Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe

  • rojane
  • 09:26 2 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL –Nivîskar Fotî Benlîsoy, der barê geşedanên li Herêma Kurdistana Federe de, diyar kir ku ji ber ku DYA naxwaze Îbadî ji dest biçe, li cem wî cih girtiye. Her wiha Belisoy got ku di operasyona Îdlîbê de hedefa sereke ya Tirkiyeyê Efrîn û destketiyên gelê kurd e. 

Nivîskar Fotî Benlîsoy, geşedanên li Herêma Kurdistana Federe, operasyona Îdlîbê ya Tirkiyeyê û amadekariyên êrîşa li dijî Efrînê, rizgarkirina Reqayê nirxandin. 
 
'SIYASETEKE XELET BÛ’ 
 
Benlîsoy, ji bo referandûma Herêma Kurdistana Federe û geşedanên piştî referandûmê wiha got: “Em dizanin ku referandûm pêngaveke siyaseta hundurîn a Mesûd Barzanî bû. Lê diyar bû ku siyaseteke zaf xelet bû. Gelek mirovan vê yekê wek şaşiya Seddam a di dema dagirkirina Quweytê de, nirxand. Bi rastî jî dibe bibe cihê şaşiyeke mezin. Dibe ku hin destektiyên Kurdistana Başûr ji holê rabin û veguhere rewşeke ku vegera wê tune ye.” Benlisoy, diyar kir ku tiştên piştî referandûma Herêma Federe derketin holê, dê bi awayekî giştî qada siyasî ya kurd diyar bike û wê du hêz bi krîzeke cidî re rû bir û bimînin. Benlisoy, got ku dema Barzanî biryara referandûmê da hevsenga hêzî baş analîz nekiriye û ev tişt gotin: “Ev rewş jî tê wateya lêpirsîna pêşengiya wî. Nîqaşa taloqkirina hilbijartinan jî tê vê wateyê. Wê di warê siyaseta kurd de encamên cidî xwe bidin der.” 
 
'DYA NEXWEST ÎBADÎ JI DEST BIÇE’ 
 
Benlisoy, anî ziman ku hêzên emperyal ên wek DYA û Rûsya, polîtîkayeke hevsengî dişopînin û bi alternatîfekê tenê tev nagerin. Benlisoy diyar kir ku dema mijar Iraq be DYA Îbadî diparêze. Benlisoy, diyar kir ku dema Îbadî hat şûna Malîkî, bi vê yekê hat xwestin ku bandora Îranê bikişînin nav Îranê û wek namzetekî Amerîkayê hat ser kar. Benlisoy, got ku DYA ditirse ku heke Îbadî biçe dibe ku yê nû di bin bandora Îranê de bimîne. Benlisoy, dest nîşan kir ku ji ber vê yekê DYA di dema êrîşa li hemberî Kerkûkê de deng dernexistiye û li cem Iraqê cih girtiye. Benlisoy wiha got: “DYA êrîşa Kerkûkê tesdîq kir û Barzanî nikaribû li hemberî vê li ber xwe bide.” 
 
Benlisoy wiha got: “Wê her du partiyên sereke yên Kurdistana Başûr bi pêvajoyeke bêîtibariyê re rû bir û bimînin. Çimkî di warê netewî de bi awayekî cidî têk çûn. Ez vê yekê tenê wek têkçûyîneke leşkerî nabînim. Bi taybetî vekişîna bêyî pevçûn, di rojek du rojan de jiholêrakirina desketiyên bi salan, ji aliyê her du partiyan ve bêîtibariyeke siyasî ya cidî derket holê. Wê ev yek bidome.” 
 
'HEDEFA SEREKE EFRÎN E’ 
 
Benlîsoy, gotinên Serokomar Erdogan ên “Piştî operasyona Îdlîbê dê dor bê Efrînê” jî nirxandin û got bi vê yekê armanc ew e ku tê xwestin li Kurdistana Başûr û Rojavayê destketinên kurdan ji holê bên rakirin. Benlisoy, dest nîşan kir ku meseleya sereke ya Tirkiyeyê jiholêrakirina Rojavayê ye an jî qet nebe wê sînordar bike. Benlsioy, diyar kir ku ji ber vê niha çav berdaye xeleka herî lawaz a Rojavayê Efrînê. Benlisoy got ku Tirkiye dixwaze hema sibê êrîşî Efrînê bike, lê belê li benda guncavbûna şert û mercên navnetewî ye. Benlisoy got ku heke DYA an jî Rûsya sinyalê bidin, wê operasyoneke wisa çê bibe. 
 
Benlisoy, dest nîşan kir ku heke kurd bi temamî ji ser masê bên rakirin dê Mertalê Firatê û Operasyona Îdlîbê bibin cihê encamên cuda û wiha got: “Wê Tirkiye li wir tenê ne bi hêzên leşkerî, dê di navbera wê û gelê herêmê de jî pevçûnên cidî derkevin holê û wê bibe hêza dagirker. Ev yek jî rîskeke mezin e.” Benlisoy, diyar kir ku ji bo kurdên li Tirkiyeyê meseleya Rojavayê meseleyeke hesas e û wiha got: “Lê nizamin îktîdar hay ji vê heye yan na. Çimkî hûn dizanin, rejîma Tirkiyeyê bi temamî ji xeteke ku dijberiya kurdan dike pêk tê. Yanî bi awayekî giştî tê xwestin ku destketinên siyasî, demokratîk û netewî yên kurdan ji holê bên rakirin.” 
 
MA / Bilal Seçkin
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye