32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle

  • rojane
  • 09:57 2 Mijdar 2017
  • |
img

WAN – DSÎ, li Wan û navçeyên wê dê 32 HES û 3 bendavên mezin ên nû çêke. Ekolojîst Fatîh Şahîn diyar kir ku bendavên dê bên çêkirin bi boneya “ewlehiyê” tên çêkirin û got: “Bi taybetî bendava li ser Çemê Zîlan çêbikin dê bi tevahiya Geliyê Zîlan di bin avê de bimîne. Dê bi bendavan şopa komkujiya Zîlanê ya 1930’an de bigirin.” 

Dê li Wan û navçeyên wê ji aliyê Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) ve 32 Santralên Hîdroelektrîk (HES) û 3 bendavên mezin ên nû bên çêkirin. Li ser Çemê Zîlan jî bendav tê çêkirin û dê bi tevahî Geliyê Zîlan di bin avê de bê hiştin. Dîsa li navçeyên Şax, Elbak û Erdîşê li ser ava çem û newalan HES û bendav bên çêkirin. Îhaleyên hin bendav û HES’an ên bên çêkirin jî hatine kirin. Îhaleyên hin deverên jî anîne asta amadekirinê. 
 
Li dijî çêkirina HES û bendavan ekolojîst Fatîh Şahîn axivî û nerazîbûn nîşan da. Şahîn got ku bendavên tên çêkirin bi armanca “ewlehiyê” tên çêkirin û bandorek neyînî li ser bi hezaran nebat û zindiyan bê kirin. 
 
'ARMANC BÊMIROVKIRINA AXÊ YE’ 
 
Şahîn da zanîn ku li tevahiya Wanê ji bo çêkirina 32 HES û 3 bendavan ji aliyê DSÎ ve biryara çêkirinê hatiye dayîn û got: “Di salên 1990’an de gund bi şewatê dihatin valakirin. Lê îro bi çêkirina bendavan gundan vala dikin. Armanca van bendavan ew e ku dixwazin vê axê bêmirov bihêlin. Yek li Elbak, yek li Şaxê û yek jî li Erdîşê bi tevahî 3 bendavên mezin dê bên çêkirin. Dîsa bi çêkirina bendava li herêma Zîlan dixwazin bi vê bendavê ser komkujiya Geliyê Zîlan bigirin. Tenê sedemek çêkirina van bendavan heye ew jî ewlehiye.” 
 
'HES BANDORÊ LI SER JIYANA HEMÛ ZINDIYAN DIKIN’ 
 
Şahîn destnîşan kir ku heke pereyên ji bo bendav û HES’an tê xerckirin ji bo tenduristî, çand û perwerdehiyê bê xerckirin dê bêtir erênî be û wiha dewam kir: “Bendav konsepta şer e. Razemeniya ji bo şer e. Ev bendav û HES dê tenê ne li ser jiyana mirovan bandor bike dê di heman deme de li ser jiyana nebat û zindiyên din jî bandorek neyînî bike. Dê li herêmê sewalkariyê xelas bike û xwezayê talan bike. Tu feydeya wê ji bo kesî tune ye.” 
 
‘BENDAV ZERAREK MEZIN DIDIN JIYANA KULÎLKAN’ 
 
Şahîn anî ziman ku li her newala ku bendav bên çêkirin bi ser 5 hezarî re cûreyên nebatan hene û wiha pêde çû: “Barajların yapılacağı derelerde 5 binin üzerinde bitki türünün olduğu bilgisini veren Şahin, “Geliyê Zîlan di warê cûreyên nebat û sewalan de cihek girîng e. Li Geliyê Zîlan 5 hezar cûreyên nebatan hene û wê ev hemû nebat ji ber bendava li Geliyê Zîlan bê çêkirin tune bibin. Bendav zerarek mezin bide ekosîstemê û ji bo zindiyan gefek mezin e. Guhertina ekosîstemê dê zerarek mezin bide kulîlk û nebatên zindî.” 
 
'CIHÊN TURÎZMÊ JÎ TÊN TUNEKIRIN’ 
 
Şahîn got ku HES’ên li ser Çemê Bêgirê tên çêkirin dê ava çem zîndan bike û wiha lê zêde kir: “Kanîspî abîdeyek xweşikiyê ye. Ava Miksê yek jî ava herî xweşik a cîhanê ye. Her wiha navçeya Bêgirê bi sûlava xwe tê nasîn. Lê HES’ên li ser ava Bendîmahî hatin çêkirin ava sûlavê ziwa kir. Ew xweşikiya li wan deveran dikin meta. Sûlav dikin qurbanê kara dewletê. Bi bendav û HES’an hem jiyana zindiyan û hem jî qadên turîzmê tune dike.” 
 
‘AVA QIRÊJ A HESAN DIHERIKE GOLA WANÊ’ 
 
Şahîn diyar kir ku ava qirêjî ya HES’an ewil diherike ser çeman û ew ava qirêj ji wir jî diherike Gola Wanê. Şahîn da zanîn ku HES jiyana masiyên Încîkefalî jî dixe nav talûkeyê û xwest ku projeyên bendav û HES’an bê betalkirin. 
 
32 HES Û BENDAV DÊ BÊN ÇÊKIRIN 
 
Li navçeya Şaxê 13, li Miksê 4, li Elbakê 4, li Erdîşê 5, li Ebexê 1, li Payîzava 1, li Westanê 1 û li gundên navendê jî 3 HES bi tevahî 32 HES dê bên çêkirin. Li aliyê din tê plankirin ku dê li navçeya Elbakê li ser Newala Karasu jî Bendava Karasu a 30 MW û HES bên avakirin. Li navçeya Şaxê jî li ser Çemê Botan dê Bendava Narli û li Newala Geliyê Zîlan jî bi heman armancê bendavek mezin bê çêkirin. Li Wanê beriya niha jî bendavên Çubuklu, Sarimehmet, Kuçuksu, Tepedam û Zernek hatibûn avakirin. 
 
MA / Mahmut Ruvanas-Ugur Atabay 
 
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye