Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye

  • rojane
  • 11:30 2 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - Operasyona li dijî parlamenterên HDP'ê ya 4'ê mijdarê salek li pey xwe hişt. Di operasyona siyasî de Hevserokên HDP'ê jî di navde 9 wekilên HDP'ê hatin girtin. Parêzera parlamenteran Reyhan Yalçindag, diyar kir ku dozgerê der barê Parlamenterê HDP'ê Îdris Baluken de fezleke amade kir bi Balûken re di heman girtîgehê de girtî ye. 

Salek berê di 4'ê mijdara 2016'an de li dijî parlamenterên HDP'ê ku Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş jî di navde operasyon pêk hat. Hevserokên Giştî yên HDP'e ji di navde 13 wekil hatin binçavkirin. Bi maşîneyên zirxî û helîkopteran li Şirnex, Amed Çewlîk û Colemêrgê operasyon pêk hat. Di operasyonê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan, Îdris Baluken, Nursel Aydogan Gulser Yildirim, hatin binçavkirin û li dadgehê hatin girtin. Parlamenterên HDP'ê Ziya Pîr, Îmam Taşçier û Sirri Sureyya Onder jî bi şertê kontrola Edlî hatin berdan. Piştî operasyona li dijî wekilên HDP'ê dest pê kir di demên cuda de wekilên HD'ê Meral Daniş Beştaş, Ayhan Bîlgen, Besime Konca, Burcu Çelîk Ozkan û Çaglar Demirel û parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu hatin girtin. Niha hêj 9 wekilên HDP'ê û wekîlekî CHP'ê girtî ne. 
 
Li gel ku Dadgeha Qanûna Bingehîn di sala 2013'an de der barê parlamenterê CHP'ê Balbay de biryara "Divê bi girtî neyê darizandin" da jî niha wekilên HDP'ê tevî serlêdana AYM'êjî salek e girtî tên darizandin. Dîsa tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ji bo girtina wekilên HDP’ê parastin ji Tirkiye xwest jî hêj tu gav nehatine avêtin. Di 10'ê mijdarê de mafê parastina Tirkiye bi dawî dibe. Di vê pevajoyê de ceza li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, wekilên HDP'ê Çaglar Demirel, Besime Konca,  Osman Baydemir, Ziya Pir, Burcu Çelîk Ozkan, Abdullah Zeydan û Nursel Aydogan hatin birîn. Wekîltiya Besime Konca, Figen Yüksekdag û Nursel Aydogan xistin. Disa bi sedema nehatine meclîsê wekîltiya parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Tuba Hezer xistin. 
 
LI 55 VEKÎLAN JI 645 SUÇAN  18 MUEBBET 3 HEZAR Û 126 SAL CEZAYÊ HEPSÊ 
 
Li ser fermana Serokomar Erdogan destnedayîna wekîlan rabû û der barê wekilên HDP'ê de fezleke hatin amadekirin. Der barê parlamenterên HDP'ê de di navbera salên 2007 û 2015'an de 182 fezleke  hatin amadekirin. Ji 7'ê Hezîrana 2015’an heta 20'ê Gulana 2016'an der barê wekilên HDP’ê de 328 fezleke hatin amadekirin. Ji 328 fezlekeyan jê 154 fezleke piştî destnedayîna wekilan hat rakirin hatin amadekirin. Ji 59 wekîlên HDP'ê der barê 55 wekilên HDP’ê de bi giştî 510 fezleke hatin amadekirin. Der barê Celal Dogan, Garo Paylan, Erdal Ataş û Mahmut Celaled Gaydali de nehatin amadekirin. Der barê wekilen CHP’ê de 145, der barê wekilên AKP’ê de 46, der  barê wekilên  MHP’ê de 20 fezleke  hatin amadekirin. Ji fezlekeyên hatin amadekirin de der barê 55 wekîlan de doz hat vekirin û ji 645 sûcdariyên cuda bi giştî 18 cezayê muebeta giran û 3 hezar û 126 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag ku wekiltiya wê hat xistin 192 sal cezayê girtîgehê û carek cezayêmuebeta giran, Der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş de heta 486 salan û 2 caran cezayê muebeta giran tê xwestin. 
 
