Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye 2017-11-02 11:30:10 AMED - Operasyona li dijî parlamenterên HDP'ê ya 4'ê mijdarê salek li pey xwe hişt. Di operasyona siyasî de Hevserokên HDP'ê jî di navde 9 wekilên HDP'ê hatin girtin. Parêzera parlamenteran Reyhan Yalçindag, diyar kir ku dozgerê der barê Parlamenterê HDP'ê Îdris Baluken de fezleke amade kir bi Balûken re di heman girtîgehê de girtî ye.  Salek berê di 4'ê mijdara 2016'an de li dijî parlamenterên HDP'ê ku Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş jî di navde operasyon pêk hat. Hevserokên Giştî yên HDP'e ji di navde 13 wekil hatin binçavkirin. Bi maşîneyên zirxî û helîkopteran li Şirnex, Amed Çewlîk û Colemêrgê operasyon pêk hat. Di operasyonê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan, Îdris Baluken, Nursel Aydogan Gulser Yildirim, hatin binçavkirin û li dadgehê hatin girtin. Parlamenterên HDP'ê Ziya Pîr, Îmam Taşçier û Sirri Sureyya Onder jî bi şertê kontrola Edlî hatin berdan. Piştî operasyona li dijî wekilên HDP'ê dest pê kir di demên cuda de wekilên HD'ê Meral Daniş Beştaş, Ayhan Bîlgen, Besime Konca, Burcu Çelîk Ozkan û Çaglar Demirel û parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu hatin girtin. Niha hêj 9 wekilên HDP'ê û wekîlekî CHP'ê girtî ne.    Li gel ku Dadgeha Qanûna Bingehîn di sala 2013'an de der barê parlamenterê CHP'ê Balbay de biryara "Divê bi girtî neyê darizandin" da jî niha wekilên HDP'ê tevî serlêdana AYM'êjî salek e girtî tên darizandin. Dîsa tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ji bo girtina wekilên HDP’ê parastin ji Tirkiye xwest jî hêj tu gav nehatine avêtin. Di 10'ê mijdarê de mafê parastina Tirkiye bi dawî dibe. Di vê pevajoyê de ceza li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, wekilên HDP'ê Çaglar Demirel, Besime Konca,  Osman Baydemir, Ziya Pir, Burcu Çelîk Ozkan, Abdullah Zeydan û Nursel Aydogan hatin birîn. Wekîltiya Besime Konca, Figen Yüksekdag û Nursel Aydogan xistin. Disa bi sedema nehatine meclîsê wekîltiya parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Tuba Hezer xistin.    LI 55 VEKÎLAN JI 645 SUÇAN  18 MUEBBET 3 HEZAR Û 126 SAL CEZAYÊ HEPSÊ    Li ser fermana Serokomar Erdogan destnedayîna wekîlan rabû û der barê wekilên HDP'ê de fezleke hatin amadekirin. Der barê parlamenterên HDP'ê de di navbera salên 2007 û 2015'an de 182 fezleke  hatin amadekirin. Ji 7'ê Hezîrana 2015’an heta 20'ê Gulana 2016'an der barê wekilên HDP’ê de 328 fezleke hatin amadekirin. Ji 328 fezlekeyan jê 154 fezleke piştî destnedayîna wekilan hat rakirin hatin amadekirin. Ji 59 wekîlên HDP'ê der barê 55 wekilên HDP’ê de bi giştî 510 fezleke hatin amadekirin. Der barê Celal Dogan, Garo Paylan, Erdal Ataş û Mahmut Celaled Gaydali de nehatin amadekirin. Der barê wekilen CHP’ê de 145, der barê wekilên AKP’ê de 46, der  barê wekilên  MHP’ê de 20 fezleke  hatin amadekirin. Ji fezlekeyên hatin amadekirin de der barê 55 wekîlan de doz hat vekirin û ji 645 sûcdariyên cuda bi giştî 18 cezayê muebeta giran û 3 hezar û 126 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag ku wekiltiya wê hat xistin 192 sal cezayê girtîgehê û carek cezayêmuebeta giran, Der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş de heta 486 salan û 2 caran cezayê muebeta giran tê xwestin.    ‘PIŞTÎ ERDOGAN 400 WEKÎL DERNEXISTIN'    Parêzera wekilên HDP'ê Prz. Reyhan Yalçindag Baydemir, bal kişand ser girtina parlamenterên HDP'ê û darizandina wan û serlêdanên AYM û DMME'ê û wiha got: "Pêvajoya darizandina wekilan li dijî hiqûqê ye. Darizandin girêdayî pêvajoya siyasî ye û siyasî ye. Pêvajo piştî 7'ê Hezîranê dest pê kir. Serokomar Erdogan beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê got “400 wekilan bidin. Bila ev kara di nava aramiyê de bimeşe" Piştî di hilbijartinê de Erdogan 400 wekîl negirtin, rengê pêvajoyê guhert."    Yalçindag, anî ziman ku der barê wekilên HDP’ê de 510 fezleke hatine amadekirin û wiha got: "Piştî pêşnûma hat meclîsê destnedayîna wekîlên MHP, CHP, û AKP’ê jî hatin rakirin. Der barê wekîlên HDP’ê de ji ber azadiya ramanê fezleke hatin amadekirin. Lê der barê wekilên CHP, AKP û MHP'ê de jî ji ber nelirêtî, dizî û hwl hatin amadekirin. Der barê 9 wekilên girtî bi tevahî wekilên HDP'ê de di çarçoveya azadiya ramanê de fezleke û doz hatine amadekirin."     PÊVAJOYA ORHAN DOGAN DUBARE KIRIN   Yalçindag, anî ziman ku di sala 1994'an de li dijî wekilên DEP'ê operasyona siyasî pêk hat û Orhan Dogan kaş kirin û binçav kirin. Yalçindag, anî ziman ku operasyona li diji wekilên HDP'ê jî dubareya operasyona li dijî wekilên DEP'ê ye. Yalçindag, anî ziman ku bi şeklê binçavkirina Îdris Baluken û Orhan Dogan heman wêne dubare kirin û heman peyam dan. Yalçindag, helwesta AYM’ê jî rexne kir û da zanîn ku ji bo her kesî wek hev biryarê nade û cudahiyê dike.    Yalçindag, anî ziman ku AYM'ê ji bo Balbay biryar da, lê heman biryarê ji bo wekilên HDP'ê nade û helwesta Dadgeha Qanûna Bingehîn rexnek rexne kir.    ‘YÊN ÎDÎANAME AMADE KIRIN JÎ DÊ BÊN DARIZANDIN'   Yalçindag, destnîşan kir ku hincetên destnedayînê û girtina wekîlan ji hev cuda ne û wiha got: Girtina wekîlan sûcê qanûna bingehîn e. Di fezlekeyan de sucdariya propaganda, meş û xwepêşandanan hat kirin. Lê sedema girtina wekîlên HDP'ê bi bûyerên 6-8'ê Cotmehê yên Kobanê ve girêdan. Ev li dijî hiqûqê ye. Çaglar Demirel 6 caran daxuyanî da çapemeniyê, lê ji endamtiya rêxistinê ceza girt. Ji bo mirovan bigirin dosyayên daxuyaniyên çapemeniyê û mîtingan kirin yek wekîl girtin. Dozgerên ku ev îdîaname amadekirine jî dê bên girtin û cezakirin. Dozgerê îdîanameya Îdris Baluken amade kir jî îro di heman girtîgehê de ye. Serokomar Erdogan ferman da dozger û dadgeran û got “Hûn ne mecbûr in li gorî hiqûqê tev bigerin" Piştî vê yekê der barê wekîlan de fezleke hatin amadekirin.    Niha hemû dosya têk çûne û nayên qebûlkirin. Îdris Baluken û dozgerê îdîanameya wi amade kiriye di heman girtîgehê de girtî ye. Edaletek wisa çawa dibe edalet. Hemû hikûknasên cihanê vê rewşê wekî destnedayîna mutlak bi nav dikin. Hemû otorîteriya hiqûqê û Qanûna Bingehîn ya cîhanê dibêje ‘li ser navê wekîltiyê heta mirinê doz nayê vekirin." Divê hemû gelê Tirkiye girtina wekîlan qebûl neke.