata azadiya ramanê bide rojnameger Zehra Dogan 2017-11-03 18:46:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihan û wênesaz  Zehra Dogan a girtî, li Swêdê ji aliyê saziya Freethinkerdê (Kesên azad difikirin) ve layiqî xelata azadiya ramanê hat dîtin. Nûçegihan û wênesaz  Zehra Dogan ku di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye, li Swêdê ji aliyê saziya Freethinkerdê (Kesên azad difikirin) ve layiqî xelata azadiya ramanê hat dîtin. Wê roja yekşemê li bajarê Zurîh ê Swêdê bi merasîmekê xelat bê dayîn. Wê li ser navê Doganê Naz Oke xelatê wergire. Ji ber di sala 2016’an de Doganê pevçûnên li Nisêbîna Mêrdînê kirin nûçe hatibû girtin û 5 mehan di girtîgehê de mabû. Piştî hat berdan, di Hezîrana 2017’an de 33 meh ceza lê hat birîn û niha di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye. Ji ber nûçeyekê û wêneyekî ku xêz kiribû doz li Doganê hatibû vekirin. Dadwer ji bo wêneyê ku Doganê xêz kiribû gotibû “sînorê rexneyê derbas dike” û bi vî awayî “propgandaya rêxistinê” kiriye. Freerhinkerd di sala 1908’an de li Swêdê hat avakirin û li ser mijarên wekî azadiya ramanê û sekulertiyê dixebite. Xelata ku Freerhinkerd cara ewil di sala 2015’an de hev xelat dabû û yê îsal a duyem bide.