‘PIŞTÎ ERDOGAN 400 WEKÎL DERNEXISTIN' 
 
Parêzera wekilên HDP'ê Prz. Reyhan Yalçindag Baydemir, bal kişand ser girtina parlamenterên HDP'ê û darizandina wan û serlêdanên AYM û DMME'ê û wiha got: "Pêvajoya darizandina wekilan li dijî hiqûqê ye. Darizandin girêdayî pêvajoya siyasî ye û siyasî ye. Pêvajo piştî 7'ê Hezîranê dest pê kir. Serokomar Erdogan beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê got “400 wekilan bidin. Bila ev kara di nava aramiyê de bimeşe" Piştî di hilbijartinê de Erdogan 400 wekîl negirtin, rengê pêvajoyê guhert." 
 
Yalçindag, anî ziman ku der barê wekilên HDP’ê de 510 fezleke hatine amadekirin û wiha got: "Piştî pêşnûma hat meclîsê destnedayîna wekîlên MHP, CHP, û AKP’ê jî hatin rakirin. Der barê wekîlên HDP’ê de ji ber azadiya ramanê fezleke hatin amadekirin. Lê der barê wekilên CHP, AKP û MHP'ê de jî ji ber nelirêtî, dizî û hwl hatin amadekirin. Der barê 9 wekilên girtî bi tevahî wekilên HDP'ê de di çarçoveya azadiya ramanê de fezleke û doz hatine amadekirin."  
 
PÊVAJOYA ORHAN DOGAN DUBARE KIRIN
 
Yalçindag, anî ziman ku di sala 1994'an de li dijî wekilên DEP'ê operasyona siyasî pêk hat û Orhan Dogan kaş kirin û binçav kirin. Yalçindag, anî ziman ku operasyona li diji wekilên HDP'ê jî dubareya operasyona li dijî wekilên DEP'ê ye. Yalçindag, anî ziman ku bi şeklê binçavkirina Îdris Baluken û Orhan Dogan heman wêne dubare kirin û heman peyam dan. Yalçindag, helwesta AYM’ê jî rexne kir û da zanîn ku ji bo her kesî wek hev biryarê nade û cudahiyê dike. 
 
Yalçindag, anî ziman ku AYM'ê ji bo Balbay biryar da, lê heman biryarê ji bo wekilên HDP'ê nade û helwesta Dadgeha Qanûna Bingehîn rexnek rexne kir. 
 
‘YÊN ÎDÎANAME AMADE KIRIN JÎ DÊ BÊN DARIZANDIN'
 
Yalçindag, destnîşan kir ku hincetên destnedayînê û girtina wekîlan ji hev cuda ne û wiha got: Girtina wekîlan sûcê qanûna bingehîn e. Di fezlekeyan de sucdariya propaganda, meş û xwepêşandanan hat kirin. Lê sedema girtina wekîlên HDP'ê bi bûyerên 6-8'ê Cotmehê yên Kobanê ve girêdan. Ev li dijî hiqûqê ye. Çaglar Demirel 6 caran daxuyanî da çapemeniyê, lê ji endamtiya rêxistinê ceza girt. Ji bo mirovan bigirin dosyayên daxuyaniyên çapemeniyê û mîtingan kirin yek wekîl girtin. Dozgerên ku ev îdîaname amadekirine jî dê bên girtin û cezakirin. Dozgerê îdîanameya Îdris Baluken amade kir jî îro di heman girtîgehê de ye. Serokomar Erdogan ferman da dozger û dadgeran û got “Hûn ne mecbûr in li gorî hiqûqê tev bigerin" Piştî vê yekê der barê wekîlan de fezleke hatin amadekirin. 
 
Niha hemû dosya têk çûne û nayên qebûlkirin. Îdris Baluken û dozgerê îdîanameya wi amade kiriye di heman girtîgehê de girtî ye. Edaletek wisa çawa dibe edalet. Hemû hikûknasên cihanê vê rewşê wekî destnedayîna mutlak bi nav dikin. Hemû otorîteriya hiqûqê û Qanûna Bingehîn ya cîhanê dibêje ‘li ser navê wekîltiyê heta mirinê doz nayê vekirin." Divê hemû gelê Tirkiye girtina wekîlan qebûl neke. 
 
 
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye