'Tecrid wê bi berxwedanê bişkê' 2019-01-12 16:44:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 66 rojin didome. Bi armanca piştgiriyê bidin daxwazên Leyla Guven li gelek navendan civînên gel hatin lidarxistin. Kesên beşdarî civînan bûn diyar kirin ku tecrîd dê bi berxwedanê bişkê.    Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 66 rojin didome. Li nezî 40 girtîgehên din jî nêzî 226 girtiyên siyasî di çalakiya bê dem û bêdorveger in. Dîsa li Parîs, Hewler, Silêmanî û Mexmûrê jî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê didomin. Bi armanca piştgiriyê bidin daxwazên Leyla Guven li gelek navendan civînên gel hatin lidarxistin.    DERSÎM    Rêxistina HDP'ê ya Dersim, Şirnex û Mêrdîn civînên gel pêk anîn. Rêxistina HDP'ê ya Dersimê bi heman armancê meş pêk anî. Bi tevlêbuna parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz li avahiya HDP'ê civîn pêk hat. Piştî civînê, endam û rêveberên HDP'ê yên tev li civîne bûn, ji avahiya HDP'ê heta qada Seyit Rıza meşiyan. Girsê dowîzên “Veng bide tecridi, bişikne, bevengî mergo” bilind kirin û li Qada Seyit Riza daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Aydeniz, diyar kir ku tenê rojevek Kurdan heye û ew jî şikandina tecrîdkirina Ocalan e. Leyla Guven di çalakiya xwe de mafdar e. Daxwazên wê daxwazên me ne."    ŞIRNEX    Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê civîna gel pêk anîn. Di civîna ku li avahiya HDP'ê ya Hezexê pêk hat de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek welatiyên din amade bûn. Di civînê de Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş, bal kişand ser tecrîdê û destnîşan kir ku tu car berxwedana kurdan bi dawî nebûye û dê tu carî têkoşîna kurdan bi dawî nebe. Ozguneş, anî ziman ku têkoşîna li dijî tecrîdê kêm e û xwest her kes bêtir li vê têkoşîna li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Civîn bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Leylayê” bi dawî bû.      MÊRDÎN    Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li Navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê civîna gel li dar xist. Civîn li avahiya HDP’ê Mîdyatê pêk hat. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay û gelek welatî tevlî bûn.  Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevserokê DBP’ê ya Mêrdînê Leyla Bozkuş nivîsa ku Navenda Giştî ya HDP’ê şandibû xwend. Parlementera HDP’ê Ebru Gunay jî li ser tecrîdê axivî û wiha got: “Tecrîd îro bandorê li hemû jiyana me dike. Duh li Sur, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyê qedexeya derketina derve hatibû jiyîn û me tecrîd bi awayekî mezin ji nêz ve dîti. Li wir ji her alî ve jiyan a gel hatibû dorpêç kirin û xaniyên wan li ser wan de hilweşand. An ew ê di nava çar duwaran de bi tenê bimana, an jî li ber dewletê serî bitewandana. Li girtîgehan grevên birçîbûnê ku hatine destpêkirin ji ber vê sedemê ye. Gelê kurd serkeftiyên xwe bi têkoşîn û berxwedana xwe ve bi dest xistin. Tecrîda li ser Ocalan di demên pêşî de jî bi berxwedana gelê kurd ve hat rakirin. Her berteka gelê kurd li girtîgeha Îmraliyê paceyek vekir. Di çalakiya ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ ve gellek serkeftinan bi dest xist. Serkeftiyên kurdan bi berxwedana gelê kurd û Ocalan ve hat bi dest xistin. Em dikarin careke din bi ser kevin. Tu kes bila tiştên ku dikin bila biçûk nebinin. Carna hîn çalakiyên biçûk dibin sedema serkeftiyên mezin. Lewra jî vî tecrîdê berxwedan dikare bişkîne. Azadiya Ocalan azadiya gelê kurd û gele Rojhilata Navîn e.”