Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir

  • rojane
  • 09:30 2 Mijdar 2017
  • |
img

AMED – Şoreşgerên nifşên 78’yan ku di dema darbeya Kenan Evren di girtîgehan de îşkence dîtin, dest nîşan kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wehşeta salên 80’yî derbas kiriye. 

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Ji ber tu agahî jê nayên wergirtin, şik û gumanên civakê jî her diçe zêdetir dibin. Endamên Komeleya 78’an Hasan Ûçmaz û Mehmet Takar ku di salên 1980’yî de hat girtin û îşkence li wan hat kirin, rewşa Ocalan nirxandin. Di sala 1980’yî de Mehmet Takar, dema 18 salî ye li Amedê tê girtin û 20 salan di girtîgehê de dimîne. Dema girtiye sirgûnî gelek girtîgehan tê kirin û mexdûrê îşkenceya 12’ê Îlonê ye. 
 
‘DI SALÊN 80’YÎ DE TECRÎD 8 MEHAN DOMAND’ 
 
Takar, diyar kir ku wê demê kî li hemberî zext û zoriyan serî rakirina dihatin îşkencekirin û ji aliyê Esad Oktay û komên girêdayî wî li girtîgehan îşkenceyên dijwar hebûn. Takar, anî ziman ku wê demê ji ber zext û zoriyan 8 mehan wan nikaribûye bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê çê bikin û wiha domand: “Dixwestin em ji malbatên xwe, ji têkiliyên xwe yên siyasî û civakî bên îzolekirin. Xwestin em bîr û baweriya xwe înkar bikin. Em ji bo wan talûkeyeke mezin bûn. Hemû pergal eynê ne. Pêvajoya wehşetê pir giran bû. Tim û tim me bawer dikir ku em ê bi berxwedana gel bi ser kevin. Yên niha tên kirin jî bi heman armancê tên kirin.” 
 
‘DIXWAZIN OCALAN ÎZOLE BIKIN’ 
 
Takar, got ku tecrîda li ser Ocalan ne tecrîdeke ji rêzê ye û ev tişt gotin: “Rêbereke ku bi milyonan mirov dibêjin vîna min e. Bi dehan sedemên tecrîda li ser Ocalan hene. Heke îro bi Ocalan re hevdîtin bihatanan çêkirin, wê her tişt cuda bûna. Di şerê qirêj de tecrîd bi kêrî kesên rantê bi dest dixin tê. Wek salên 80’yî, dixwazin Ocalan jî îzole bikin. Bi berxwedana gelên bindest dê dawî li tecrîdê bê.” 
 
‘CÎHAN HAY JI GIRÎNGIYA OCALAN A DÎROKÎ HEYE’ 
 
Takar, got ku tecrîda li ser Ocalan salên 80’yî jî derbas kiriye û wiha got: “Dema tu serî jê bikî, tu karî bi rihetî bi çavan bilîzî. Bi vê mantiqê tev digerin. Bi tecrîdê dixwazin îzole bikin. Polîtîkaya tecrîdê ya niha gelekî ji polîtîkaya salên 80’yî wirdetir e. Di salên 80’yî de tenê 8 mehan me nikaribû bi malbatên xwe re hevdîtinê çê bike. Wê çaxê tenê em û malbatên me hedef dihatin girtin. Lê belê Ocalan kesayeteke dîrokî ye ku temsîla bi milyonan e. Ji ber vê niha zaf zêde ye. Pergal jî û cîhan jî baş dizane ku Ocalan rêberê bi milyonan e û kesayetekî dîrokî ye. Heke bi Ocalan re hevdîtin çê bibin, wê geşedanên ku kes nikare texmîn bike xwe bidin der. Heke tecrîd bidome, dê rewşa Tirkiyeyê bi her awayî ber bi enbaşiyê ve biçe.” 
 
‘PKK EZ HÎNÎ BERXWEDANÊ KIRIM’ 
 
Hasan Ûçmaz ku di sala 1980’yî de hat girtin û mexdûrê pêkanînên Girtîgeha Amedê ye, dest nîşan kir ku girtiyên kurd li dijî wehşetê bi awayekî zêde li ber xwe dane. Ûçmaz got ku piştî PKK hat avakirin, li hemberî girtiyan konsepta îmhakirinê ketiye dewrê û wiha got: “Di şexsê girtiyan de armanc qedandina PKK û Kurdistanê bû. Lê belê hesabê wan li hev derneket. Tenê tiştek hebû ku PKK’ê hînî girtiyan kiribû. Ew jî berxwedan bû. Em û Alî Çîçek bi hev re hatin binçavkirin. Di îfadeya xwe de got ‘Ez Alî Çîçek im. Têra xwe hûn dikarin îşkenceyê li min bikin. Peywira min liberxwedayîn e. PKK ez hînî berxwedanê kirim.’ Ev gotinên wî her tiştî rave dike.” 
 
Ûçmaz balê kişand ser rewşa Ocalan û wiha got: “Pergal baş dizane ku Serok Ocalan çavê gelê kurd e. Wisa difikirie ku bi tecrîdê wî îzole bike, da gelê kurd bi tena serê xwe bimîne û nikaribe tiştekî bike. Pêşerojeke gelê Kurdistanê heye. Ew pêşeroj di destê Serok de ye. Pergal hay ji vê yekê heye. Niha li girtîgehan pêkanînên dermirovahiyî hene. Lê belê wek berê niha jî girtî bi berxwedanê bersiva zext û zoriyan didin.”
 
Ûçmaz, dest nîşan kir ku niha di şexsê Girtîgeha Îmraliyê de li hemû girtîgehan pêkanînên ku gelekî ji yên salên 80’yî wêdetir pêk tên û wiha got: “Kesê ku gel wî wek rêber dibîne tê tecrîdkirin. Di mêjî û dilê her kurdî de hezkirina ji bo Ocalan heye. Ew dixwazin bi tecrîdê Ocalan ji mêjî û dilan derînin. Lê wê tu carî bi ser nekevin. Gelê kurd li dijî tecrîdê tim û tim bi berxwedanê xwedî li Ocalan derketiye. Li hemberî vê serî rakiriye.” 
 
‘DIVÊ GELÊ KURD LI HER DERÎ ÇALAKIYAN LI DER BIXE’ 
 
Ûçmaz, dest nîşan kir ku her ku tecrîd bê dirêjkirin dê gelê kurd zêdetir bitêkoşe û wiha got: “Tecrîd wek şantajê li hemberî gelê kurd û PKK’ê tê bikaranîn. Bi hepskirina Ocalan, bi tecrîdkirinê dixwazin têkoşînê asteng bikin. Li Rojavayê şoreşek pêk hat. Bi tecrîda niha dixwazin bandorên vê şoreşê yên li perçeyên din asteng bikin. Ditirisin ku çar perçeyên Kurdistanê bibin yek. Wê tecrîd bi awayekî zêde bi Tirkiyeyê bide windakirin. Ji bo şikandina tecrîdê divê kurd li her derî çalakiyan li dar bixin.” 
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye