32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle 2017-11-02 09:57:37 WAN – DSÎ, li Wan û navçeyên wê dê 32 HES û 3 bendavên mezin ên nû çêke. Ekolojîst Fatîh Şahîn diyar kir ku bendavên dê bên çêkirin bi boneya “ewlehiyê” tên çêkirin û got: “Bi taybetî bendava li ser Çemê Zîlan çêbikin dê bi tevahiya Geliyê Zîlan di bin avê de bimîne. Dê bi bendavan şopa komkujiya Zîlanê ya 1930’an de bigirin.”  Dê li Wan û navçeyên wê ji aliyê Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) ve 32 Santralên Hîdroelektrîk (HES) û 3 bendavên mezin ên nû bên çêkirin. Li ser Çemê Zîlan jî bendav tê çêkirin û dê bi tevahî Geliyê Zîlan di bin avê de bê hiştin. Dîsa li navçeyên Şax, Elbak û Erdîşê li ser ava çem û newalan HES û bendav bên çêkirin. Îhaleyên hin bendav û HES’an ên bên çêkirin jî hatine kirin. Îhaleyên hin deverên jî anîne asta amadekirinê.    Li dijî çêkirina HES û bendavan ekolojîst Fatîh Şahîn axivî û nerazîbûn nîşan da. Şahîn got ku bendavên tên çêkirin bi armanca “ewlehiyê” tên çêkirin û bandorek neyînî li ser bi hezaran nebat û zindiyan bê kirin.    'ARMANC BÊMIROVKIRINA AXÊ YE’    Şahîn da zanîn ku li tevahiya Wanê ji bo çêkirina 32 HES û 3 bendavan ji aliyê DSÎ ve biryara çêkirinê hatiye dayîn û got: “Di salên 1990’an de gund bi şewatê dihatin valakirin. Lê îro bi çêkirina bendavan gundan vala dikin. Armanca van bendavan ew e ku dixwazin vê axê bêmirov bihêlin. Yek li Elbak, yek li Şaxê û yek jî li Erdîşê bi tevahî 3 bendavên mezin dê bên çêkirin. Dîsa bi çêkirina bendava li herêma Zîlan dixwazin bi vê bendavê ser komkujiya Geliyê Zîlan bigirin. Tenê sedemek çêkirina van bendavan heye ew jî ewlehiye.”    'HES BANDORÊ LI SER JIYANA HEMÛ ZINDIYAN DIKIN’    Şahîn destnîşan kir ku heke pereyên ji bo bendav û HES’an tê xerckirin ji bo tenduristî, çand û perwerdehiyê bê xerckirin dê bêtir erênî be û wiha dewam kir: “Bendav konsepta şer e. Razemeniya ji bo şer e. Ev bendav û HES dê tenê ne li ser jiyana mirovan bandor bike dê di heman deme de li ser jiyana nebat û zindiyên din jî bandorek neyînî bike. Dê li herêmê sewalkariyê xelas bike û xwezayê talan bike. Tu feydeya wê ji bo kesî tune ye.”    ‘BENDAV ZERAREK MEZIN DIDIN JIYANA KULÎLKAN’    Şahîn anî ziman ku li her newala ku bendav bên çêkirin bi ser 5 hezarî re cûreyên nebatan hene û wiha pêde çû: “Barajların yapılacağı derelerde 5 binin üzerinde bitki türünün olduğu bilgisini veren Şahin, “Geliyê Zîlan di warê cûreyên nebat û sewalan de cihek girîng e. Li Geliyê Zîlan 5 hezar cûreyên nebatan hene û wê ev hemû nebat ji ber bendava li Geliyê Zîlan bê çêkirin tune bibin. Bendav zerarek mezin bide ekosîstemê û ji bo zindiyan gefek mezin e. Guhertina ekosîstemê dê zerarek mezin bide kulîlk û nebatên zindî.”    'CIHÊN TURÎZMÊ JÎ TÊN TUNEKIRIN’    Şahîn got ku HES’ên li ser Çemê Bêgirê tên çêkirin dê ava çem zîndan bike û wiha lê zêde kir: “Kanîspî abîdeyek xweşikiyê ye. Ava Miksê yek jî ava herî xweşik a cîhanê ye. Her wiha navçeya Bêgirê bi sûlava xwe tê nasîn. Lê HES’ên li ser ava Bendîmahî hatin çêkirin ava sûlavê ziwa kir. Ew xweşikiya li wan deveran dikin meta. Sûlav dikin qurbanê kara dewletê. Bi bendav û HES’an hem jiyana zindiyan û hem jî qadên turîzmê tune dike.”    ‘AVA QIRÊJ A HESAN DIHERIKE GOLA WANÊ’    Şahîn diyar kir ku ava qirêjî ya HES’an ewil diherike ser çeman û ew ava qirêj ji wir jî diherike Gola Wanê. Şahîn da zanîn ku HES jiyana masiyên Încîkefalî jî dixe nav talûkeyê û xwest ku projeyên bendav û HES’an bê betalkirin.    32 HES Û BENDAV DÊ BÊN ÇÊKIRIN    Li navçeya Şaxê 13, li Miksê 4, li Elbakê 4, li Erdîşê 5, li Ebexê 1, li Payîzava 1, li Westanê 1 û li gundên navendê jî 3 HES bi tevahî 32 HES dê bên çêkirin. Li aliyê din tê plankirin ku dê li navçeya Elbakê li ser Newala Karasu jî Bendava Karasu a 30 MW û HES bên avakirin. Li navçeya Şaxê jî li ser Çemê Botan dê Bendava Narli û li Newala Geliyê Zîlan jî bi heman armancê bendavek mezin bê çêkirin. Li Wanê beriya niha jî bendavên Çubuklu, Sarimehmet, Kuçuksu, Tepedam û Zernek hatibûn avakirin.    MA / Mahmut Ruvanas-Ugur Atabay