‘Ji bo rakirina tecrîdê divê Wezareta Dadê gav bavêje’ 2019-01-12 15:17:12   ÎZMÎR - Parêzerên endamên OHD, TÎHV, ÎHD, TUHAYDER û Şaxa ÇHD’ê ya Îzmîrê ya bi KHK’ê hat girtin, civîna çapemeniya hevpar li dar xistin û bal kişandin ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvan a 66 rojin di greva birçîbûnê deye. Parêzeran bang li Wezareta Dadê kir ku ji bo rakirina tecrîdê gav bavêje.   Endamên parêzerên Şaxên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirova (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD),  Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxaran (TUHAYDER) ên Îzmîrê, darbarê rewşa Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 66 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Civîna li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê hat lidarxistin û nûnerên saziyan beşdar bûn.    ‘XEMSARÎ NAYÊ QEBÛL KIRIN’   Serokê Şaxa ÎHD’ê Zafer Încîn li ser navê saziyan di civînê de daxuyanî da û wiha axivî: “Ligel ku Leyla Guven bû parlementer jî nehat berdan û li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê girtin. Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji 8’ê Mijdara 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Greva wê di roja 66’an de berdewam dike. Rewşa tenduristiya Guven di rîska jiyanî deye. Êdî nikare derkeve hevdîtina parêzeran jî. Rayedarên girtîgehê û derdorên desthilatdariyê li hemberî jiyana Guven xemsar tevdigerin. Ev xemsarî nayê qebûl kirin.”     ‘LI HERÊMA EGEYÊ GELEK GIRTIYÊN SIYASÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DENE’   Încîn, anî ziman ku ji bo bi dawî kirina tecrîdê li gelek girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin û wiha bilêv kir: “Greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdara 2018’an li girtîgehên Tirkiyeyê dest pê kirin, ket roja 47’an. Li gelek girtîgehan herî kêm 180 girtiyên siyasî di çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dene. Piştî grevên birçîbûnê cezayên hucre û dîsîplînê didin girtiyan û wan sîrgûn dikin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku ji bo rakirina tecrîdê gav bavêje.”