‘Ji bo rakirina tecrîdê divê Wezareta Dadê gav bavêje’

  • rojane
  • 15:17 12 Çile 2019
  • |
img
ÎZMÎR - Parêzerên endamên OHD, TÎHV, ÎHD, TUHAYDER û Şaxa ÇHD’ê ya Îzmîrê ya bi KHK’ê hat girtin, civîna çapemeniya hevpar li dar xistin û bal kişandin ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvan a 66 rojin di greva birçîbûnê deye. Parêzeran bang li Wezareta Dadê kir ku ji bo rakirina tecrîdê gav bavêje.
 
Endamên parêzerên Şaxên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirova (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD),  Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxaran (TUHAYDER) ên Îzmîrê, darbarê rewşa Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 66 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Civîna li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê hat lidarxistin û nûnerên saziyan beşdar bûn. 
 
‘XEMSARÎ NAYÊ QEBÛL KIRIN’
 
Serokê Şaxa ÎHD’ê Zafer Încîn li ser navê saziyan di civînê de daxuyanî da û wiha axivî: “Ligel ku Leyla Guven bû parlementer jî nehat berdan û li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê girtin. Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji 8’ê Mijdara 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Greva wê di roja 66’an de berdewam dike. Rewşa tenduristiya Guven di rîska jiyanî deye. Êdî nikare derkeve hevdîtina parêzeran jî. Rayedarên girtîgehê û derdorên desthilatdariyê li hemberî jiyana Guven xemsar tevdigerin. Ev xemsarî nayê qebûl kirin.”  
 
‘LI HERÊMA EGEYÊ GELEK GIRTIYÊN SIYASÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DENE’
 
Încîn, anî ziman ku ji bo bi dawî kirina tecrîdê li gelek girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin û wiha bilêv kir: “Greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdara 2018’an li girtîgehên Tirkiyeyê dest pê kirin, ket roja 47’an. Li gelek girtîgehan herî kêm 180 girtiyên siyasî di çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dene. Piştî grevên birçîbûnê cezayên hucre û dîsîplînê didin girtiyan û wan sîrgûn dikin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku ji bo rakirina tecrîdê gav bavêje.”
 

Sernavên din

22/03/2019
22:16 Li Aydinê jinek hat kuştin
21:55 14 kes hatin girtin
21:40 Li Îzmîrê deriyên kurd û elewiyan hatin îşaretkirin
19:15 Endamên Meclîsa Partiyê ya HDP û DBP'ê hatin binçavkirin
18:08 Ji ber broşura HDP'ê xwend ceza lê birîn
17:34 Piştî Newrozê 110 kes hatin binçavkirin
17:28 Apê Parlementerê Wanê Sarisaç çû ber dilovaniya xwe
16:44 Banga beşdariya Newroza Stenbolê hat kirin
16:37 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:20 Çalakgerê grevê û Parlamenterê HDP'ê Temel: Qêrîna Newrozê gihişt her derê
16:08 Malbatên girtiyan: Bêdengî me ditirsîne
16:05 Ahmet Şik bersiv da Soylû: AKP rêxistina terorê ye
15:35 ‘Baweriya bi daraza Tirkiyeyê daketiye ji sedî 20’
15:27 Dema binçavkirina kesên li Wanê hatibûn binçavkirin dirêj kirin
15:27 Di êrîşa li dijî qereqola cendirmeyan de eskerek birîndar bû
15:14 Polîsan êrîşî standa HDP’ê ya hilbijartinê kir: 5 kes binçav kirin
15:12 Ciwanên destên Walî negirtin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:55 Serokên partiyên kurd: Gel xwest tecrîd bê rakirin
14:37 Gundiyê rastî îşkecê hatibûn, beraet kirin
14:18 Derbarê 3 wekîlên di Newrozê de axivin lêpirsîn vekirin
14:09 Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye
14:08 Polîsan 40 kesên li Agiriyê binçav kirin, berdan
14:02 Namzetê Gimgimê gel vexwendin mîtîngê
14:00 Şakar ê li dijî tecrîdê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
13:05 Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê tahliye bû
13:04 Jinên Wanî: Tişta dikeve ser milê me berxwedane
13:03 Girtiyan xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin
12:44 Rojnameger Semra Turan berdan
12:37 'Jinên rawestiya ne' 3 rojin di bin çavan de ne
12:31 Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Yalçin hat binçavkirin
12:20 Girtiyên ji Pirsûsê bang li gelê navçeyê kirin: Emîne Şenyaşar ji bîr nekin
12:10 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Newrozê sansur kirin û navê wê kirin ‘Nevruz’
11:44 Polîsan ciwanê ji Newrozê vegeriya bi hinceta ‘tu pir şabûyî’ derp kirin
11:43 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 7 daxwazên xwe aşkere kirin
11:12 MKGP'ê Rojnameger Nûjiyan bibîr anî
11:09 Karkerê ji ber zextan ji kar derket: Tekane hincet krîza aboriye
11:00 Ekîn: Yên Şengal neparastin Nûjiyan qetil kirin
10:48 Desteserkirina nameya çalakgerê grevê ‘li dijî qanûnê’ hat dîtin
10:35 Ji resamên jin ên Îranî peşengeh
10:26 ‘Strasbourg û Hewlêr jê re bûne berbûk e’
10:06 Berxwedana Guven di roja 135’an de didome
09:56 Danişîna rojnameger Çaçan taloq kirin
09:08 HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike
09:05 Girtîgehê nameya rojnamevan Turfent sansur kir
09:04 Ji Sêrtê bang li hilbijêrên livdar kirin: Bi dengekî pir tişt diguherin
09:02 Ji bo Newroza Stenbolê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2019'AN
21/03/2019
21:38 Ji ber bi destê walî negirtin hatin binçavkirin
21:23 TEV-DEM: Hevgiriya gelan DAIŞ'ê têk bir