Rênas Jiyan: Heta civak azad nebe wêje û ziman jî azad nabe 2019-01-12 17:06:16    ÊLIH – Rênas Jiyan li Êlihê bi xwîneran re li ser wêje û zimanê kurdî gotûbêj kir. Jiyan di gotûbêja xwe de bal kişand ser hesasiyeta civakê ya ji bo wêje û ziman û got: “Ez wek kurdek dixwazim ez û civaka me ya Kurdistanê azad bibe. Bila her tim azadî para civaka me be. Heta civak azad nebe, wêje, roman û ziman jî nikare azad be.”   Bi orgînazasyona Yenîsahne ku li Êlihê xebatên çand û hunerê birêve dibe di çarçoveya bernameya xwe ya mehane de nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan kir mêvanê xwe. Yenîsahne li salona xwe ya pêşandanê bi beşdariya Rênas Jiyan gotûbêj, xwendina helbestan û destnîşan li dar xist. Gelek xwîner û wêjehez beşdarî çalakiyê bûn.   Rênas Jiyan di destpêka gotûbêja xwe de ewil bal kişand ser honandina ango karekterên romanên nivîsandiye û armanca wî wî di romanan de ew e ku xwîner tehmê ji xwendina wê bigirin. Jiyan da zanîn ku roman xwe ji çîrokên xwe çêdike û got: “Dema wisa be xwîner hin bêtir tehmê ji romanê distîne. Helbest xwe ji hundirê pirtûkan derdixe lê roman ne wisaye. Roman hinek pasif e. Di civaka kurdan de girseya xwendinê pasîf e. Lê di helbestê de ne wisa ye.”   ‘KAREKTEREK ÇIQAS AZAD BE ROMAN XWENDIN EWQAS AZAD E’   Jiyan di kêliyên gotûbêjê de beşek ji pirtûka “Stranên Sor û Nivêştên Mor” xwend û mînakên ji avakirina karekteran da.  Jiyan ji bo karekterê romanê wiha got: “Heke rihek baş yê nivîskar tune be, ew karekter nikare jîndar bibe. Karketerê ez di afirînim neçarim rih bidimê. Heta mirov karekter ava dike gelek xwîn tê windakirin. Dema ez karekteran diafirînim ez nabêjim karekter bûye hêsîrê min. Ez karekterê xwe zêde tabî xwe nakim. Piştî ez dinivisînim wan azad dikim. Di romanê de karekter azad be. Çiqas karekter azad be dê roman ewqas azad be. Xwendin dê ewqas azad be.”   ‘HETA CIVAK AZAD NEBE WÊJE Û ZIMAN JÎ NIKARE AZAD BE’   Jiyan bal kişand ser zanîn û azadiya civakê û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ez wek kurdek dixwazim ez û civaka me ya Kurdistanê azad bibe. Bila her tim azadî para civaka me be. Heta civak azad nebe, wêje, roman û ziman jî nikare azad be. Ez dixwazim her tim romanek senfonîk binivîsinim. Kêfa min ji tiştên senfonî re tê. Ez dixwazim pir rengîn û pir cihêwazî hebe.   Divê ew roman dikare raçînkên (kok) civaka xwe vebêje. Dema ew roman bigîhîje kokên civaka xwe ez wê deme kêfxweş dibim. Ka pirsgirêkên Kurdistana me çi ye. Kurd çawa dijîn? Ev meraqa min her tim e. Ez ji hemû kêfxweşî û şînên kurdan re raçînkên civakê dibêjim. Civaka me tenê ji kokekê pêk nayê. Ji gelek rihan pêk tê. Li gorî min divê romanek dikaribe civaka xwe bi hemû hûrgûliyên xwe rave bike. Heke dema nikaribe civaka xwe rave neken, ew ne roman e. Ji bo min divê romanek dikaribe hemû pirsgirêkên welat bêje. Ez romanê wek welatekê dibinim.”   ‘CIVAK BI WÊJEYA XWE RE NÊ TÊKILDAR IN’   Jiyan destnîşan kir ku kurd zêde ji wêjeyê hez nakin û wiha got: “Ji ber ku kurdan hesabê raman û wêjeyê nekiriyê ji wêje û romanê hez nakin. Civak guh nade hunermend û nivîskar. Heke dema şoreşa li Fransanyê pêk hat û ramangerê wan tunebûna nenivîsandina û li Rûsyayê jî ramanger tunebûna pêkanîna şoreşê nê pêkan bû. Ji ber vê yekê ji bo şoreş û civakek azad pêk were lazim e ramanger û hunermend bên şopandin û xwendin. Civaka me bi rêjeyek zêde pir hurmetê nade wêje û hunerê. Lê daxwaza me ew e civak rûmetê bide wêje û hunera xwe. Kedera welatê min û gelê me gelek min eleqedar dike. Heke miletê me û welatê me ji dest here jixwe wê zêde wateya huner û wêjeyê jî nemîne. Dema kes van pirtûkan nexwîne wê kî bixwîne.”     ‘BINGEHA BINDESTIYÊ CEHALET E’   Jiyan anî ziman ku pirsgirêka kurdan hinek bi zanîn re têkildar e û wiha dewam kir: “Heke em dikaribin civakek zanînî ava bikin ji xwe dê hinek tişt ji ber xwe ve çê bibin. Pirsgirêkên me polîtîk, siyasî, civakî û aborî bi zanînê ve girêdayî ye. Divê em civakek zanînê derxin pêş. Ez gelek ji bindestiyê aciz im. Li gorî min bingeha bindestiyê cehalet e. Heke em civakê ji bindestiyê xelas bikin dê civak jî azad bibe.”    ‘EM BI WÊJEYÊ DIKARIN XWE JI PIŞAFTINÊ XELAS BIKIN’    Jiyan di dawiya gotûbêjê de bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê jî û wiha got: “Kurd di pişaftinekê de derbas dibin. Dewlet jî pişaftinê qebûl dike. Niha kurd çiqas xwebixwe asîmile dikin pir aşkere ye. Ev yek gelek girîng e. Çima Îngîliz û Ereb pişaftin nabin. Lê em dibin. Ev yek jî ji me peyda dibe. Ewqasî Îngiliz ji Sehkspîr hez dikin, lê em kurd ji Melayê Cizîrê hez nakin. Civakên din bi qasî ji wêjeya xwe ya moder hez dikin em ji wêjeya xwe modern hez nakin. Dema em ji wêjeya xwe hez bikin, hinek be jî de rê li ber pişaftinê bê girtin.”    Piştî gotûbêjê Jiyan pirsên xwîneran bersivand.   Dû re Jiyan ji xwîneran re helbesta “Kobanê” jî di nav de gelek helbest xwendin. Jiyan di dawiyê de jî pirtûkên xwe ji bo xwînerên xwe îmze kir.