'Tecrid wê bi berxwedanê bişkê'

  • rojane
  • 16:44 12 Çile 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 66 rojin didome. Bi armanca piştgiriyê bidin daxwazên Leyla Guven li gelek navendan civînên gel hatin lidarxistin. Kesên beşdarî civînan bûn diyar kirin ku tecrîd dê bi berxwedanê bişkê. 
 
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 66 rojin didome. Li nezî 40 girtîgehên din jî nêzî 226 girtiyên siyasî di çalakiya bê dem û bêdorveger in. Dîsa li Parîs, Hewler, Silêmanî û Mexmûrê jî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê didomin. Bi armanca piştgiriyê bidin daxwazên Leyla Guven li gelek navendan civînên gel hatin lidarxistin. 
 
DERSÎM 
 
Rêxistina HDP'ê ya Dersim, Şirnex û Mêrdîn civînên gel pêk anîn. Rêxistina HDP'ê ya Dersimê bi heman armancê meş pêk anî. Bi tevlêbuna parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz li avahiya HDP'ê civîn pêk hat. Piştî civînê, endam û rêveberên HDP'ê yên tev li civîne bûn, ji avahiya HDP'ê heta qada Seyit Rıza meşiyan. Girsê dowîzên “Veng bide tecridi, bişikne, bevengî mergo” bilind kirin û li Qada Seyit Riza daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Aydeniz, diyar kir ku tenê rojevek Kurdan heye û ew jî şikandina tecrîdkirina Ocalan e. Leyla Guven di çalakiya xwe de mafdar e. Daxwazên wê daxwazên me ne." 
 
ŞIRNEX 
 
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê civîna gel pêk anîn. Di civîna ku li avahiya HDP'ê ya Hezexê pêk hat de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek welatiyên din amade bûn. Di civînê de Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş, bal kişand ser tecrîdê û destnîşan kir ku tu car berxwedana kurdan bi dawî nebûye û dê tu carî têkoşîna kurdan bi dawî nebe. Ozguneş, anî ziman ku têkoşîna li dijî tecrîdê kêm e û xwest her kes bêtir li vê têkoşîna li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Civîn bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Leylayê” bi dawî bû. 
 
 
MÊRDÎN 
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li Navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê civîna gel li dar xist. Civîn li avahiya HDP’ê Mîdyatê pêk hat. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay û gelek welatî tevlî bûn.  Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevserokê DBP’ê ya Mêrdînê Leyla Bozkuş nivîsa ku Navenda Giştî ya HDP’ê şandibû xwend. Parlementera HDP’ê Ebru Gunay jî li ser tecrîdê axivî û wiha got: “Tecrîd îro bandorê li hemû jiyana me dike. Duh li Sur, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyê qedexeya derketina derve hatibû jiyîn û me tecrîd bi awayekî mezin ji nêz ve dîti. Li wir ji her alî ve jiyan a gel hatibû dorpêç kirin û xaniyên wan li ser wan de hilweşand. An ew ê di nava çar duwaran de bi tenê bimana, an jî li ber dewletê serî bitewandana. Li girtîgehan grevên birçîbûnê ku hatine destpêkirin ji ber vê sedemê ye. Gelê kurd serkeftiyên xwe bi têkoşîn û berxwedana xwe ve bi dest xistin. Tecrîda li ser Ocalan di demên pêşî de jî bi berxwedana gelê kurd ve hat rakirin. Her berteka gelê kurd li girtîgeha Îmraliyê paceyek vekir. Di çalakiya ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ ve gellek serkeftinan bi dest xist. Serkeftiyên kurdan bi berxwedana gelê kurd û Ocalan ve hat bi dest xistin. Em dikarin careke din bi ser kevin. Tu kes bila tiştên ku dikin bila biçûk nebinin. Carna hîn çalakiyên biçûk dibin sedema serkeftiyên mezin. Lewra jî vî tecrîdê berxwedan dikare bişkîne. Azadiya Ocalan azadiya gelê kurd û gele Rojhilata Navîn e.”
 
 
 
 

Sernavên din

16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin
11:36 ‘Di Doza Parêzeran a KCK’ê de’ şahid Dundar beşdar nebû
11:31 Hunermend Orhan Aydin hat berdan
11:30 Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 ‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’
10:56 Axa ji gund diçe bajar ruh dide pîra 71 salî û pîrê ruh dide axê
10:06 Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot
09:46 Hunermend Orhan Aydin binçav kirin
09:28 SETA ‘Operasyona Pençe’ analîz kir: Divê TSK li Kurdistan a Federe bi cih bibe
09:27 Aboriya komunal ava dikin
09:26 Têmaya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê 'Dersim'
09:25 Mekanîzmayeke wekî teleferîkê çêkirin û pê çivîkan xwedî dikin
09:25 Santrala Termîkê ya Silopiyayê jehrê dipejiqîne: 511 kes mirin, 11 hezar welatî astengdar in
09:24 Di nav salekê de sê caran hat kuştin!
09:23 Ji ber 'nepaqijiyê' cezayê pereyî li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hat birîn
09:22 Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2019'AN
15/07/2019
18:26 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat berdan
17:02 Cenazeyê 4 HPG'iyan 43 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin
16:05 SETA'yê vê carê jî Kurdên li Ewropa dijîn kir hedef
16:04 Ciwanên HDP’yî sibê li Amedê şahiyek li dar dixin
15:59 Dayika Girtî: Zarokên me yên em qêmîşî wan dikin ramûsînin rastî îşkenceyê tên
14:46 2 zarokên di teqîna li Dersîmê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
14:19 Ligel daxuyaniya ODTU ya dê ‘ber çavan re derbas bikin’ jî KYK ji bo destûrê serlêdan kir
13:53 Guven binpêkirinên mafan ên lidijî girtiyên ketin greva birçîbûnê de bir Meclîsê
13:06 Li Êlihê dê şevên sînemaya servekirî bên lidarxistin
13:01 Li Êlihê heya 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
12:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlas avakirina xwe îlan kir
11:19 Dema binçavkirina Hevşaredarê Qereyazi û encûmenên şaredariyê dirêj kirin
10:35 Bi biryara qeymeqam kampa zarokan girtin
10:00 Cezayê hucreyê li Kotan ê di greva birçîbûnê de ket 43 kîloyan birîn
09:25 2 hezar gurzê giha şewitî
09:24 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
09:01 ‘Biryara ÛNESCO ya ji bo Sûrê dayî biryarek dereng mayî ye’
09:00 Ozsoy: Dagirkeriya li Efrînê çibe, ya Başûr jî hemane
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2019'AN
14/07/2019
20:32 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de winda bû hat dîtin