Rênas Jiyan: Heta civak azad nebe wêje û ziman jî azad nabe

img
 ÊLIH – Rênas Jiyan li Êlihê bi xwîneran re li ser wêje û zimanê kurdî gotûbêj kir. Jiyan di gotûbêja xwe de bal kişand ser hesasiyeta civakê ya ji bo wêje û ziman û got: “Ez wek kurdek dixwazim ez û civaka me ya Kurdistanê azad bibe. Bila her tim azadî para civaka me be. Heta civak azad nebe, wêje, roman û ziman jî nikare azad be.”
 
Bi orgînazasyona Yenîsahne ku li Êlihê xebatên çand û hunerê birêve dibe di çarçoveya bernameya xwe ya mehane de nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan kir mêvanê xwe. Yenîsahne li salona xwe ya pêşandanê bi beşdariya Rênas Jiyan gotûbêj, xwendina helbestan û destnîşan li dar xist. Gelek xwîner û wêjehez beşdarî çalakiyê bûn.
 
Rênas Jiyan di destpêka gotûbêja xwe de ewil bal kişand ser honandina ango karekterên romanên nivîsandiye û armanca wî wî di romanan de ew e ku xwîner tehmê ji xwendina wê bigirin. Jiyan da zanîn ku roman xwe ji çîrokên xwe çêdike û got: “Dema wisa be xwîner hin bêtir tehmê ji romanê distîne. Helbest xwe ji hundirê pirtûkan derdixe lê roman ne wisaye. Roman hinek pasif e. Di civaka kurdan de girseya xwendinê pasîf e. Lê di helbestê de ne wisa ye.”
 
‘KAREKTEREK ÇIQAS AZAD BE ROMAN XWENDIN EWQAS AZAD E’
 
Jiyan di kêliyên gotûbêjê de beşek ji pirtûka “Stranên Sor û Nivêştên Mor” xwend û mînakên ji avakirina karekteran da.  Jiyan ji bo karekterê romanê wiha got: “Heke rihek baş yê nivîskar tune be, ew karekter nikare jîndar bibe. Karketerê ez di afirînim neçarim rih bidimê. Heta mirov karekter ava dike gelek xwîn tê windakirin. Dema ez karekteran diafirînim ez nabêjim karekter bûye hêsîrê min. Ez karekterê xwe zêde tabî xwe nakim. Piştî ez dinivisînim wan azad dikim. Di romanê de karekter azad be. Çiqas karekter azad be dê roman ewqas azad be. Xwendin dê ewqas azad be.”
 
‘HETA CIVAK AZAD NEBE WÊJE Û ZIMAN JÎ NIKARE AZAD BE’
 
Jiyan bal kişand ser zanîn û azadiya civakê û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ez wek kurdek dixwazim ez û civaka me ya Kurdistanê azad bibe. Bila her tim azadî para civaka me be. Heta civak azad nebe, wêje, roman û ziman jî nikare azad be. Ez dixwazim her tim romanek senfonîk binivîsinim. Kêfa min ji tiştên senfonî re tê. Ez dixwazim pir rengîn û pir cihêwazî hebe.
 
Divê ew roman dikare raçînkên (kok) civaka xwe vebêje. Dema ew roman bigîhîje kokên civaka xwe ez wê deme kêfxweş dibim. Ka pirsgirêkên Kurdistana me çi ye. Kurd çawa dijîn? Ev meraqa min her tim e. Ez ji hemû kêfxweşî û şînên kurdan re raçînkên civakê dibêjim. Civaka me tenê ji kokekê pêk nayê. Ji gelek rihan pêk tê. Li gorî min divê romanek dikaribe civaka xwe bi hemû hûrgûliyên xwe rave bike. Heke dema nikaribe civaka xwe rave neken, ew ne roman e. Ji bo min divê romanek dikaribe hemû pirsgirêkên welat bêje. Ez romanê wek welatekê dibinim.”
 
‘CIVAK BI WÊJEYA XWE RE NÊ TÊKILDAR IN’
 
Jiyan destnîşan kir ku kurd zêde ji wêjeyê hez nakin û wiha got: “Ji ber ku kurdan hesabê raman û wêjeyê nekiriyê ji wêje û romanê hez nakin. Civak guh nade hunermend û nivîskar. Heke dema şoreşa li Fransanyê pêk hat û ramangerê wan tunebûna nenivîsandina û li Rûsyayê jî ramanger tunebûna pêkanîna şoreşê nê pêkan bû. Ji ber vê yekê ji bo şoreş û civakek azad pêk were lazim e ramanger û hunermend bên şopandin û xwendin. Civaka me bi rêjeyek zêde pir hurmetê nade wêje û hunerê. Lê daxwaza me ew e civak rûmetê bide wêje û hunera xwe. Kedera welatê min û gelê me gelek min eleqedar dike. Heke miletê me û welatê me ji dest here jixwe wê zêde wateya huner û wêjeyê jî nemîne. Dema kes van pirtûkan nexwîne wê kî bixwîne.”  
 
‘BINGEHA BINDESTIYÊ CEHALET E’
 
Jiyan anî ziman ku pirsgirêka kurdan hinek bi zanîn re têkildar e û wiha dewam kir: “Heke em dikaribin civakek zanînî ava bikin ji xwe dê hinek tişt ji ber xwe ve çê bibin. Pirsgirêkên me polîtîk, siyasî, civakî û aborî bi zanînê ve girêdayî ye. Divê em civakek zanînê derxin pêş. Ez gelek ji bindestiyê aciz im. Li gorî min bingeha bindestiyê cehalet e. Heke em civakê ji bindestiyê xelas bikin dê civak jî azad bibe.”
 
