Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir 2017-11-02 09:30:33 AMED – Şoreşgerên nifşên 78’yan ku di dema darbeya Kenan Evren di girtîgehan de îşkence dîtin, dest nîşan kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wehşeta salên 80’yî derbas kiriye.  Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Ji ber tu agahî jê nayên wergirtin, şik û gumanên civakê jî her diçe zêdetir dibin. Endamên Komeleya 78’an Hasan Ûçmaz û Mehmet Takar ku di salên 1980’yî de hat girtin û îşkence li wan hat kirin, rewşa Ocalan nirxandin. Di sala 1980’yî de Mehmet Takar, dema 18 salî ye li Amedê tê girtin û 20 salan di girtîgehê de dimîne. Dema girtiye sirgûnî gelek girtîgehan tê kirin û mexdûrê îşkenceya 12’ê Îlonê ye.    ‘DI SALÊN 80’YÎ DE TECRÎD 8 MEHAN DOMAND’    Takar, diyar kir ku wê demê kî li hemberî zext û zoriyan serî rakirina dihatin îşkencekirin û ji aliyê Esad Oktay û komên girêdayî wî li girtîgehan îşkenceyên dijwar hebûn. Takar, anî ziman ku wê demê ji ber zext û zoriyan 8 mehan wan nikaribûye bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê çê bikin û wiha domand: “Dixwestin em ji malbatên xwe, ji têkiliyên xwe yên siyasî û civakî bên îzolekirin. Xwestin em bîr û baweriya xwe înkar bikin. Em ji bo wan talûkeyeke mezin bûn. Hemû pergal eynê ne. Pêvajoya wehşetê pir giran bû. Tim û tim me bawer dikir ku em ê bi berxwedana gel bi ser kevin. Yên niha tên kirin jî bi heman armancê tên kirin.”    ‘DIXWAZIN OCALAN ÎZOLE BIKIN’    Takar, got ku tecrîda li ser Ocalan ne tecrîdeke ji rêzê ye û ev tişt gotin: “Rêbereke ku bi milyonan mirov dibêjin vîna min e. Bi dehan sedemên tecrîda li ser Ocalan hene. Heke îro bi Ocalan re hevdîtin bihatanan çêkirin, wê her tişt cuda bûna. Di şerê qirêj de tecrîd bi kêrî kesên rantê bi dest dixin tê. Wek salên 80’yî, dixwazin Ocalan jî îzole bikin. Bi berxwedana gelên bindest dê dawî li tecrîdê bê.”    ‘CÎHAN HAY JI GIRÎNGIYA OCALAN A DÎROKÎ HEYE’    Takar, got ku tecrîda li ser Ocalan salên 80’yî jî derbas kiriye û wiha got: “Dema tu serî jê bikî, tu karî bi rihetî bi çavan bilîzî. Bi vê mantiqê tev digerin. Bi tecrîdê dixwazin îzole bikin. Polîtîkaya tecrîdê ya niha gelekî ji polîtîkaya salên 80’yî wirdetir e. Di salên 80’yî de tenê 8 mehan me nikaribû bi malbatên xwe re hevdîtinê çê bike. Wê çaxê tenê em û malbatên me hedef dihatin girtin. Lê belê Ocalan kesayeteke dîrokî ye ku temsîla bi milyonan e. Ji ber vê niha zaf zêde ye. Pergal jî û cîhan jî baş dizane ku Ocalan rêberê bi milyonan e û kesayetekî dîrokî ye. Heke bi Ocalan re hevdîtin çê bibin, wê geşedanên ku kes nikare texmîn bike xwe bidin der. Heke tecrîd bidome, dê rewşa Tirkiyeyê bi her awayî ber bi enbaşiyê ve biçe.”    ‘PKK EZ HÎNÎ BERXWEDANÊ KIRIM’    Hasan Ûçmaz ku di sala 1980’yî de hat girtin û mexdûrê pêkanînên Girtîgeha Amedê ye, dest nîşan kir ku girtiyên kurd li dijî wehşetê bi awayekî zêde li ber xwe dane. Ûçmaz got ku piştî PKK hat avakirin, li hemberî girtiyan konsepta îmhakirinê ketiye dewrê û wiha got: “Di şexsê girtiyan de armanc qedandina PKK û Kurdistanê bû. Lê belê hesabê wan li hev derneket. Tenê tiştek hebû ku PKK’ê hînî girtiyan kiribû. Ew jî berxwedan bû. Em û Alî Çîçek bi hev re hatin binçavkirin. Di îfadeya xwe de got ‘Ez Alî Çîçek im. Têra xwe hûn dikarin îşkenceyê li min bikin. Peywira min liberxwedayîn e. PKK ez hînî berxwedanê kirim.’ Ev gotinên wî her tiştî rave dike.”    Ûçmaz balê kişand ser rewşa Ocalan û wiha got: “Pergal baş dizane ku Serok Ocalan çavê gelê kurd e. Wisa difikirie ku bi tecrîdê wî îzole bike, da gelê kurd bi tena serê xwe bimîne û nikaribe tiştekî bike. Pêşerojeke gelê Kurdistanê heye. Ew pêşeroj di destê Serok de ye. Pergal hay ji vê yekê heye. Niha li girtîgehan pêkanînên dermirovahiyî hene. Lê belê wek berê niha jî girtî bi berxwedanê bersiva zext û zoriyan didin.”   Ûçmaz, dest nîşan kir ku niha di şexsê Girtîgeha Îmraliyê de li hemû girtîgehan pêkanînên ku gelekî ji yên salên 80’yî wêdetir pêk tên û wiha got: “Kesê ku gel wî wek rêber dibîne tê tecrîdkirin. Di mêjî û dilê her kurdî de hezkirina ji bo Ocalan heye. Ew dixwazin bi tecrîdê Ocalan ji mêjî û dilan derînin. Lê wê tu carî bi ser nekevin. Gelê kurd li dijî tecrîdê tim û tim bi berxwedanê xwedî li Ocalan derketiye. Li hemberî vê serî rakiriye.”    ‘DIVÊ GELÊ KURD LI HER DERÎ ÇALAKIYAN LI DER BIXE’    Ûçmaz, dest nîşan kir ku her ku tecrîd bê dirêjkirin dê gelê kurd zêdetir bitêkoşe û wiha got: “Tecrîd wek şantajê li hemberî gelê kurd û PKK’ê tê bikaranîn. Bi hepskirina Ocalan, bi tecrîdkirinê dixwazin têkoşînê asteng bikin. Li Rojavayê şoreşek pêk hat. Bi tecrîda niha dixwazin bandorên vê şoreşê yên li perçeyên din asteng bikin. Ditirisin ku çar perçeyên Kurdistanê bibin yek. Wê tecrîd bi awayekî zêde bi Tirkiyeyê bide windakirin. Ji bo şikandina tecrîdê divê kurd li her derî çalakiyan li dar bixin.”