 ‘EM BI WÊJEYÊ DIKARIN XWE JI PIŞAFTINÊ XELAS BIKIN’
 
 Jiyan di dawiya gotûbêjê de bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê jî û wiha got: “Kurd di pişaftinekê de derbas dibin. Dewlet jî pişaftinê qebûl dike. Niha kurd çiqas xwebixwe asîmile dikin pir aşkere ye. Ev yek gelek girîng e. Çima Îngîliz û Ereb pişaftin nabin. Lê em dibin. Ev yek jî ji me peyda dibe. Ewqasî Îngiliz ji Sehkspîr hez dikin, lê em kurd ji Melayê Cizîrê hez nakin. Civakên din bi qasî ji wêjeya xwe ya moder hez dikin em ji wêjeya xwe modern hez nakin. Dema em ji wêjeya xwe hez bikin, hinek be jî de rê li ber pişaftinê bê girtin.”
 
 Piştî gotûbêjê Jiyan pirsên xwîneran bersivand.
 
Dû re Jiyan ji xwîneran re helbesta “Kobanê” jî di nav de gelek helbest xwendin. Jiyan di dawiyê de jî pirtûkên xwe ji bo xwînerên xwe îmze kir.
 
 
 
 

Sernavên din

16/01/2019
21:59 Mîke Pence: Em ê ji bo destkeftiyên xwe li herêmê bimînin
21:24 Li Sêrtê li ser înşeateke vala 441 hilbijêr hatine qeydkirin!
20:39 QSD’ê der barê ‘herêma biewle’ de şert danî
19:29 Rojnamevan Çapan ji ber cezayê pereyan nehat berdan
19:16 Li Şirnexê jî 3 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin
18:41 Ji bo mîtînga li dijî tecrîdê bang kirin
16:33 Yuksekdag : Emê bi gelê xwe re meşa xwe berdewam bikin
15:31 Li pêş Girtîgeha Sîlîvrî bang kirin: Bêdeng nemînin
15:27 Ji heman malbatê 2 kes hatin girtin 4 kes hatin berdan
15:26 3 zilamên tecawîzê zarokekê kirin hatin girtin
15:12 Başaran: Meclîs ev 70'î rojin li hemberî endama xwe xemsare û tiştekê nake
15:08 Li Minbicê 2 jê eskerên Amerîkî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:54 Parêzerên Yuksekdag xwestin şandeya dadgehê ji dozê paşve vekişe
14:47 Di doza Kursa Kuranê de li Muftî gilî kirin
14:13 Beşdariya Musa Çitîl a doza rojnamegeran hat qebûlkirin
14:04 Qeyda 16 hezar hilbijêrên Rihayî ji navnîşana wan birin û hilbijêrên biyanî qeyd kirin
13:46 Polîsên Hewlerê Rojnameger Kakeyî binçav kirin
13:25 Yuksekdag: Divê hewl bê dayîn ku em ji vê cehenemê derkevin
13:25 Ji keça Guven banga krîtîk: Em deng bidin dengê wê
13:24 HDP dê li rojavayê Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê
13:24 Niqaşên 'Herêmên ewlehiyê' ya Bakurê Sûriye didomin
12:09 Leyla Xalîd ji Guven re name şand : Li dijî birçîbûnê dê têkoşîna te qezenc bike
11:23 Hat xwestin ku cezayê Nevîn Yildirim bê erêkirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Ataman ê 33 meh girtî ye sibe ye
11:06 DMME di doza GOÇ-DER’ê de Tirkiye mehkûm kir
10:39 Malbatên Davutpaşayî 11 salin li edaletê digerin
10:33 Ûbîç ê di greva birçîbûnê de: Ger tecrîd ranebe emê berxwedanê mezintir bikin
10:25 Keskîn: Sedema girtinê ew e ku Serap xwişka Mazlum Dogan e
10:05 Namzetên HDP’ê yên Êlihê: Projeya me ya mezin Çemê Ilûhê ye
09:29 Ozturk: Ev hevdîtina hilbijartinê ye, lê Leyla Guven di rakirina tecrîdê de bi biryar e
09:28 Ji dêvla trafoyan nû bikin ceza li gundiyan birîn!
09:27 Ji ber wêneyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parve kir ceza lê hat birîn
09:26 'Deng bide Leyla Guven, bibe dengê berxwedanê'
09:26 Budçeya 2018'an a Şaredariya Çewligê ya AKP'î ji sedî 45 deyndar derket
09:25 Parêzerê Ocalan: Tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke Îzolekirî ye
09:24 Dozger ji bo girtiyê nexweş û di nav nivînan de got: 'Ji bo civakê talûke ye'
09:23 Li ber 8 zilaman namzetiya xwe danî: Ez ê karibim bikim
09:22 Di şertên zehmet de bi taxûkan giya dikişînin
09:21 ‘Dixwazin bi tecrîdê evîndariya Mem û Zînê biqedînin”
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:30 Çalakiya Leyla Guven di roja 70'yemîn de didome
15/01/2019
17:19 DÎSK-AR: Hêjmara kesên betal gihişt 6 milyon û 351 hezar kesan
16:20 Dayika Aştiyê Guven girtin û şandin girtîgehe
15:44 Îdîaya ji bo muzîka Kurdî ‘12 saetan hatin îşkencekirin’
15:42 Polîsan dayika 86 salî Ayşe Bişirgen binçav kirin
15:00 ÎHD: Bila tecrîd rabe kes nemire!
14:14 Platforma Jinan piştgirî dan Îtîfaqa Kurdan
13:57 Temellî: Guven me dawetî têkoşîna aştî û demokrasiyê dike
13:17 Ji ber parvekirinên di hesabê hat dizîn de, piştî 5 salan doz hat vekirin
12:53 Kesê ku polîsan derb kir seri li ÎHD'ê da